NZZ: Kurd nikarin biçin welatê xwe
Yek ji rojnameyên rojane ya Swîsreyê Neûe Zurcher Zeîtûng (NZZ) di hejmara xwe ya îro de têkildarî koçberên Kurd yên ku ji ber rejîma Erdogan nikarin bizivirin warên xwe, cih da nivîsekî berfireh.
Yek ji rojnameyên rojane ya Swîsreyê Neûe Zurcher Zeîtûng (NZZ) di hejmara xwe ya îro de têkildarî koçberên Kurd yên ku ji ber rejîma Erdogan nikarin bizivirin warên xwe, cih da nivîsekî berfireh.
Rojnameyê diyarkir ku li Swîsreyê gelek Kurd hene ku dixwazin dema Havînê li welatê xwe derbas bikin û wiha tê gotin: "Îsal Kurd ji ber metirsiya girtin û binçavkirinê nikarin biçin welatê xwe."
Rojnameyê diyarkir ku ne tenê di dema Havînê de, di nexweşî, mirin û pirsgirêkên malbatî de jî gelek Kurd hene ku îsal neçûne Tirkiyeyê. Rojnameyê her wiha diyarkir ku ne tenê di mijarên siyasî de, di demên dawî de Tirkiyeyê li dijî hemû koçberên Kurd ên li Swîsreyê dijîn, dest bi pêkanînê nû kirine û ev agahî da:
"Koçberên Kurd ên ku hemwelatiyên Swîsreyê û bi pasaporta Tirkî geştê dikin li balafirgehan tên astengkirin. Li gumrukan berpirsên Tirk ji Kurdan re dibêjin ku 'Ji bo we pasaporta Tirkî ne bese' û bi axaftinan rêwiyan tacîz dikin.
Têkildarî mijarê rojnameyê cihekî berfireh daye nirxandinên koçberên Kurd ên ku çûne Tirkiyeyê û astengiyên ku derbas kirine vegotine.”