Tevgera Jina Azad (TJA) têkildarî jina bi navê Amanî Arrahman a ku hate qetilkirin, îro daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Di vê demê li Tirkiyeyê şideta li dijî jinê sed qad zêde bûye de, carekî din bi sîstemekî herî hov a li dijî jinê re rû bir û ne. Emanî Arrahaman li gel pitika xwe ya 10 mehî û bi 9 mehî ducaniya xwe ji aliyê kesekî ku ji mirovahiyê nesîbê xwe negirtî ve bi awayekî hovane hate qetilkirin.
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku di şerê bi xwîn ê modernîteya kapitalîst a li ser Rojhilata Navîn dide meşandin de, jin û zarok berdêla wê dikişînin. Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
‘DESTHILATA DIJMIN BÛYE SEDEM’
“Emanî û malbata xwe ji ber şerê li welatê wan neçar maye ku koçî Tirkiyeyê kirine. Emanî û zarokên wê bi awayê herî hov ê hişmendiya serwer a mêr ve carekî din rast hatiye û hatine qetilkirin. Mixabin ji berk u cezayê şideta li ser jinê nayê pêkanîn û domandina edaleta bê sîstematîk wê encamên din jî bi xwe re bîne.
Ev bûyer ji ber dijminahî û polîtîkayên nîjatperesetiya desthilata siyasî ya li hember jinê pêk hatiye. Di pêvajoya hikûmeta AKP’ê de destdirêjî û destavêtina li hember jinê zêde bûye. Rewşa bê cezayê ya li hember şideta li ser jinê, bingehê ji bo sûcên nû dide avakirin.
Ji hişmendiya serwer a mêr ku di kesayeta Emanî ku jinek û zarokek qetil kirin, hikûmeta AKP’ê berpirs e. Şerê qirêj, polîtîkayên zayendparêzî û nîjatperestî yên ku li pişt vê hişmendiyê li ser erdnîgariya me pêk tê, em weke jin baş dibînin û şermezar dikin.
BANG
TJA, di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Bang li hemû jinan dikin ku li dijî şideta li ser jinê, destavêtin û destdirêjiyê parastina xwe pêş bixin, rêxistinkirina xwe bilind bikin û hê xurtir beşdarî têkoşîna azadiya jinê bibin.