ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parezerên Demîrtaş xwe ji rûniştina dozê vekişandin
Parêzerên Hevserokê Gişti yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji ber Demîrtaş kelepçe red kir û rayedaran ew nanîn dadgehê, xwe ji rûniştina dozê vekişandin. -
Demîrtaş kelepçe red kir, dadgeriya Tirk ew tevlî rûniştinê nekir
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê dîl hatiye girtin, piştî 245 rojan wê tevlî rûniştina doza li Edliyeya Enqereyê bihata kirin. Lê belê ji ber ku qebûl nekiriye ku destên wî bi kelepçeyê bên girêdan, ew nanîn dadgehê. -
Gelo Kurd dikarin azad siyasetê bikin?
Li Kurdistanê bi navê siyasetê tiştek tine. Li dij yên nasname, ziman, çand, hebûn, azadî û îradeya xwe ya siyasî diparêzin, êrişên mêtingeriya tevkujer hene. Li Kurdistanê li dij gel êriş heye. Li dij siyasetvanên bûne îradeya siyasî ya gel êriş heye. -
Hesabê şaş wê ji Efrînê xira bibe
Di rojên pêş de em ê bibînin bê ka kî wê çi bibêje û çi bike lê Efrînê ya xwe got: "Hesabê şaş wê ji Efrînê xira bibe!" -
Merkel û Erdogan bi rengekî nexweş li hev rûniştin
Serokkomare Tirk Tayyîp Erdogan, ku ji bo tevlî civîna bilind a G-20'an bibe hate bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, danê êvarê bi Serokwezîr Angela Merkel re rûnişt. -
'Kuştina Vedat Aydin destpêk bû'
Qurbanê destpêkê yê kuştinên 'kiryar nediyar' ên salên 90'î yên li Bakurê Kurdistanê, Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin bû. Parlamenterê Amedê yê HDP'ê Îmam Taşçier, ku hevalê zarokatiyê yê Aydin bû, qala wî kir. -
PDK'ê enternasyonalîstên YPG'yî xist nava dilxwazên DAIŞ'ê
PDK'ê, enternasyonalîstên YPG'yî, xist hundirê qewîşeke ku 30 endam û dilxwazên DAIŞ'ê lê ne. Bi vî rengî PDK'ê hem derew li wan kir, hem jî li dewletên wan kir. -
Li Parîs û Cenevreyê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Parîs ê Fransayê û bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
Li Hambûrgê polîsan êrîşî xwepêşanderan kir: Gelek kes birîndar bûn
Di şerê navbera polîs û xwepêşanderan de ku li dijî Lûtekeya G20’an a li bajarê Hambûrg a Elmanyayê kom bibûn, gelek kes birîndar bûn. -
HDP’ê ragihand ku wê beşdarî ‘Mîtînga Edaletê’ bibin
HDP’ê, ragihand ku wê di dawiya Meşa Edaletê de, beşdarî Mîtînga Edaletê ku wê 9’ê Tîrmehê bê lidarxistin bibe. -
Biryara PE’yê ya Tirkiyeyê nîşana qutbunê ya herî zelal e
Zanayê Siyasetê Cengîz Aktar û Parlemeterê HDP’ê yê Mêrdînê û zanayê siyasetê Mîthat Sancar, biryara PE’yê ya têkildarî Tirkiyeyê ji ANF’ê re nirxandin. -
Siwîsre dixwaze ciwanê Kurd radestî Tirkiyeyê bike?
Siwîsre, ciwanê Kurd ê bi navê A.Rûhat Ûzûn ê ku daxwaza rûniştina siyasî kir,dixwaze koçberên siyasî yên Kurd ku vegerîne Bûlgarîstanê û radestî Tirkiyeyê bike. -
Îlhama Civîna Alternatîf a G20’yê: Ocalan û Rojava
Li dijî Civîna G20 ya ku wê di 7-8’ê Tîrmehê de li bajarê Hambûrgê ya Elmanyayê li dar bikeve, ‘Civîna Alternatîf’ a 70 saziyan duh destpê kir. -
Şêwra Dewletê biryara hilweşandina Sûrê pejirand
Serlêdana li Şêwra Dewletê ya ji bo betalkirina ‘Gelemperîkirina Lezgîn’ a Desteya Wezîran a Tirk ku 90 ji 100’î ya Sûrê di nav xwe vedihewand nehate pejirandin. -
Parlamenta Ewropayê danûstandinên bi Tirkiyeyê re sekinand
Parlamenta Ewropayê, rapora li ser rawestandina danûstandinên endametiyê yên bi Tirkiyeyê re, qebûl kir. Rapor bi 466 dengan hate qebûlkirin. -
Demîrtaş wê yekemcar tevlî rûniştinekê bibe
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, wê di rûniştina li 35. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê amade be. -
Li bajarên Egeyê operasyonên li dijî HDP’ê
Li Balikesîr, Manîsa û Aydinê HDP’yî hatin binçavkirin. -
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Em Tirkiyê şermezar dikin
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji ber ku Dîrektora wan a Tirkiyê Îdîl Eser û gelek parezvanên mafên mirovan binçav kirin Tirkiye şermezar kir. ÎHD jî helwesta xwe nîşan da. -
Bavê Berkîn: Di qesra vala de em ê li edaletê bigerin
Beriya rûniştina 2’emîn a têkildarî kuştina Berkîn Elvan ê ku di dema bûyerên Geziyê de ji aliyê polîsan hatibû kuştin, li ber Qesra Adliyeyê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. -
HDP'ê tecrîda li ser Ocalan xist rojeva Meclîsê
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xist rojeva Meclîsê. -
Ezmûna Efrînê
Heke hewla dagirkirina Efrînê were dayin, wê pêleke dî ya berxwedanê derkeve holê. Gelê Efrînê wê bibeze ser tang û topan û xaka xwe, gundê xwe bi dest dagirkeran ve bernede. -
Dozgerê Fetûllahî bi saya dijminatiya li Kurdan xwe rizgar kir
Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Eker, ku navê wî di nava endamên Fetûllahiyan de hat nîşandan, derket holê ku di berdêla dozên xwe yên li dijî siyasetmedarên Kurd û wekîlên HDP'ê de bi AKP'ê re li hev kiriye. -
‘Em ê lûtkeya kapitalîst û dîktarotan asteng bikin’
Koordînasyona Ciwanê Azad: Erdoganê dîktator ê ku her roj gelê Kurd qetil dike û qirkirinê li ser dide meşandin jî wê tevlî Lûtkeya G20’ê bibe. Ji ber vê yekê dem demê em hesab ji dewletên komploger û qirkeran bixwazin . -
Li Elmanyayê pankarta ‘Dîktatoriyê bikuje’
Li Elmanyayê di 3’ê Tîrmehê de li Berlînê li pêşiya Avahiya Serokwezîr li dijî “dîktatoran” çalakiyek hate lidarxistin. Erdogan ji ber çalakiyê nerazîbûna xwe nîşan da. -
Li Mûsilê çeteyên DAIŞ’ê di qadeke teng de asê man
Li Mûsila kevn şerê dijwar didome. Hêzên Iraqê hêdî hêdî bi pêş ve diçin.