Fermandara YPJ’ê: Em ê carekê jî li Efrînê dewleta Tirk têk bibin
Fermandara YPJ’ê Axîn Efrîn diyar kir ku dewleta Tirk ji bo êrîşên bi ser Efrînê de wê poşman bibe û got,"Me çeteyên dewleta Tirk têk birin, niha jî em ê careke din wan têk bibin."
Fermandara YPJ’ê Axîn Efrîn diyar kir ku dewleta Tirk ji bo êrîşên bi ser Efrînê de wê poşman bibe û got,"Me çeteyên dewleta Tirk têk birin, niha jî em ê careke din wan têk bibin."
Fermandara YPJ’ê Axîn Efrîn li ser Pêngava Bagera Cizîrê û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ji ANF’ê re axivî.
Fermandara YPJ’ê Axîn Efrîn diyar kir, dema ku hê Pêngava Reqayê dom dikir wan Pêngava Bagera Czizîrê dane destpêkirin û bi vê nîşan dan ku êdî di heman demê de dikarin li gelek eniyan şer bikin û ev hêza xwe çespandine. Efrîn diyar kir ku wan pê dizanîbûn ku bi fedekarî, bawerî û biryardarî û her wiha taktîkên şer ên berfireh dikarin du pêngavan bi hev re rê ve bibin û ji bo vê jî pêngava Dêrazorê dest pêk iriye û ev pêngav bi banga gelê Dêrazorê dest pêk kiriye. Efrîn diyar kir dema ku wan dest bi pêngavê kirine li hêla dî a Firatê rejîma Sûriyê jî dest pê kiribû, şertên wê demê û niha ne yek in.
‘ME POLÎTÎKAYÊN REJÎMÊ Û HÊZÊN DIN PÛÇ KIRIN’
Fermandara YPJ’ê diyar kir her ku em bi rengekî xurt ew bi ser DAÎŞ’ê de çûne û pişt lê şikandine rejîma Sûriyê û hêzên dî ji bo wan paş ve bikişînin hewl dane û gelek caran ji bo ku pêngava wan sabote bikin li wan xistine û bi vê xwestine wiha nîşan bidin ku ew nikarin dijî DAÎŞ’ê şer bikin, xwestin ku wan teng bikin lê wan polîtîkayên rejîmê û hêzên din pûç kirine. Efrîn wiha pê de çû: ‘’Me cografyaya Dêrazorê ya bi sedan kîlomtreyî azad kir. Me gelek gund azad kirin. Bi vê bawerî û biryardariyê em gihaştin ser sînorê Iraqê. Niha jî qadeke 50 kîlometreyî li ber me maye û divê em azad bikin û radestî gelê herêmê bikin.’’
QADA MAYÎ YA HERÎ DIJWAR E; HEMÛ ÇETE LI WIR KOM BÛNE
Efrîn diyar kir ji ber sedema ku hemû çeteyên DAÎŞ’ê yên ku reviyane li vê qadê bi cih bûne qade 50 kîlometre ya mayî qada herî dijwar a pêvajoyê ye û got çeteyên ku ji Reqayê reviyan, ên ji Iraqê reviyane, ên ji perava Firatê reviyane giş li wir in û berê jî li wir gelek çete hebûne; Şîşanî li wir in, ên ku ji Rûsya, Tirkiyê û Ewropa hatine û yên ji Siûd û Misrê jî li wir in.
Efrîn diyar kir, li gel vê rewşê jî şervanên YPG, YPJ û QSD’ê bi wêrekî û biryardariyê bi ser çeteyan de diçin û hêzên wan xwedî wê hêzê ne ku serkeftin û serfiraziyeke mezin bi dest ve bînin.
