Gelê Dêrikê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Welatiyên Dêrikê bi şîara “Na ji girtîgeha Îmraliyê re, Erê ji bo azadiya Serok Apo” meşeke girseyî lidar xistin.
Welatiyên Dêrikê bi şîara “Na ji girtîgeha Îmraliyê re, Erê ji bo azadiya Serok Apo” meşeke girseyî lidar xistin.
Di meşê de bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer amade bûn. çalakvanan tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û ji rêxistinên mirovî û hiqûqî xwestin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava tevgerê.
Çalakvanên ku li qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn, wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bi dirûşmeyên ″Bê Serok jiyan nabe″ dest bi meşê kirin.
Meş li pêşiya navenda Şehîd Bawer a YCR′ê rawestiya û li wir ji bo şehîdên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif axivî û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd ji Rêberê wê dûr bixe, tecrîd li ser wî ferz kiriye.
Yûsif her wiha anî ziman ku hemû gelên binedest bi armanca şermezarkirina tecrîdê daketin qadan û wiha pêde çû: ″Bi saya vê felsefeyê, biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû gelên Bakurê Sûriyeyê de pêk hat. Felsefeya neteweya demokratîk jî li ser vê felsfeyê hatiye hunandin″.
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo zelalkirina rewşa Ocalan bikevin nava liv û tevgerê.
Meş bi dirûşmeyên ″Bê Serok jiyan nabe″ bi dawî bû.