Cenazeyê şervanê YPG’ê Êrîş Efrîn hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG’ê Êrîş Efrîn ku di berxwedana li hemberî çeteyên Tirkiyeyê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq spartin axê.
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG’ê Êrîş Efrîn ku di berxwedana li hemberî çeteyên Tirkiyeyê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq spartin axê.
Bi sedan welatiyên Kantona Efrînê li pêşiya Nexweşxaneya Avirîn kom bûn û cenazeyê şervanê YPG′ê Ebdulqadir Miho (Êrîş Efrîn) wergirtin. Girseya gel piştî wergirtina cenaze ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ve ketin rê.
Li goristanê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê YPG′ê Dilxwaz Efrîn axivî, sersaxî ji malbata şehîd Êrîş re xwest û bal kişand ser berxwedana gelê Efrînê ya li hember komên çete û dagirkeriya Tirk.
Dilxwaz bi navê YPG′ê soza tolhildanê û şopandina rêya şehîdan ya heta avakirina Sûriyeke Federal da.
Piştre Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Meryem Henan û bi navê Rêveberiya Xweser Nûrî Şêxo axivîn, sersaxî ji malbata têkoşer re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.
Di dawiyê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.