Partiyên Başûr ji bo Efrînê bang li NY’yê kir

Partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk daxuyanî dan, bang li NY û raya giştî ya navnetewî kir ku li dijî êrîşan tevbigerin.

Piştî tevgera dageriya Tirk a dagirker, a bi destûra Rûsyayê partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê helwesta nîşan dan. Tevgera Goran û Partiya Koalîsyona Demokrasî û Adaletê ya Berhem Salih ava kirî daxuyaniyeke nivîskî dan û hewldana dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin, bang li raya giştî ya dinyayê kirin ku helwesta xwe diyar bikin.

GORAN: EM LI PIŞT EFRÎNÊ NE

Tevgera Goran hewldana dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir û got, ‘’Li ser Kantona Efrînê êrîşa dewleta Tirk û komên bi ser wê ve heye. Em Tevgera Goran her cure êrîşê şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku demildest dawî li vê êrîşê were û deriyên diyalogê vebin. Em bang li NY’yê, raya giştî ya navnetewî û koalîsyona dijî DAÎŞ’ê dikin ku ji bo van êrîşan demildest rawestînin tevbigerin. Bi van êrîşan bi sed hezaran welatiyên me yên sivîl ên li Efrînê dibine hedef. Bêdengiya raya giştî ya navnetewî binpêkirina mafê mirovan rewa dike. Zarokên vî gelî li dijî DAÎŞ’ê û terorîzmê li eniyên pêş şer kirin û gelek berdêl dan. Em Tevgera Goran, li gel hemû mafên rewa yên gelê Efrînê ne.’’

 ‘DIVÊ DEWLETA TIRK DAWÎ LI ÊRÎŞÊN XWE BÎNE’

Koalîsyona ji bo Demokrasî û Adaletê jî bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe rawestîne û got, ‘’Divê dewleta Tirk êrîşê bi ser Efrînê û yek herêma Rojava de nebe û divê hêza xwe ne li dijî şervanên qehreman ku di şerê dijî DAÎŞ’ê de li pêş in, lê divê li dijî DAÎŞ’ê bi kar bînin. Li Rojava naskirina mafê Kurdan û hurmeta jê re rêya rast a aramî û ewlehiyê ye. Şervanên Kurd herêma xwe ji terorê paqiJ kirin. Ji bo vê jî divê raya giştî berpirsyar tevbigere û êrîşên dewleta Tirk rawestîne.’’