ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Wanê ji bo girtiyên siyasî meşek hate lidarxistin
Rêxistina Bajêr a Wanê ya HDP’ê piştî çalakiya fedaî ya girtiya siyasî Zehra Saglam meşeke girseyî li dar xist. -
Ji bo Namaz konê sersaxiyê hate danîn
Li Biryargeha MLKP Rojava ji bo Nûnerê MLKP Rojava Bayram Namaz konê sersaxiyê hate danîn. -
Bûldan: Qedera Stenbolê wê HDP diyar bike
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di Newroza Stenbolê de axivî û bal kişand ser girîngiya Stenbolê. Bûldan got ku “Em partiyeke wisa ne ku, em dikarin li Stenbolê qedera hilbijartinê diyar bikin.” -
Newroza Enqerê: Tecrîdê rakin!
Namzeta Hevşaredariyê ya Çankaya ya HDP'ê Filîz Kerestecîoglu di pîrozbahiya Newrozê ya Enqerê de axivî û got ew hatine ku Bîrdariya Aştiyê li Gara Enqerê deynin. -
Newroza Stenbolê: Wê dîwarên tecrîdê werin şikanin!
Di pîrozbahiya Newrozê de ya li Bakirkoyê ya Stenbolê komîteya amadekar û girtiyên siyasî biryardariya xwe ya li ser şikandina tecrîdê û bidawîkirina faşîzmê nîşan dan. -
Li Dîlokê gel bendên polîsên Tirk nas nekirin
Cenazeya Ayten Beçet a fedaî pêk anî, ji hêla polîsên rejîma AKP’ê ve hatibû revandin û veşartin. Gel xwest biçe serdana konê sersaxiyê yê li Dîlokê, lê belê polîsên Tirk xwestin gel asteng bike. Gel guh neda polîsên Tirk û çû serdana kon. -
DKP/BOG: Em li ser rêça nemiran in!
DKP/BOK: Em li ser gotina ''azadî û sosyalîzm'' a hevrê Serhed in. Em li ser rêya nemiran in! Em xwe ji yek hedefê re hazir dikin, tenê dirûşmeyeke me heye! Em ê faşîzma AKP-MHP'ê hilweşînin! An serfirazî! An serfirazî! -
Dirûşma 'Bijî Serok Apo' li Newroza Stenbolê deng vedide
Agirê Newrozê yê li Stenbolê ji aliyê malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hate vêxistin. Li qada Newrozê bênavber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" tên qîrîn. -
Êrîş li avahiya HDP'ê ya Sapancayê hate kirin
Li nêzîkbûna dema hilbijartinên xwecihî re êrîşên li dijî HDP'ê zêde dibin. Kesên nenas molotof avêtin avahiya HDP'ê ya navçeya Sapancayê. -
Nameya Beçet li qada Newrozê hate xwendin
Girtiya siyasî Ayten Beçet ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, beriya çalakiyê nameyek nivîsî bû. Nameya Beçet li qada Newrozê ya li Stenbolê hate xwendin. -
Newroz li Viyana, Stravropol, Almati û Pasîfîkê hate pîrozkirin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, li bajarê Stravropol ê Federasyona Rûsyayê, li paytexta Kazakîstan Almati û li peravên Okyanûsa Pasîfîk a li eyaleta Kalîforniya ya DYE'yê dewlet hate pîrozkirin. -
Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
Li Edeneyê di dorhêla operasyonên qirkirina siyasî de ji 7 kesên hatî destgîrkirin, 3 kes hatin girtin. -
Qada Bakirkoyê bi rengê Newrozê dixemile
Bi hezaran kes berê ber bi Qada Bakirkoyê ve dimeşin ku wê bi dirûşma "Em ê teqez bi ser bikevin, dawî li tecrîdê bînin" Newroz lê were pîrozkirin. -
Komîteya PAJK’ê ya Zindanê: Em li dora berxwedana Aytenan bicivin
Komîteya PAJK’ê ya Zindanê: Di serî de jin, em bang li gelê xwe dikin ku li dora berxwedana Zulkufan, Uguran, Aytenan bicivin û ji bo kesekî din nemire, têkoşînê xurtir, berxwedanê kûrtir bikin. -
'Eger tiştek bi berxwedêran bê, berpirsyar wê KE û CPT bin'
Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê ji Sekreteriya Giştî ya Konseya Ewropayê (KE) re name şandin û diyar kirin, eger tiştek bi berxwedêran bê wê Konseya Ewropa û CPT ji ber xemsariya xwe berpirsyar bin. -
MLKP Kurdistan: Hevrê Baran ronahiya rêya me ye
MLKP Kurdistan li ser Bayram Namaz ê li Rojava şehîd bû daxuyanî da û diyar kir, "Rêbaza rêxistinbûn û kar bi têkoşîna polîtîk re kir yek. Li her derê şiyara Kurdistana Azad bilind kir." -
Newroz li Stockholm, Strasbourg û Toulouseyê hate pîrozkirin
Newroz li paytexta Swêd Stockholmê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pîrozkirin. Li bajarên Strasbourg û Toulouse yên Fransayê jî pîrozbahiyên girseyî hatin lidarxistin. -
Zimanê Maas negeriya ku bêje 'DAÎŞ bi destê QSD'ê qediya'
Serokên gelek dewletan QSD pîroz kirin ji ber ku stargeha dawî ya DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê, Baxoz rizgar kir. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê Elman Maas navê QSD'ê neanî ser zimanê xwe. -
ÎHD Edene: Daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê daxwazên mafdar in
Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê Îlhan Ongor diyar kir, ji bo Leyla Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne bang li rêxistinên mafên mirovan hemûyan kir ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê. -
'Em xwedî li dengê xwe derkevin'
Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Cengîz Ûzûner diyar kir ku divê êdî kes gilî û gazina 'deng dizîn' nekin û bang li her kesî kir ku xwedî li dengê xwe derkevin. -
Tûncel: Rengê pêvajoyê wê bi berxwedana me diyar bibe
Sebahat Tûncel ku di greva birçîbûnê de ye got, "Bila gumana kesî jê tine be; grevên birçîbûnê yên li zindanan û li derve zorê didin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê." -
ROJEVA 24'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Adara 2019'an. -
Tecrîd li Baselê hate şermezarkirin
Ji bo piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re bê dayin û tecrîd bê şermezarkirin li bajarê Basel ê Swîsreyê çalakiyek hate lidarxistin. -
Li Ewropayê pîrozbahiyên Newrozê didomin
Li bajarên Parîs û Nantes ên Fransayê, li bajarê Lîmasol ê Qibrisê û li bajarê Alghero yê Sardenyayê Newroz hate pîrozkirin. -
Rayedarên dewleta Tirk cenazeyê Beçet revandin
Cenazeyê Ayten Beçet ku li Girtîgeha Gebze a Jinan li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kir û şehîd bû, ji aliyê dewleta Tirk ve hate revandin.