Serokê Şûbeya ÎHD'ê: Dixwazin Dersimê vala bikin

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Dersimê Gurmuz Solmaz diyar kir ku di serdema herî giran a binpêkirina mafê mirovan de derbas dibin û got, ji ber qedexekirina herêman, Dersim veguherandine girtîgeha vekirî.

Dersim ango Mamekî, Mamekiye an jî Kalan bajarekî lqedîm ê Bakurê Kurdistanê. Li gorî serjimara 2009'an de 35.909 mirov li bajêr dijîn. Di sala 2016’an de AKP’ê qeyûm tayîn şaredariyê kir. Li Dersimê ji ber polîtîkayên şer ên AKP’ê li 31 herêm û zozanên Dersimê qedexe hatiye îlankirin û gelek gundî jî ji ber operasyon û Rewşa Awarte nikarin li gund jiyana xwe bidomînin. Serokê Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) yê Dersimê Gurmuz Solmaz li ser binpêkirinên mafên mirovan yên li Dersimê ji ANF’ê re axivî.

‘DIXWAZIN HERÊMÊ VALA BIKIN’

Solmaz diyar kir ku ew di serdema herî giran a binpêkirina mafê mirovan de ne û wiha axivî: “Li Dersimê bi biryara Walî di çarçoveya Rewşa Awarte de li  31 herêman qedexe îlan kirine. Li herêmên hatine qedexekirin welatiyên sivîl jî dijîn, her wiha zozanên herêmê hatine qedexekirin. Ji ber qedexeya li herêmê êdî welatiyên bi karê sewalkariyê ve mijûl dibin nikarin biçin zozanan û yên herî tên mexdur kirin jî Koçer in. Armanca vê yekê jî bi qedexekirina herêmê, dixwazin welatiyên li wan herêman dijîn derxin û wan koçî bajaran bikin. Ji ber pevçûnên dawî dîsa welatiyên sivîl zirerê dibînin, herî dawî di bombebaran çend roj berê  jî du welatiyên sivîl ên li seyranê bûn birîndar bûn. Ji ber ku welatiyên sivîl birîndar bûn û Walîtiyê daxuyanî da û îdia kir ku ew hevkarên rêxistinê ne. Li Dersimê qadên tên bombebarankirin qadên sivîl yên jiyanê ne û wesayîtên rêwiyan tên û diçin. Dîsa riya Erzîngan û Dersimê ye. Her wiha ew qad cihê seyranê ye û bi hatina werza biharê re gelê herêmê ji bo seyranê diçe herêmê. Cihên tên bomberankirin cîhên jiyanê ne û welatiyên sivîl lê dijîn.”

SALÊN 90’Î XWE DUBARE DIKE

Solmaz da zanîn ku di salên 1990’an de jî gund hatin valekirin, herêm hatin qedexekirin û wiha pê de çû: “Armanca sereke ya vê polîtîkayê dixwazin herêmê bê mirov bihêlin û welatiyên li van herêman dijîn li ser axa wan bibin koç kirin. Gundiyên di salên 1990’î de ji ber polîtîkayên şer ji gund û cihên xwe hatin koç kirin û piştî çend salan û vir de vegeriyan gundên xwe. Niha dîsa bi heman polîtîkayan dixwazin herêmê bê mirov bihêlin. Her wiha ne tenê bi herêmên qedexe bi projeyên bendav û HES jî dixwazin xwazaya Dersimê xirab bikin û gel ji wan herêman koç bikin.”

‘REWŞA AWARTE ZIRERÊ DIDE SIVÎLAN’

Solmaz bertek nîşanî gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên ti kes di Rewşa Awarte de zirerê nabîne da û ev tişt got: “Tê gotin ku Rewşa Awarte tenê li dijî terorê tê meşandin, lê belê tenê welatiyên sivîl ji vê rewşê bandor dibe. Rayedar û Serokomar Erdogan dibê ti welatî ji Rewşa Awarte pirsgirêkan najîn, lê belê dema em li Tirkiyeyê dinêrin Rewşa Awarte veguheriye kaosê. Em ji herêma xwe dikarin mînakan bidin. Gelê Dersimê nikare zozanên xwe bikar bîne û karê sewalkiriyê bike. Zozanên Dersimê têne bombebaran kirin û welatiyên sivîl birindar dibin û têne kuştin. Ger ev ne bandor û zirer be, gelo ev çiye? Bûyerên dawî li ber çavane du welatiyên ji bo seyranê çûn herêmê rastî bombebarana artêşê hatin. Em dikarin bibêjin Dersim veguherandine girtîgeha vekirî. Her du rojan riya Plurê, riya Erzinganê girtiye û welatî nikarin biçin mala xwe. Ev jî binpêkirina mafên mirovan e. Ji beriya çend rojan bi hinceta dê operasyonan leşkerî pêk bê riya Dersim û Erzinganê bi rojan hate girtin. Ev rewş jî welatiyan mexdur dike. Divê demildet dawî li polîtîkaya şer bê girtin û li sala 2014’an pêvajoya çareseriyê bê vegerandin.”