Devlikenên li eniyê

Hasret û Amara..Bi keleşên li destan, bi baweriya di dil de, bi awirên xwe yên ku hêvî ji wan diçin li gund û çolên Dêra Zorê tirsê dikine dilê dijmin.

Çeteyên ku ketin ber Bagera Cizîrê ya QSD’ê ber bi xilasbûnê ve diçin. Şervanên YPJ’ê yên ku di şerê dijî DAIŞ’ê de li eniya pêş in mohra xwe li dastanên wiha dixin ku ji dinayê re dibine mînak.

Hasret Kobanê û Amara Rênas Ferhat jî bi keleşên li destan, bi baweriya di dil de, bi awirên xwe yên ku hêvî ji wan diçin li gund û çolên Dêrazorê tirsê dikine dilê dijmin.

‘EM LI AZDIYÊ ASÊ BÛN’

Êrîşên giran ên DAIŞ’ê yên bi ser pêngava Dêrazoê de şervanên YPJ’ê şikandin. Hêzên QSD’ê ku nêzî 20 rojan asê man ji hêla şervanên YPJ’ê ve, ku li eniya pêş şer dikin hatin xilaskirin.

Hasret Kobanê yê ku 2016’an tevlî YPJ’ê bûyî, vê serkeftinê bi dilnizmiyekê dibêje: ‘’Çeteyan berê sibehê bi çekên giran û bi teqemiyê êrîş anîn. Pêşî me kozikên xwe danîbûn û ev êrîş me şikand. Em ji bo azadî û rehetiya gelê xwe li vir şer dikin. Em naxwazin ku gelê me koç bike. Ên ku koç kirine jî em dixwazin vegerin. Armanca me ew e ku em xaka xwe biparêzin, azad bikin, dijimin tine bikin, em li vê asê bûn.’’

‘HER KES BI GIYANÊ HEVRÊTIYÊ ŞER DIKE’

Hasret Kobanê dibêje ew bi dilsoziya bi hevrêtiyê heq ji her cure dijwariyê tên û didomîne, ‘’Em şervanên Ereb, Sûryan, Tirkmen, Ermen û şervanên enternasyonel mil didin hev. Em pir dilsozê hev in. Her kes bi giyanê hevrêtiyê ji bo gelên ku zilm li ser wan heye azad bike şer dike.’’

‘EM JI BO AZADIYA JINÊ CANÊ XWE DIDIN’

Amara Rênas Ferhad jî beriya bi 2 salan ji Amedê çûye Rojava ku şer bike. Piştî pêngavên Minbic û Tebqayê niha jî tevlî pêngava Dêrazorê bûye.

Amara jî dibêje, piştî ku wê zilma DAIŞ’ê ya li ser jinan dîtiye biryar daye ku tevlî eniyê bibe û didomîne, ‘’Ji bo me pir girîng e ku jin ji koletiyê rizgar bibin. Em bi bawerî û hêza xwe ya azadiyê şer dikin. Ji bo vê em canê xwe didin.’’

‘HEVRÊYÊ MIN XWE DAVEJE BER MIN’

Amara jî balê dikişîne ser giyanê hevrêtiyê ku bandoreke mezin lê kiriye û dibêje: ‘’A ku herî pir bandorê li min dike ew e ku dema ku em di eniyan de şer dikin hevrêyê min xwe avête ber min. Dema ku dijmin êrîşê tîne an jî di operasyonên rizgarkirina gel de em xwe didin ber hev, bi hezkirineke jidil em hev diparêzin. A ku tirsê dide dijmin hezkrina me ya li hev e. Dayik bi girî ber bi me ve dibezin û dibêjin, ‘’Xwedê ji we razî be, we em ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.’. Em encama hezkirina xwe wiha ibînin.’’

Her du şervan jî dibêjin piştî Pêngava Dêrazorê jî wê li dijî DAIŞ’ê û li dijî hişmendiya ku jinan dike kole şer bikin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA