Li Parîs û Cenevreyê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarê Parîs ê Fransayê û bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Parîs ê Fransayê û bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên li playtexta Fransa Parîsê dijîn, ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bînin ziman, çalakiyek lidar xistin.
Çalakî li ser banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) saet di 19:00 de li ber avahiya Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) hate lidarxistin û endamên meclîsa navendî ya civaka Kurd a demokratîk a li Parîs û derdora wê û endamên ACTÎT'ê tevlî bûn.
Di çalakiyê de pankart û dowîzên bi nivîsa ji bo azadiya Ocalan hatin hildan û li ser tecrîda giran belavok hatin belavkirin.
Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê Mehmet Alî Yildiz li vir axivî û bang li raya giştî û medya Fransayê kir, ku li pêşberî tecrîda giran a li ser Ocalan bêdeng nemînin.
Yildiz destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd azad bibe wê çalakiyên xwe bidomînin û ji bo meşa 8'ê Tîrmehê roja Şemiyê saet di 17:00 a li meydana Repûblîqûe banga tevlîbûnê kir.
Di dema çalakiyê de heyetek ji çalakgeran, têkildarî tecrîda li ser Ocalan dosyayek pêşkêşî rayedarên ajansê kir û çalakî piştre bi qîrîna dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Erdogan ê kujer" qediya.
CENEVRE
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek hate lidarxistin.
Kurdistanî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê li hev civiyan û tevî dostên xwe bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di çalakiyê de ku wêneyên Ocalan, alên KCK, YPG û YPJ'ê hatin hildan, Hevserokê Navekda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê Salîh Saglam axivî. Saglam işaret bi tecrîdê kir û got, "Azadiya Ocalan azadiya gelê Kurd e. Kurd wê ji bo azadiya Ocalan her tim li qadan bin."
Çalakî, piştî ku dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî hate kirin, qediya.