ROJANE
Hemû Nûçe
-
HDK Ewropayê komkujiya Sêwasê şermezar kir
HDK Ewropayê, rewşenbîrên di sala 1993'an de li Sêwasê hatin kuştin bibîr anî û qetlîamker careke din şermezar kir. -
'Elewî wê li dijî faşîzmê dakevin qadan'
Serokê Komeleya Elewiyan a Demokratîk Şaxê Stenbolê Îmam Balsever destnîşan kir, ku Elewî wê li dijî faşîzmê dakevin meydanê û got, "Pêwîste Elewî xwe ji bo xweparastinê amade bikin." -
Ne tenê Madimak, êdî her der dişewite
Di ser Komkujiya Madimakê re 24 sal derbas bûn. Tevî ku di nava 24 salan de gelek hikumet guherîn jî, zîhniyet hînê mîna berê ye. -
Li Cizîrê kesek bi derbkirinê hate binçavkirin
Li Cizîrê piştî şerê di navbera kesên nayên naskirin û polîsan qewimî û şûn de, kesek derb kirin û kirin binçavan. -
Erdogan li Elmanyayê wê xwe bi xwe biaxive!
Erdogan ê ku li Elmanya lidarxistina mîtîngan lê hatî qedexekirin, wê ji neçarî li Konsolosxaneya Tirk baxive. -
Li Parîsê bîranîna ‘Sêwasê’: Qetlîam didomin; berxwedanê geş biki
Li Parîsê kesên ku di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn, diyar kirin ku qetlîam hê didomin û divê li dijî vê berxwedan bê xurtkirin. -
Ji bo windayên li Amed û Îzmîrê lêgerîna edaletê
Li Amed û Îzmîrê xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li edaletê geriyan.Di çalakiyan de li aqûbeta Hasan Gulunay û Ahmet Ustun hate pirsîn. -
HDP: Wê şerê plana Efrînê mezintir bibe; divê her kes li dijî wê derkeve
HDP’ê diyar kir ji ber ku dewleta Tirk ji serkeftina Rojava aciz e plana dagirkirina Efrînê dike û wê ev tişt bi kêrî DAIŞ’ê were. -
Li Amedê qirkirina siyasî: 15 kes hatin binçavkirin
Piştî ku şevê dî Alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê ya Licêyê Orhan Mercan hate kuştin, 12 kes hatin binçavkirin. -
Li Swîsre û Elmanya bernameya bîranînê
Li Swîsre, Fransa û Elmanyayê Kurdistanî Zîlan (Zeynep Kinaci) û şervanên azadiyê yên ku di vê dema dawî de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. -
Wekîlên HDP’ê: Wesayitên zirxî bi navê qezayê dikujin!
Wekîlên HDP’ê têkildarî terora wesayitên zirxî yên li Kurdistanê gotin ev ne qeza ye lê kuştin e. Wekîl Yildirim û Pîr gotin hikûmeta ji bo ku Kurdan bikin hedef ‘çeka vekirî’ dane polîs û leşkeran. -
Dayikên Şemiyê: Em ji bo hemû kesî edaletê dixwazin
Dayikên Şemiyê di hefteya 640'an de aqûbeta Huseyîn Ertaş ê di 8'ê Tîrmeha 1995'an de di binçavan de hat windakirin pirsîn. Dayikan xwest biryara bê cezabûnê ya li ser dosyayê bi dawî bibe. Dayikan peyama 'Em ji bo hemû kesê edaletê diwazin' da. -
Serokê Şûbeya ÎHD'ê: Dixwazin Dersimê vala bikin
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Dersimê Gurmuz Solmaz diyar kir ku di serdema herî giran a binpêkirina mafê mirovan de derbas dibin û got, ji ber qedexekirina herêman, Dersim veguherandine girtîgeha vekirî. -
Festîvala Zîlan bi semînera ‘Xweparastinê’ dest pê kir
Festîvala Jinê ya Zîlan bi semînerên ‘’Zayendîtiya Civakî’ û ‘Xweparastinê’ dest pê kir. -
Halîm Dener li cihê ku hatî kuştin hate bibîranîn
Halîm Dener 30’ê Hezîrana 1994’an dema ku li Hannover a Elmanyayê dema ku afîşa ERNK’ê didaliqand ji hêla polîsên Elman ve hatibû kuştin. Halîm di salvegera 23’an de bi meş û mîtîngekê hate bibîranîn. -
'Me Sêwas ji bîrnekirye û em jibîrnakin'
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî 24'min salvegera Qetlîma Sêwasê de daxuyaniyekî nivîskî weşand û 33 kesên ku jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anî. -
Li Amsterdamê ji bo Yuksekdag çalakî hat lidarxistin
Li paytexta Hollanda Amsterdamê ji bo Hevseroka HDP'ê a girtî Fîgen Yuksekdag çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin. -
Li Girtîgeha Bandirma êşkenceyê li girtiyan dikin
Bîrsen Guven ku ji bo hevdîtina birayê xwe çû Girtîgeha Bandirma a Bi Tîpa T’yê , got gardiyan êşkenceyê li girtiyan dikin. -
Rêveberê AKP'ê hate kuştin
Alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê yê Licê yê Amedê Orhan Mercan şevê din hat kuştin. -
Li welatên Rojavayî piraniya kujeran sûcdarên berê yên krîmînal in
Tespîta wê hate kirin piraniya çeteyên DAIŞ’ê yên ku li welatên Rojava êrîş pêk anîne xwedî qeydên krîmînal in. -
Dîe Zeît: Kes hesabê saziyên Erdogan nake
Di rojnameya Dîe Zeît de, di şîroveyekê de hate gotin Serokkomarê Tirk Erdogan li Elmanyayê jî dubendiyê dike û êdî ‘ti lobiya Tirkiyê nemaye’. -
Li Elmanyayê li dijî Erdogan afîşên ‘’şiyar bin’’
Heftiya pêş me Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo civîna G-20’ê wê were Elmanyayê, li Elmanyayê afîşên bi navê ‘’şiyar bibin’’ hatin daliqandin. -
DMME’yê ji bo wekîlên girtî yên HDP’ê ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir
DMME’yê, serlêdana 17’ê Gulana 2017’an a ji bo Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û welîlên din ên girtî, nirxand. DMME’yê ji bo 12 parlementerên HDP’ê yên ku 10 jê girtîne ji Tirkiyeyê daxwaza parastinê kir. -
Li Awûstralyayê li ser Rojava civîn û konferans
Li Awûstralyayê ji bo balê bikêşin li ser federasyona demokratîk a li Sûriyeyê, beriya konferansa pêkwere civîna gel hat lidarxistin. -
Elmanya bi lez û bez ‘Destûra Erdogan’ derxist!
Elmanya, îro ji bo xwe ji şovên siyasî yên Erdogan xilas bike, destûra qedexekirina mîtîngan a lîderên biyanî bi lez bû bez derxist.