NÛ-BÛ Hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye hate taloqkirin
Qonaxa sêyemîn a Hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye hate taloqkirin
Qonaxa sêyemîn a Hilbijartina Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriye hate taloqkirin
Komseriyê Hilbijartina Bilind li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo civînek lidar xist. Hevsaeroka Meclîsa Damezêrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif, hevserokên Komseriyên bilind ên herêmên Cizîr û Firatê di civînê de amadebûn.
Di civînê de raporên xebatên komseriyan hatin xwendin û nirxandin. Her wiha kêmanî û pirsgirêkên di qonaxa yekemîn û qonaxa duyemîn ên hilbijartinan de derketine jî hatin destnîşankirin. Di civînê de rê û rêbazên çareserkirina van pirsgirêkan hatin gotûbêjkirin.
Komseriya Hilbijartina Bilind di dawiya civînê de daxuyaniyek da çapemeniyê û têde ragihand ku wan dema hilbijartinên qonaxa sêyemîn a hilbijartinê taloqkirine.
Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:
“Komseriya Hilbijartinê ya Bilind di civîna xwe ya 4’ê Çileya 2018’an de ji ber tengbûna dem, biryar da ku dema hilbijartinên “Kongreya Gelan” û “Meclîsa gelan” taloq bikin. Komserî niha bi karê hilbijartinên hevserokatiya meclîsên kanton, navçe û bajarokan ve mijûl e.”