ŞERVANÊN QSD’Ê WÊ BI TEMAMÎ DAWIYA DAÎŞ’Ê BÎNIN
Li ser cihêtiya Pêngava Dêrazorê jî Fermandara YPJ’ê Axîn Efrîn got, ‘’Cihêtiya Dêrazorê ev e, bi temamî dawiya DAÎŞ’ê em ê bînin, ango hêza QSD’ê wê bîne. Bila kes we nexapîne. Bila nebêje li Sûriyê DAÎŞ qediya. Belê, dibe ku hêzeke mezin nemabe. Lê li gelek deveran DAÎŞ maye. Li Idlib, Şamê DAÎŞ hê çalakiyan dike. Lê weke hêzeke xwe bi ser hev de anî li pêş me nîn e û dawiya wê jî wê şervanên QSD’ê bînin.’’
REWŞA SIVÎLAN
Efrîn li ser rewşa sivîlan a di şer de jî bi bîr xist ku ji destpêka pêngavê ve gelek komkujî li ser sivîlan bûne û ev sivîl jî piranî ji qadên rejîmê dixwestin derbasî qadên wan bibin. Efrîn diyar kir ku ji hêlekê ve wan şer dikir û ji hêla dî ve jî ji bo ku sivîlan biparêzin gelekî hewl didin û sivîl li kampên Şedadê û Hesekê bi cih kirine ku destpêka pêngavê ev kamp vekiribûn.
Efrîn bi domdarî li ser rewşa sivîlan got her ku gund û qad azad dibin sivîl li qadên xwe vedigerin û niha jî gelek sivîl li gund, gundik û bajarokan vegeriyane.
‘ME ÇETEYÊN KU EW XWEDÎ DIKIRIN TÊK BIRIN’
Fermandara YPJ’ê li ser êrîşên li ser Efrînê yên van rojên dawî jî got, ji mêj ve ye ku Erdogan û dewleta Tirk gefê li Rojava dixwin û van rojên dawî Erdogan zêdetir gefan li Efrînê û Rojava dixwe, niha hatiye asta gefê û cara pêşî li Efrînê jî xistine. Efrîn bi domdarî got, ‘’Lê ev ê ne cara pêşî be ku em ê li dijî hêzên Tirk şer bikin. Heke em li rastiyê binerin DAÎŞ a ku niha ew têk dibin jî têkbirina dewleta Tirk e. Her wiha li Rojava bi ‘Artêşa Azad’ û hêzên dî re jî şer kirine, ku em vê weke şerê dijî Tirkan dibînin. Îro çeteyên ku li Rojava, Bakurê Sûriyê û Sûriyê hemû çeteyên Erdogan û dewleta Tirk bûn û wan ev xwedî kirine. Heke îro Erdogan bi hêrseke mezin bi ser Efrînê de tê ev hemû ji ber sedema hêrsa têkçûna DAÎŞ’ê ye. Ev a rast têkçûna Erdogan e. Hêzên ku heta niha me ew têk birin, wan xwedî kiribûn. DAÎŞ li Rojava û Bakurê Sûriyê têk diçe. Ev têkçûna Erdogan e.’’
‘ERDOGAN DIXWAZE PROJEYA BAKURÊ SÛRIYÊ BI DERENGÎ BIXE’
Fermandara YPJ’ê Axîn Efrîn got çi dema ku dewleta Tirk di nav xwe de dirize û tek biçe jî her demê hewl dide ku şer li derveyî xwe bike lê dewleta Tirk niha di nav krîzeke mezin de ye. Efrîn diyar kir têkçûna DAÎŞ’ê li Bakurê Sûriyê pêkhatine projeya Bakurê Sûriyê bû, yanî pêkhatina jiyaneke nû ya hevpar a Kurd, Ereb, Sûryan, Tirkmen û Xiristiyanan bû û hêza ku vê projeyê pêk tîne QSD ye û çavê Erdogan li vê bar nabe ji bo vê jî Erdogan diwaze wan û Sûriyê tim di nav şer de bihêle, da ku pêkhatine vê projeyê bi derengî bixe.
‘ARMANC PROJEYA BAKURÊ SÛRIYÊ YE’
Efrîn bi domdarî bal kişande ser hişmendiya yekreng a dewleta Tirk û got çavê wan li civakeke pir reng, demokrat, wekhev nabe û wiha pê de çû: ‘’Hedefa wan a sereke êrîşa bi ser projeya Bakurê Sûriyê de ye. Her wiha dixwazin krîz û rizîna leşekrî, aborî, civakî binixumînin, ji der ve diwazin xwe xurt nîşan bidin û bibêjin, va em hene.’’
