ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Divê gelê Gaziyê li dijî înfazan rabe berxwedanê’
Nûnerên partiyên siyasî û civakî yên li Gaziyê, diyar kirin ku înfazên li Geziyê ‘bi destê dewletê’ tên kirin, banga hê zêde ya berxwedanê kirin. -
Anli ji girtîgehê derket
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ê ku di derbarê wî de biryara berdanê hate dayîn, hate berdan. -
Divê Kurd jî xwedî mafbin ku nêrînên xwe bînin ziman
Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, diyar kir ku Kurd divê di destûra bingehîn a nû de cihê xwe bigire û got: “Kurd Sûriyeyî ne, weke civakên din xwedî maf in ku nêrînên xwe bîne ziman.” -
Li Danîmarakayê ji bo azadiya Ocalan çalakiya kon
Li paytext Kopenhag a Danîmarkayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çakakiyek kon hate lidarxistin. -
Anlî hate berdan
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anlî hate berdan. -
NZZ: Kurd nikarin biçin welatê xwe
Yek ji rojnameyên rojane ya Swîsreyê Neûe Zurcher Zeîtûng (NZZ) di hejmara xwe ya îro de têkildarî koçberên Kurd yên ku ji ber rejîma Erdogan nikarin bizivirin warên xwe, cih da nivîsekî berfireh. -
Li Romayê çalakiya azadiyê ji bo Ocalan
Li bajarê Romayê yê Îtalyayê çalakî ji bo azadiya Ocalan hate lidarxistin. -
Baydemîr; HDP'ê serî netewand û wê ji niha şûn de jî serî netewîne
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr diyar kir ku HDP’ê heta niha li dijî zilmê serî netewandiye û wê ji niha û şûn de jî serî netewîne. -
Li Sefaretxaneya Tirk pankarta ‘Kujer Erdogan’
Tîma Tolhildanê ya Zinar Raperîn li Sefaretxaneya Tirk a Marsilyayê pankarta bi navê ‘Kujer Erdogan’ daleqand. -
17 HDP’yî hatin binçavkirin
Li navçeya Meneme a Îzmîrê 17 HDP’yî hatin binçavkirin. -
Ji bo Efrînê li Elmanyayê çalakî hatin lidarxistin
Li bajarên Bonn û Mînden ên Elmanyayê, planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê hatin şermezarkirin. -
Dadgeriya Tirk 7 sal û 6 meh ceza li Çaglar Demîrel birî
Dadgeriya dewleta Tirk, 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamentera Amedê ya HDP'ê Çaglar Demîrel birî, ku Demîrel niha girtî ye. -
2 rojnamevan hatin binçavkirin
Nûçegihanên Dîhaberê Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman hatin binçavkirin. -
Demîrtaş: Em têkoşîna xwe ya rûmetê li girtîgehan didomînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji ber ku ew namzetê xelata Mafên Mirovan a Vaclav Havelê hate nîşandan, ji Serokê Koma Çepgir a Yekbûyî ya Ewropayê (UEL Group) Tîny Kox re name şand. -
Li gundên Mêrdîn û Şemzînanê derketina derve hate qedexekirin
Li 3 gundên Mêrdînê û gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê, derketina derve hate qedexekirin. -
Di maça Galatasarayê de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Li Swêdê, dema ku lîstika futbolê ya tîmên Galatasaray-Ostersûndê li Jamtkraf Arenayê dihate lîstin ciwanên Kurd ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin bi posterên Ocalan ketin sehayê. -
'14'ê Tîrmehê berxwedana li dijî qirkirin û mêtingeriyê ye'
TŞYG'ê destnîşan kir, ku berxwedana zindana Amedê ya 14'ê Tîrmehê tê wateya rabûna gelê Kurd li ber qirkirin û mêtigeriyê ye. -
Viyana ji bo Efrînê di çalakiyê de bû
Li Viyana paytexta Awûstûryayê, êrîşên li dijî Efrînê hate protestokirin. -
Girtiyên PKK’yî û PAJK’î: Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji me re mîras e
Girtiyên PKK’yî û PJAK’î di salvegera berxwedana rojiya mirinê de ya girtîgeha Amedê ya nimreya 5’an peyamek weşandin û diyar kirin ku wan giyan û çanda berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê ji xwe re kirine mîras. -
Dadgeha Elmanyayê 3 sal û 3 meh ceza da Mûhlîs Kaya!
Ji bo siyasetmedarê Kurd Mûhlîs Kaya ê ku ev 8 meh bû doza wî li Dadgeha Cezayê Bilind ê Eyaleta Stûttgartê dom dikir, 3 sal û 3 meh ceza lê hate birîn. Bi vî rengî di demê dawî de dadgeha Elman hejmara siyasetmedarên ku ceza lê birîne gihişte 9’an. -
Ciwanên Azad ji bo Festîvala Mazlûm Dogan banga tevlîbûnê kir
Koordînasyona Ewropayê ya Ciwanên Azad ji bo Festîvala Ciwanan a Mazlûm Dogan banga tevlibûnê kir û got "Divê em layîqî Mazlûm Doganan bin." -
'Em bi giyanê 14’ê Tîrmehê tevlî Festîvala Mazlûm Dogan bibin'
KCDK-E û NAV-DEM'ê, ji b 20. Festîvala Çand û Sporê ya Ciwanan a Mazlûm Dogan, ku wê li bajarê Blegny ê Belçîkayê pêk were, banga tevlîbûnê kirin. -
Li Iraqê êrîşa xwekujî
Li bajarê Kerme yê ser bi eyaleta Enbar a Iraqê, danê vê sibehê êrîşeke xwekujî hate kirin. Di encamê de 6 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn. -
Stêrka Sor Alî Çîçek
Ciwanê Kurd Alî Çîçek di azadkirina gelê Kurd de xwe berpirsyar dîtiye. Êş û zilma li ser gelê Kurd kiriye hêrs û çalakiyeke şoreşger. -
Yuksekdag: Em gotinên Erdogan lê vedigerînin
Li ser navê parlamenter û siyasetmedarên HDP'ê yên li Girtîgeha Tîpa F Hejmara 1. a Kandirayê tên girtin Fîgen Yuksekdag daxuyaniyeke nivîskî da û bersiv da gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ên li Hambûrgê anîbû ziman.