Cenazeyê Endamê Hêzên Sutoro Eskender hate veşartin
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê Endamê Hêzên Sutoro Mihemed Derwîş (Eskender) bi merasîmekê li goristana Suryaniyan a li taxa Mişêrfê veşart.
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê Endamê Hêzên Sutoro Mihemed Derwîş (Eskender) bi merasîmekê li goristana Suryaniyan a li taxa Mişêrfê veşart.
Welatiyên bajarê Hesekê cenazeyê endamê Hêzên Sutoro Mihemed Derwîş (Eskender) yê di 2‘ê Mijdarê de, di pêngava Bagera Cizirê de şehîd bibû, ji navenda Meclîsa Leşkerî ya Suryan a taxa Nasra wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana Suryaniyan a taxa Mişêrfê ve ketin rê.
Li goristanê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryan û Hêzên Sutoro ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre berpirsyarê Komîteya Têkiliyan a Meclîsa Leşkerî ya Suryan Ebcer Ebcer, Fermandarê Hêzên Sutoro Ebcer Ras El-Eyen, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xabûr Hesekê û Cîgirê Serokê Desteya Perwerdehiyê Hena Somî axivîn.
Di axaftinan de hate gotin ku serkeftinên ku têne bidestxistin encamên keda şehîdan e. Axaftvanan soza xwedîderketina li xeta şehîdan dan.
Nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fadiya Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazey#e Endam#e Hêzên Sutoru Mihemed Derwîş (Eskender) bi dirûşmeyan li goristanê hate veşartin.