Di şerê li dijî DAIŞ’ê de rojeke şervanên QSD’ê....

Em du rojnamevan ji bo ku şopandina operasyonên li dijî du gundên bi navê Makara Nû û Makara berê, du rojan ligel şervanên QSD’ê bûn…

Pêngava Bagera Cizîrê ya ku bi pêşengiya YPG, YPJ û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê di 9’ê Îlona 2017’an de hatibû destpêkirin, di roja 58’emîn de didome. Şervanên QSD’ê li kêleka Çemê Firatê bi pêş ve diçin û cihên di warê petrolê de stratejîk in, ê bi navê Konîka û Cafer jî rizgar kirin.

Gundên li kêleka Firatê têra xwe mezin in. Ji ber ku gund mezin in, çeteyên DAIŞ’ê ev tişt ji xwe re kirine avantaj. Çeteyan cihên ku gund diqedin, xeta xwe ya parastinê amade kirine û li her derê mayîn danîne.

Ji şer zêdetir çete bi sûîkast û wesayîtên bombebarkirî sivîlan ji xwe re dikin hedef. Ji ber vê jî sivîl ji qadên di bin dagirkeriya çeteyan derdikevin û berê xwe didin qadên QSD’ê yên hatine azadkirin.

QSD jî ji bo ku xisar negihêje sivîl û mal û milkên sivîlan, bi awayekî hesas tevdigerin.

Em du rojnamevan ji bo ku şopandina operasyonên li dijî du gundên bi navê Makara Nû û Makara berê, du rojan ligel şervanên QSD’ê bûn.

Ji ber ku operasyonên bi şev rîska xwe hene, şervanên QSD’ê destûr nedan ku em beşdarî operasyonên bi şev bibin û lê derfetên me çêbûn ku em operasyonên sibehê bişopînin.

BI BERBANGÊ RE EM BI RÊ DIKEVIN

Bi berbangê re em jî ketin rê. Li Dêrazor gelek çol hene û ji ber jî gelek caran bagera xîzê pêk tê.

Dema em digihêjin têketina gund, şervanê ku em anîne dibêje, “Divê êdî hûn li wesayîtên zirxî siwar bibin, ji ber ku îhtîmala sûîkastê gelek e.” Şervan piştî ku me dixe panzêrê, ew vedigere. Piştî ku em du, sê kolanan derbas dikin, em digihêjin ba fermandarên êrîşê.

Komên êrîşê jî xwe amade dikin. Her ku şervan tên, wekî ku em ê cara pêşîn şer bibînin, em dikevin heyecanê. Piştî ku cebilxaneyên xwe kontrol dikin, her komek ji xeteke cihê dikeve rê.

Piştî ku kom digihêjin cihên xwe, xeta parastinê ya DAIŞ’ê bi doçkayan tê lêdan. Piştî lêdana saetekê komên êrîşî dest bi tevgerê dikin. Fermandarên ku koordîneya êrîşê dikin, sed metreyan li paş şervanan êrîşî koordîne dikin. Her ku şervan ber bi gund ve diçin, dengê şer zêdetir dibe.

Êvarî dema ku şervan xwe digihînin xeta dawîn a gund, dengê şer zêdetir dibe. Çete di dawiya gund de asê mane. Bi qasî du saetan li vê derê şerekî giran çêdibe.

Li ser laserkê hin şervan dibêjin ku, hin çete çekên xwe diavêjin û direvin. Dema ku roj diçe ava êdî gund dikeve bin kontrola şervanên QSD’ê. Şervanên QSD’ê ji bo ku DAIŞ ji gundên din bi wesayîyên bombebarkirî êrîşê nekin, bi dozeran rêyan digirin.

Dema ku şervan kozikên xwe yên ji bo şev amade dikin, em jî vedigerin cihên xwe.