ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Berxwedana li dijî zilmê, emrê Xwedê ye'
Kurdistaniyên li Strasbourgê tevlî greva birçîbûnê ya bêdem-bidorveger bûn, êvarê li bajarê Lahr ê Elmanyayê beşdarî panelekê bûn. -
Şaredariya Kreuzbergê ji bo qurbaniyên Dersimê bîrdariyekê çêdike
Şaredariya navçeya Friedrichshain-Kreuzberg a paytexta Elmanya Berlînê bi piraniya dengan biryar da ku ji bo bîranîna mirovên salên 1937-38'an li Dersimê hatin qetilkirin bîrdariyê çêbike. -
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdê li Ewropayê didomin
Çalakiyên ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, didomin. Çalakgeran bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê. -
Li Sariçamê jin wê di rêveberiyê de derkeve pêş
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Sariçamê Zozan Efeturk diyar kir, divê ciwan di nava siyasetê de bi roleke hîn aktîf tevbigerin û got, wê xwestiye bibe hêvî hem ji ciwanan re hem jî ji jinan re. -
Partiya Çep şaxê Baden-Wurttembergê destek da grevên birçîbûnê
Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Baden-Wurttemberg a Elmanyayê, diyar kir ku ew piştgiriyê didin grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên. -
Temellî: Em xwedî li sindoqan derkevin; em ê qeyûman biqewirînin
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî bang li gel kir ku dengê xwe bide, xwedî li sindoqan derkeve û got, ew ê teqez bi ser bikevin. -
ROJEVA 28'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Adara 2019'an. -
Kaya: Divê em peyama azadiyê bidin girtiyan
Namzeta Hevşaredariya Bagcilar a HDP’ê Huda Kaya di mîtînga li Qada Kîrazli ya Bagcilarê axivî û got; “Divê em 31’ê Adarê peyama azadiyê bidin bi hezaran girtiyên ku li zindanan.” -
KCDK-E'yê ji bo çalakiyên li sê bajaran banga tevlîbûnê kir
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê, ji bo grevên birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê yên li Bruksel, Berlîn û Strasbourgê di navbera 1 û 5'ê Nîsanê de pêk werin banga tevlîbûnê kir. -
Onen: Divê tecrîd were rakirin
Hevseroka bajêr a HDP’ê ya Mêrsînê Zelal Onen diyar kir ku tecrîd bandora xwe li ser her tiştî dike û divê were rakirin. Onen got ku “Bi bêdengiyê re dibêjin qey ew ê ev berxwedan were şikandin. Na! Bi hezaran Leyla hene.” -
Malbatên girtiyan: Divê daxwaz bên pejirandin
Destûr nedan ku malbatên berxwedêrên di greva birçîbûnê de bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin. Malbatan dan zanîn ku heta tecrîd ranebe wê li ber wezaretê çalakiya rûniştinê pêk bînin. -
Parlamentera YE'yê Bjork: HDP wê Erdogan qels bike
Parlamentera Yekîtiya Ewropayê Malîn Bjork got, HDP wê di hilbijartinê de bi ser bikeve û Erdogan qels bike. Bjork her wiha got, Ewropa divê derbarê grevên birçîbûnê tevbigere. -
Fransayê derbarê ‘dadgeha navneteweyî’ ya li Rojava daxuyanî da
Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê werin darizandin bang kiribû. Piştî vê bangê nerazîbûn hatin. -
TJA'yê li dijî êrîşên faşîst banga berxwedanê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) têkilî çalakiyên fedaî yên li girtîgehan daxuyaniyek da, banga li hemû dilxwazên aştiyê kir ku tecrîdê bişkînin û li dijî êrîşên faşîst li ber xwe bidin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: 5 girtî, 10 destgîrkirî
Bi çarçoweya qirkirina siyasî li Bûrsayê 5 kes hatin girtin, li Stewrê 10 kes hatin destgîrkirin. -
Hindistanê peykek bi fuzeyê xist
Hindistanê, di dema tetbîqetê de peykeke ku nizm digeriya bi fuzeyê xiste xwarê. -
Kesayetên navdar ên dinyayê: Bila tecrîd tavilê bi dawî bibe
Ramangerê navdar ê Slovan Slavoj Žižek jî di nav de gelek kesayetên navdar xwestin tecrîd bi dawî bibe. Žižek got, "Ez piştgiriyê didim daxwaza Leyla Guven û bi hezaran mirovên li çar aliyên dinyayê ku dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe." -
‘Heta niha li Pozantiyê xizmet nehatiye kirin’
Namzedê hevşaredariya Pozantiyê yê HDP’ê Emrah Kaplan, diyar kir ku heta niha li Pozantiyê ti xizmet nehatiye kirin û got, “Heke gelê me şens bide me em ê bikin.” -
Endamê Parlamenta Ewropayê serdana berxwedêran kir
Endamê Parlamenta Ewropayê Arne Gericke serdana berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê kirin. Gericke ku ji Bundnis C ye, xwest ku dawî li tecrîda li Îmraliyê bê anîn. -
Ji neçarî hatibû, niha namzetê hevşaredariyê ye
Reşat Aşan, di salên 90'î de dema ku neçar hate hiştin ji gundê xwe derkeve hîn 13 salî bû. Aşan niha namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Akdenîzê ye. -
Polîsê Munchenê lêpirsîn li wêneyê Mazlûm Dogan vekir
Polîsên bajarê Munchenê yê Elmanyayê ku nikare xwe li sembolên Kurdan rabigirin, vê carê jî pankarta ji wêneyê Mazlûm Dogan ji xwe re kirin bahane û dest bi lêpirsînê kirin. -
Desthilatdarî li dijî hebûn û nirxên mirovan şer dike
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevşaredariya Bagcilar a Stenbolê Huda Kaya diyar kir, desthilatdarî li dijî mirovan; li dijî hebûn, jiyan û nirxên mirovan şer dike. -
'Her dengekî ji bo AKP'ê dibe fîşek û li Kurdan dikeve'
Xwişka Şehîd Devrîm Sîpan Edîbe Doner got, her dengekî ji AKP'ê re bê dayin wê bibe fîşekek û li Kurdan bikeve. Doner diyar kir, divê Kurd bi vê yekê zanibin û li gorî vê tevbigerin. -
Greva birçîbûnê ya girseyî du roj li pey xwe hişt
Greva birçîbûnê ya 326 Kurdistanî û dostên wan a li bajarê Strasbourg ê Fransayê du roj li pey xwe hişt. -
ROJEVA 27'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Adara 2019'an.