Li Bakurê Sûriyeyê dengdanê dest pê kir
Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê qonaxa duyemîn a hilbijartinê, hilbijartina 'meclîsên xwecihî' dest pê kir.
Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê qonaxa duyemîn a hilbijartinê, hilbijartina 'meclîsên xwecihî' dest pê kir.
Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê hilbijartina 'Meclîsên Xwecihî' dest pê kir, ku ev hilbijartin ji bo diyarbûna rêveberiya bajarok, navçe û kantonan e. Dengdan ji seat 08.00'an heta bi saet 20.00'an wê berdewam bike. Komîseriya Bilind a Hilbijartinê, heke hewceyî pê bibîne dengdanê heta saet 24.00’an dikar dirêj bike.
Ji bo ku deng werin bikaranîn her hilbijêr li gel karta hilbijêriyê, nasname an jî pasaportê divê biçe navenda hilbijartinê ya ku lê qeydkirî ye. Li herêmên Cizîr, Firat û Efrînê bi giştî li 303 navedan sindoqên hilbijartinê hatine danîn. Li her navendê 6 jê esîl, 2 jê zêde bi giştî 10 hezar û 825 peywirdarên sendoqê hene. Ji bilî peywirdarên sendoqê şandeyên YNK’ê, PDK’ê, HDP’ê, Goran, Oy ve Ötesi (Deng û Ji Dengan Wêdetir) û hin rêxistinê civka sivîl bi rengê çavdêran hilbijartinê dişopînin.
Li her navenda hilbijartinê ji bo hilbijartina endamên bajarok, navçe û meclîsa kantonan sendoqên cuda hatine danîn, ji bo her sendoqê pûsûlayên dengan ên 3 ji sê rengên cuda hene. Pûsûla bi beşên ku lîsteya Hevgirtina Netewî ya Demokratîk û Koalîsyona Netewî ya Kurd a Sûriyê û navên hin namzetên serbixwe hatine hazirkirin.
Hilbijêr ji bo endamên meclîsê ya navçeyê wê mohra xwe li ya ‘Şîn’, ji bo endamên meclîsa bajarokê li ya ‘Spî’ û ji bo endamên meclîsa kantonê jî li ya ‘Grî’ bixin an jî dikarin beşa namzetên serbixwe îşaret bikin. Heke di heman pusulayê de pûsûlayên deng, du beşên wê hatibin îşaretkirin wê neyên hesêbkirin.
Qonaxa pêşî ya hilbijartinê, ‘Hevseroktiya Komunê’ 22’yê Îlonê pêk hatibûn. Çile ya 2018’an jî wê qonaxa sêyan, qonaxa dawî, hilbijartina Kongreya Gel çêbibe û pêvajoya hilbijartinê wê biqede. Di hilbijartinên ‘’Hevseroktiya Komunê’ de li gorî daneyên Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind nêzî 728 hezar û 450 hilbijêr çûbûne ser sendoqê, tê payin ku di ‘’Hilbijartina Xwecih’ de 80.000 hilbijêr biçin ser sindoqê.
EWLEKARIYA HILBIJARTINÊ WÊ ÇAWA PÊK WERE?
Ji bo ewlekariya hilbijartinê, Asayîşa Rojava, Hêzên Xweparastinê û Hêzên Asayîşa Sotoro li hemû herêmên hilbijartinê tedbîrên pêwîst girtine. Di çarçoveya tedbîrên Asayîşa Rojava de ji roja 29'ê Mijdarê saet di 08:00 heta 2'ê Kanûnê saet 15:00 bikaranîna motorsîkletan û her rengê qemyonan hate qedexekirin.