Cenazeyê şervanê QSD'ê Xedeb li Eyn Îsayê hate veşartin
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihena Mensûr (Xedeb) ê di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Eyn Îsayê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihena Mensûr (Xedeb) ê di pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Eyn Îsayê bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihena Mensûr (Xedeb) ku 17'ê Cotmehê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Kantona Girê Spî hate wergirtin. Girseya gel bi karwanekî ji wesayitan, cenazeyê Xedeb bir gordistana gundê Hikomî yê Eyn Îsayê.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Mihemed Xabûr axivî û anî ziman ku bi saya şehîdan ew li ser axê xwe bi aramî dijîn. Mihemed Xabûr diyar kir ku şehadeta her şervanekî ji bo wan cihê serferaziyê ye.
Bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî Mehmûd Mistefa axivî û sersaxî ji malbata şehîd re sersaxî xwest. Mistefa bal kişand ser destwerdana Tirkiyeyê li axa Bakurê Sûriyeyê û got, "Tirkiyê li beramberî serketinên QSD'ê li Bakurê Sûriyeyê û bi taybetî rizgarkirina Reqayê bê çare maye. Ji ber vê yekê hewl dide bi her awayî dest li axa Sûriyeyê werde. Bi rizgarkirina bajarê Reqayê re Tirkiyeyê êrîşên xwe yên li ser Efrîn zêde kir. Li aliyekî din derbasî Idlibê bû."
Mehmûd Mistefa anî ziman ku ew ê li hember her êrîşan bê deng nemînin û tola şehîdên xwe rakin.
Piştî axaftinan, girse darbesta şehîd li ser milan kir û bi qîrîna dirûşman spart axê.