Li Amedê qirkirina siyasî: 15 kes hatin binçavkirin
Piştî ku şevê dî Alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê ya Licêyê Orhan Mercan hate kuştin, 12 kes hatin binçavkirin.
Piştî ku şevê dî Alîkarê Serokê Navçeya AKP’ê ya Licêyê Orhan Mercan hate kuştin, 12 kes hatin binçavkirin.
AMED
12 kes ku di nav wan de ajokar, esnaf, nûçegihanê DÎHA’yê ya ku bi BHQ’yê hatî girtin Behçet Bayhan jî hebûn hatin binçavkirin. Ên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.
Navê kesen ku hatine binçavkirin: Behçet Bayhan, Yaşar Ajde, Erdal Yildirimm, Metîn Karadağ, Maşallah Karadag, Sedat Bayram, Turan Bagir, Mahsum Atak, Çekdar Şahîn, Îhsan Çaytaş, Metîn Çaytaş, Tarik Çaytaş.
FARQÎN
Li Farqîn a Amedê jî 3 kes hatin binçavkirin. Mehmet Çagırtekîn, Mahmut Becerikli û Cengiz Turan dema ku ji gundê Sêdeqnê diçûne navenda navçeyê, di wesayitekê de, li cihe kontrolê yê Jandarma hatin sekinandin. 3 kesên ku di wesayitê de bûn hatin binçavkirin, pêşî ew birin Fermandariya Jandarma a Navçeyê û piştre birin Midûrîyeta Emniyetê ya Navçeya Farqînê.