ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Stenbolê bi sedan kes ji bo Ayten Beçet meşiyan
Piştî polîsan êrîşî girseya li ber Saziya Tiba Edlî ya li Yenîbosnayê ji bo cenazeyê Ayten Becetê sekinîbûn kir, bi sedan kes li Şîrînevlerê meşiyan. -
Polîsan êrîşî girseyê kir ên ku li benda cenazeyê Beçetê bûn
Ji bo protestokirina tecrîdê li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê Ayten Beçet çalakiyeke fedaî li dar xistibû. Koma ku li pêşiya Saziya Tipa Edlî a Yenîbosnayê li benda cenazeyê Beçet bûn, polîsan êrîşî wan kir. -
HDP’yî li Girtîgeha Gezbeyê ne: Yekan çareserî rakirina tecrîdê ye
HDP’yî ji bo Ayten Beçet a li Girtîgeha Gezbeyê çalakiya fedayî pêk anî kom bûn. Di çalakiyê de hate gotin ku bêdengî dikuje, bang li civakê hate kirin ev tişt hate gotin: “Mirin bi rakirina tecrîdê re wê bi dawî bibin.” -
Dayik Beçet: Tecrîdê bi dawî bikin!
Fatma Beçet, dayika girtiya bi navê Ayten Beçet, ku çalakiya fedaî kirî got, ''Tecrîd divê biqede. Bila dilê dayikên din neşewite.'' -
Êrîş birin ser girtiyên li Girtîgeha Maraş Turkgolu
Diyar bû ku li Girtîgeha Maraş Turkoglu tundî li ser girtiyên greva birçîbûnê tê kirin û rewşa wan a tendiristiyê ne baş e. -
Nota girtiya siyasî Beçet nehate dayîn
Derket holê ku girtiya siyasî Ayten Beçet beriya ku li girtîgehê çalakiyeke fedaî bike, li pey xwe nameyek hiştiye. -
Li taxa ku HDP'ê 70 ji 100'î deng standî, kaxeza hilbijêran nadin
Li taxa Suphanê ya Artemêtanê ya Wanê, qeyûm Kader Acar, ji bo ku kaxezên hilbijêran belav neke ev 2 heftî ne muxtariyê venake. Di hilbijartina bihûrî de li navçeyê HDP'ê 70 ji 100'î yê dengan standibû. -
Komîteya Amadekar: Bi sed hezaran kes Imralî destnîşan kirin
Komîteya Amadekar got Newroza Amedê ji bo çareseriyê tiliya xwe bi Imraliyê ve kiriye û li gel hemû astengkirina jî bi sed hezaran kest hatine Newrozê. -
Demîrtaş ji bo 'dersdayinê' bang kir ku her kes biçe ser sendoqê
Hevserokê berê yê rehîn ê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, got, dengê hilbijêrên HDP'ê stratejîk e û domand, ''ji bo ku mirov dersekê bide van jî mirov divê biçe ser sendoqê''. -
Aktaş: Heta dawiyê em ê destekê bidin grevên birçîbûnê
Serokê TUAD-DER'ê têkilî grevên birçîbûnên yên li hemû girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê axivî û got, ''Em heta dawiyê li pişt vê çalakiyê ne û jê re bibin destek, parastina wê bikin''. -
Li Arjantînê tecrîd hate şermezarkirin
Li payetxta Arjantînê Buenos Aîresê nêzî 50 kesî li ber konsolosxaneya Tirk çalakiyek kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. -
Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Hûn çima bêdeng in?
Dayika Ayde Baran ku bi kurê xwe Çetîn Baran re axivî ,ku kurê wê baran ev 51 roj in di Girtîgeha Tîpa F'yê ya Tekîrdagê, Nimro 2'yê di greva birçîbûnê de ye, got, ''Çima hûn hê jî bêdeng in?'' -
Turgay: Heta kengî em ê xwe nebihistî bikin?
Mehmet Turgay ku bi daxwaza tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bi rêya hevjîna we got, ''heta kengî em ê xwe nebihistî bikin?'' -
Tê payin ku bi sed hezaran kes biçin Newroza Stenbolê
Enamê Koordînasyona Amedekar a Newrozê ya HDP'ê Atîlla Ozdag, got ji bo Newroza sibê ya li Bazara Gel a Bakikoyê ew li bendê ne ku bi sed hezaran kes werin. -
ROJEVA 23'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Adara 2019'an. -
Cenazeyê Şehîdê Newrozê Şakar wê 26’ê Adarê bê veşartin
Cenazeyê Ûgûr Şakar ê 20’ê Sibatê li dijî tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên krîmînalîzekirina saziyên Kurdan a ji aliyê dewleta Elman ve xwe şewitandibû, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin vêsibehê şehîd bû, wê 26’ê Adarê li Neûsssê bê veşartin. -
Li Îzmîrê malên Kurdan û Elewiyan hatin îşaretkirin
Li taxa Yamanlar a navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê deriyê 6 malên Kurd û Elewî yên lê dijîn, hatin îşaretikrin. -
Li 3 bajaran 7 kes hatin girtin
Li Sakarya, Bûrsa û Kocaeliyê 7 kesên hatibûn destgîrkirin, hatin girtin. -
Serlêdana malbatan a Îmralî dîsan hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ku li Îmraliyê ne, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana malbatan carek din ji aliyê serdogeriyê ve hate red kirin. -
Polîsan êrîşî standa HDP'ê ya li Kadikoyê kirin
Polîsên Tirk êrîşî standa HDP'ê ya li Kadikoyê kirin û 5 kes destgîr kirin. -
NAV-DEM: Ji bo Şakar em li nexweşxaneyê li hev bicivin
NAV-DEM'ê Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agirî û jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û bang li gelê Kurd kir ku rabe ser piyan. -
KCDK-E'yê ji bo Ûgûr Şakar bang kir
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), ji bo Ûgûr Şakar bang kir. -
Cenazeyê Nîna Ehmedî hate veşartin
Cenazeyê Nîna Ehmedî li Viyanayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Ji ber gotina 'Birêz Ocalan' giliyê wekîlên HDP'î hate kirin
Parlamenterên HDP'ê Serpîl Kemalbay, Feleknas Ûca û Gulîstan Kiliç Koçyîgît, ji ber ku di Newroza Îzmîrê de gotin "Birêz Ocalan" giliyê wan hate kirin. -
Faşîstan li Kolnê êrîş birin ser NCDK'ê
Faşîstan danê sibehê êrîş birin ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li Kolnê.