ROJANE
Hemû Nûçe
-
Xebatkarên TV10 cara 40’î li kolananin
Xebatkarên TV10’ê ya ku hatiye girtin, cara 40’î çalakiya xwe li dar xistin. -
Di protestoyên dijî G20'an de alên PKK'ê li ba dibin
Li Hambûrgê dijî Civîna Bilind a G20'an bi deh hezaran mirov dest bi meşê kirin. Li pêşiya meşê alên YPG, YPJ'ê û wêneyên Ocalan hatin berzkirin. -
Li aqûbeta Giyasettîn Oduncu hate pirsîn
Xizmên kesên ku di şer de hatine nebedîkirin û parezvanên mafê mirovan li Amedê lêgerîna xwe ya dadmendiyê domand. Vê heftiyê çîroka Giyasettîn Oduncu hate vegotin. -
Li dijî Civîna G20’ê bi deh hezaran kes wê bimeşin
Li dijî Civîna G20 ya li Hambûrgê tê lidarxistin, hefteyek e çalakiyên protestoyê didomin. Îro jî bi beşdariya bi deh hezaran kesan wê meşek were lidarxistin. -
Li Mûsilê 2 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dan
Hat ragihadin ku di êrîşên li rojhilatê Mûsilê de ku ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin, 2 rojnamevanên Iraqê ku şerê bi DAIŞ'ê re dişopandin jiyana xwe ji dest dan. -
Li Darmstand a Elmanya dewleta Tirk hate şermezarkirin
Kurdistanî li Darmstand a Elmanya hatin cem hev û hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin. -
Stêrk: Efrîn bi rihê seferberiyê dive rabe ser piyan
Endama Konseya Serokatiya Giştî Zilar Stêrk got gelê Efrînê, bi taybetî jî ciwanên Efrînê divê li dijî dagirkeriya Tirk bi çek bibe û bi rihê seferberiyê rabe ser piyan. -
‘Em ê mafê jiyanê yên Nûriye û Semîh biparêzin’
Platforma Piştgiriyê ya bi Nûriye û Semîh re ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça çalakiyek lidar xistin. -
Li Hambûrgê şer dijwar bû
Xwepêşandanên protestoyên G20’an dewam dike. Xwepêşanderên ku îro dest bi çalakiyên bêîtihatiya sivîl kirin, di nava rojê de dem bi dem şer qewimîn. Bi şevê re li ser êrîşên polîsan re xwepêşandaran jî bersiv da. -
Pûtîn û Trûmp agirbesta qismî ya Sûriyeyê dirêj kir
Vîlademîr Pûtîn û Donald Trûmp ên ku bi wesîleya Lûtkeya G20’an, hevdîtinek nêzî 2 saet û nîvan dom kir pêk anî, diyar kirin ku li ser mijara agirbesta Sûriyeyê lihev kirine. -
Êrîşkarên ku kete avahiya HDP’ê ya Kocaeliyê rêveberek birîndar kir
Êrîşkarek kete avahiya HDP’ê ya Kocaeliyê, rêveberê HDP’ê yê bajêr ji guhê wî birîndar kir. -
TJA: AKP ji qetilkirina Emanî Arrahman berpirs e
TJA, diyar kir ku qetilkirina jina bi navê Emanî Arrahman rê li ber polîtîkayên nîjatperest û dijminahiya jinê ya hikûmetê vedike û got: “Banga hê bi xurtî beşdarbûna nava têkoşîna azadiya jinê dikin.” -
Li dijî civîna G20'an bi hezaran kes di çalakiya bêîtîhatiya sivîl de ne
Îro li Hambûrgê Civîna Bilind a G20' pêk hat. Çalakiyên li dijî civînê berî hefteyekê destpê kirin û çalakî didomin. Çalakiyên hefteyê ku bi 3'ê beşan pêktê, pêngava 2. a çalakiya bêîtihatiya sivîl îro sibê destpê kir. -
NÛ BÛ-Doza Tûglûk taloqî 8'ê Îlonê hat kirin
Tûglûk a ku ji xebatên KCD'ê dihat darizandin nehat berdan, doz taloqî 8'ê Îlonê hat kirin. Tûglûk gotibû 'Ji KCD'ê teror dernakeve' Parêzerê Tûglûk Ramazan Demir wiha got; "Pêşniyarkirina Destûrekî Bingehîn, ji bo vê xebat kirin mafê herî sereke ye' -
Li Kopenhagê ji bo Ocalan çalakiya kon hat lidarxistin
Li Kopenhagê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hat lidarxistin. -
DAŞI’yê ajanê MÎT’ê: Ji bo sîxûriyê çûme Sûriye
Çeteyê DAIŞ’ê yên ku amadekarî dikir li naveda bajarê Dusseldorf a Elmanyayê çalakî pêk bîne hate gitrin, dest bi darezandina wî hate kirin. -
Girtiyê nexweşê penceşêrê Kemal Avci jiyana xwe ji dest da
Kemal Avci yê nexweş ê girtî ku sala 2016’an li Girtîgeha Silîvrî yê hate berdan, li nexweşxaneya dermankirina nexweşiya penceşêr a mîdeyê dibir, jiyana xwe ji dest da. Dewletê, bi girtina Avci ya çend caran ew êşkence dikir. -
Çalakiya li Marsîlyayê ya li dijî tecrîd û dagirkeriyê dewam dike
Çalakiya konê agahdarkirinê, ku bi şiyara "Azadî ji Ocalan re, bes e ji dagirkeriya li Kurdistanê re" li bajarê Marsîlyayê dest pê kir, dewam dike. -
Li gelek welatan wê ji bo Ocalan û Efrînê çalakî bên kirin
KCDK-E ji bo xwedîderketina li Ocalan û Efrînê 8-9-10’ê Tîrmehê li gelek welatan wê çalakiyan bike. KCDK-E’yê ji bo van meş û mîtîngan banga tevlîbûnê kir. -
Platforma Baweriyan ji bo mîtînga Hambûrgê bang kir
Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê li dijî Civîna Bilind a G-20 daxuyaniyek da û got, "Divê teqez pêşî li hêzên ku mafê mirovan xesp dikin, bê girtin." Platformê ji bo mîtînga li Hambûrgê banga tevlîbûnê kir. -
Doza Demîrtaş taloqî 24'ê Mijdarê kirin
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku kelepçe qebûl nekir ew nebirin rûniştina dozê. Doza Demîrtaş taloqî 24’ê Mijdarê kirin. -
Rûniştina doza Yuksekdag ji bo 15'ê Mijdarê hate taloqkirin
Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ji ber ku qebûl nekir bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) tevlî bibe, tevlî rûniştinê nebû. -
'Meşa edalet' gihîşt ber Stenbolê
'Meşa Edaletê' ya ji Enqereyê ber bi Stenbolê ve dest pê kir, gihîşt pêşiya Stenbolê. -
Tûglûk yekemcar derket pêşberî dadger
Alîkara Hevserokên HDP'ê Aysel Tûglûk, di doza ku girtî lê tê darizandin de yekemcar derket pêşberî dadger. Dadgehê biryar da temaşeker nekevin salonê. Rojnamevan û nûnerên rêxistinên jinan li ber edliyeyê disekinin. -
Demîrtaş: Em ê rûmeta vîna gelê xwe biparêzin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş li ser zexta kelepçekirinê û nanîna wî ya ji bo rûniştina dozê got, "Di nava her şert û mercî de em ê li dijî bê edaletiyê li ber xwe bidin û vîna gelê ku em temsîla wan dike, biparêzin."