‘TIRKIYE WÊ DI NAV KRÎZAN DE BIFETISE’
Fermandara YPJ’ê Efrîn wiha dom kir:’’Li hêla dî êrîşa dewleta Tirk a bi ser Efrînê de tê maneya ku bikeve çiravê. Erdogan bi vê nêzîkatiya we Tirkiyê bi tevahî dixe nav krîzê. Jixwe Erdogan her dema ku di televizyonan de diaxive ne weke serokdewletekî lê weke dîktator, weke fermandarê artêşê diaxive.’’
‘GEL Û ŞERVAN WÊ WAN POŞMAN BIKIN’
Efrîn bal kişande ser pêvajoya Kobanê û got, ‘’Çawa ku bi hemû hêza netewî wan li Kobanê DAÎŞ têk birine li Efrînê jî bi hêzeke netewî ya ji vê meztir em ê li dijî dewleta Tirk şer bikin. Hêza YPG, YPJ, Cebel el- Ekrad û Ceyşûl Siwar ji mêj ve ye haziriya xwe dikin. Haziriyke mezin heye û bi biryardarî û baweriya wan dema ku ew hatin wê poşman bibin. Mînaka vê ya herî mezin meşa gelê Efrînê ye. Weke hin fermandarên YPG’ê yên li Efrînê gotin, divê dewleta Tirk bibîne ku hemû gelê Efrînê YPG û YPJ ye. Gelê Efrînê nîşan da ku gelê Kurd xwedî hişmendiyeke netewî ye. Gelê Kurd ku dewleta Tirk di serê xwe de çêkiriye nîne. Dilsozê xaka w,e zarokê xwe û azadiya xwe ye. Kurd êdî xwedî vê baweriyê ne. Em heta dawî bi vê bawer in ku wê hêza wê ya leşkerî heta dawî wê biparêze. Dewleta Tirk ji hêla xwe ve vî hesabî dike: Dema ku êrîş bi ser Efrînê de bir gel wê xwe li sînoran bixe. Ji bo vê jî sînoran digire. Dîwarê ku berê me jê re dîwarê şerm digot lêkir. Niha jî wan dîwaran vedikin. Lê gelê Efrînê baş dizne ku celadê ku wan dikuje wê wan neparêze. Jixwe gel bi meşa xwe nîşan da ku ti hêz bi wan nikare. Tirk bi hatine Efrînê wê pir poşman bibin. Her wiha gelê Efrînê ji çiyayên Efrînê meztir e. Ti caran rê nade dewleta Tirk. Efrîn xwedî cografyayeke asê ye, dewleta Tirk nikare li wan deran bisekine.’’
BÊDENGIYA SÛRIYÊ Û RÛSYAYÊ
Herî dawî fermandara YPJ’ê Axîn Efrîn bal kişande ser bêdengiya Rûsyayê û got, ‘’Li Efrînê xwedêgiravî hin hêz bi me re di nav diyalogê de ne. Em nabêjin tifaq. Ji ber ku hêzên ku di nav tifaqê de ne hev diparêzin. Ji bo vê em diyalog dibêjin. Yek ji van hêzan Rûsya ye. Heta niha Rûsya deng ji xwe neaniye. Bêdeng ma. Ev ji hêlekê ve tê wateya pejirandina êrîşên Tirkan. Nêzîkatiyeke wiha ya Rûsyayê her wiha wê bibe şaşiyeke mezin li dijî Kurdan. Bêdengiya rejîmê jî tê maneya bêvînbûna xwe. Vê hişkere dibêje; ez weke dewlet nîn im û têk çûm.
Ez careke dî bibêjim; em ê ne cara pêşî li Rojava bi dewleta Tirk re şer bikin û wan têk bibin. Gelek caran li Rojava li dijî dewleta Tirk me şer kir û em ê dîsa şer bikin.’’