ROJANE
Hemû Nûçe
-
2 kurê wan di grevê de ne: Gazina wan tenê ji bêdengiyê ye
Malbata Şîmşek ku kurekî wan ev 95 û kurekî wan ev 19 roj in di grevê de ne, gotin ew zêdetir nikarin vê bêdengiyê ragirin û gotin hewce bike ew ê jî tevlî greva birçîbûnê bibin û çalakiya greva birçîbûnê bidomînin. -
Mala Êzidiyan: Em piştgiriyê didin berxwedêrên greva birçîbûnê
Mala Êzidiyan a li Sûlingê diyar kir ku ew piştgiriyê didin çalakiyên greva birçîbûnê û bang li saziyên navneteweyî kir ku bila peywira xwe bi cih bînin. -
Li Edeneyê 11 HDP'î hatin destgîrkirin
Polîsên rejîma AKP'ê li Edene û navçeya Seyhanê avêtin ser avahiyên HDP'ê. Hate ragihandin, ku di serdegirtinan de 11 HDP'î hatine destgîrkirin. -
Ji MOP, DÎDF û FCK'ê peyamên Newrozê
Pîrozbahiyên sazî û rêxistinan a cejna Newrozê didome. MOP, DÎDF û FCK'ê jî peyamên Newrozê weşandin û bal kişandin ser berxwedanê. -
Rûniştina doza rojnameger Taşkin hate taloqkirin
Rûniştina doza rojnameger Seda Taşkin hate kirin. Taşkin di rûniştinê de got ku “Ez ê pîşeya xwe bidomînin.” -
NAV-YÊK: Newroz azadiya me ye!
Navenda Yekîtîya Komeleyên Êzîdiyan (NAV-YÊK) bi daxuyaniyekê Newroz pîroz kir û bang kir ku, her kes Newrozê 23.03.2019'an li bajarê Frankfûrtê ya Elmanyayê bibin yek deng û li dijî zordar û rûreşa bi agirê azadiyê nû bikin. -
Li Ewropayê jinên sosyalîst li dijî tecrîdê di çalakiyê de ne
Yekîtiya Jinên Sosyalîst ên Ewropayê li Berlîne dest bi çalakiyên ‘Em tecrîdê rakin, Leyla bidin jiyîn’ dike. -
MKP’ê berxwedana Leyla Guvenê silav kir
Buroya Siyasî ya Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) bi daxuyanyekê berxwedana Leyla Guvenê silav kir. -
Serlêdana parêzerên Ocalan careke din nehate qebûlkirin
Serlêdana cara 799'an a parêzerên Ocalan nehate qebûlkirin. -
KNK'ê ji bo Newrozê peyamek weşand
KNK'ê Newroz pîroz kir û diyar kir, "Bila Newroza 2019'an bibe çepera yekîtî û tifaqa navxweyî û serketinên mezin." -
Berxwedêrên girtî ji Guvenê re name û helbest nivîsîn
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejar 1 a Bandirmayê ji Leyla Guvenê re name û helbest nivîsîn. Girtiyan gotin, “Roja ku tecrîd hat şkandin, Rojê dilê me germ kir û rûyê me ronî kir, tu yê bibî sergovenda me ya azadiyê!” -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP'ê ya Edeneyê
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya rêxistina HDP'ê ya Edeneyê. Lêgerîna li nava avahiyê didome. -
Edene û Mersîn ji Newrozê re amade ne
Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Mahsun Erîg û hevseroka HDP’ê ya Mersînê Zelal Onen, bang li gel kirin ku bi giyana serhildan û berxwedanê tevlî pîrozbahiya li her du bajaran bibin. -
Ciwan li Parîsê daketin qadan
Ciwanên Kurd ên li paytexta Fransa Parîsê, li Yekîtiya Mafên Mirovan çalakiya bêîteatiya sivîl kirin. -
Li Swêdê platforma piştgiriya bi çalakgeran re ava bû
Roja 6'ê Adarê di civîneke Parlamenta Swêdê de "Platforma piştgiriya bi Leyla Guven, grevên birçîbûnê û HDP'ê" hate avakirin û bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hate ragihandin. -
Heyetek ji xwendekaran serdana çalakgerên li Kasselê kir
Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê, komek ji xwendekaran serdana Bagdûr û Kobanê kirin ku 51 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Dolzer piştgirî da berxwedana li girtîgehan
Endamê Meclîsa Eyaleta Hamburgê Martin Dolzer piştgirî da berxwedana grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji hikumeta Elman a federal xwest, ji bo bidawîkirina tecrîdê bikeve nava liv û tevgerê. -
ROJEVA 20'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Adara 2019'an. -
'Heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîn bidome'
Serdanên ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê didomin, ku 94 roj in di greva birçîbûnê de ne. -
NAV-YEK li dijî êrîşên Iraq ya li ser YBŞ’ê dadikevin qadan
NAV-YEK û Meclîa Şengal a Derveyî Welat bi daxuyaniyekê navnîşanên çalakiyan eşkere kir û di serî de bang li gelê Kurd û bi taybet li civaka Êzidî kir ku bi girseyî tevlî çalakiyan bibin. -
Serdanên ji bo greva birçîbûnê ya li Londrayê didome
Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li Londrayê didome. Parlamenterê HDP’ê, nûnerên YNK’ê yê Brîtanya û gelek nûnerên komeleyên xwecihî serdana çalakgerên grevê kirin. -
Derketina derveyî welat a hevserokên navçeya Cizîrê hate qedexekirin
Hevserokê DBP'ê Selahattîn Kolanç û Hevseroka HDP'ê ya Cizirê Guler Tunç ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatibûn destgîrkirin, piştî li dozgeriyê îfade dan hatin berdan. Dozgeriyê, derketina derveyî welat li hevserokan qedexe kir. -
Hêzên dagirker ên Tirk bombe li herêma Çiyayê Cûdî barandin
Hêzên dagirker ên Tirk li dijî herêma Çiyayê Cûdî êrîşa hewayî pêk anîn û li aliyê din top avêtin herêmê. -
Li Amedê li ser 'tecrîd'ê panêl: Tecrîdê em hemû dorpêç kirine
Li Amedê li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi tevlêbûna Eren Keskîn û Akin Bildar panêlek hate danîn. Bîrdal got, ''Tecrîdê em hemû dorpêç kirine''. -
Li Wanê li pêşiya girtîgehê tecrîd hate protestokirin
Li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Wanê ku grevên birçîbûnê didome, bi daxuyaniya çapemeniyê tecrîd hate protesto kirin.