Li gundê Begarayê cebilxaneya çeteyan kete destê şervanan

Şervanên QSD'ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de duh êvarê gundê Begara rizgar kirin û li vê derê tevî 8 cenazeyan, cebilxaneyeke çeteyan jî dîtin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dewam dike. Şervanan, li gundê Begara ku duh êvarê rizgar kiribûn dest bi operasyonê kirin. Di encamê de 8 cenazeyên çeteyan, çekek BKC, çekek sekvaniyê, dûrbîneke rojê, 8 kalaşnîkov, 2 rext, 2 cîhazên ragihandinê, 5 roketên hawanê û 2 êlekên xwekujiyê hatin dîtin.

Gundê Begara, ku bi 21 kîlometreyan li başûrê rojhilat ê Dêra Zorê ye, duh êvarê ji aliyê şervanên QSD'ê ve hatibû rizgarkirin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de ji 9'ê Îlonê û vir ve gelek bajarok, gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin û bi deh hezaran sivîl hatin rizgarkirin.