Li Parîsê bîranîna ‘Sêwasê’: Qetlîam didomin; berxwedanê geş biki
Li Parîsê kesên ku di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn, diyar kirin ku qetlîam hê didomin û divê li dijî vê berxwedan bê xurtkirin.
Li Parîsê kesên ku di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn, diyar kirin ku qetlîam hê didomin û divê li dijî vê berxwedan bê xurtkirin.
Li paytext Parîs a Fransayê, kesên ku di Qetlîama Sêwasê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîr anîn.
Bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîlleneûve-Saînt-Georgesê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir.
Di axaftinên bîranînê de hatin kirin wiha hate gotin: “Tevî ku li ser qetlîamê re 24 sal derbas jî bûye, bi kiryarên îro tên kirin hê jî nû ne, bi taybet li hinek cihên Kurdistanê ev kiryar tên dubarekirin. Yên ku li Madimaka Sêwasê bi saxî şewitandin, desthilata îro jî weke wan heman qetlîaman di roja me de li ber çavê dinyayê pêk tîne.”
‘DIVÊ EM BERXWEDANÊ XURT BIKIN’
Di aktivîteya bal kişand ser va xisûsan: “Yên ku Sêwasê şewitandin, îro Cizîr, Sûr û Nisêbîn şewitandin û hilweşandin heman e. Sîstem ji bo ku serweriya xwe li ser gelên hejar bidin domandin qetlîamên xwe didomînin. Li dijî vê divê hemû gelên hejar bên gel hev û berxwedanê xurt bike. Yên ku şewitandin û xwe dixwazin ji nav jî derbixin ji bîr nakin.”
Bîranîn, bi stranên hunermendên li Sêwasê jiyana xwe ji destdabûn hatin guhdarkirin û şûnde bi dawî bû.