Cenazeyê 4 şervanên YPG’ê bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyên 4 şervanên YPG’ê yên di Pêngava Reqa û Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, bi merasîmeke heybet ve hatin veşartin.

Bi hezaran welatiyê herêma Dêrikê cenazeyên şervanên YPG′ê Ferheng Ebdî (Argêş Koçer) ê ku di Pêngava Bagera Cizîr, Yahya Demirtaş (Birîndar Bêzar), Ramazan Ozsubaşi (Dîren Munzur) û Enver Barış (Xebat Batman) ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG′ê û Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Bedran Dêrik axivî di kesayeta her çar şehîdan de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û wiha got: ″Bi saya fedekariya şehîdan em jiyaneke azad û bi rûmet dijîn û ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn bûn nimûne. Em soza şopandina rêya şehîdan didin″.

Her wiha li ser navê TEV-DEM′ê jî Seîd Sîpan axivî û diyar kir ku bi saya berxwedana têkoşeran herêm di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û wiha anî ziman: ″Rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan yekîtiya gelên Bakurê Sûriyê li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan ava kir.″

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şehîdan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de hatin veşartin.