ROJANE
Hemû Nûçe
-
Andok: Ji bo welatekî demokratîik dive mirov biçe ser sindoqê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok têkilî hilbijartina ku wê Yekşemê bibe, axivî, got, ji bo welatekî demokratîk divê mirov biçe ser sindoqê û mirov dengê xwe bide hêzên demokrasiyê. -
Li Viyanayê bîranîna şehîdan
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, PKK'iyên çalakiyên fedayî kirin û endamê Komîteya Navendî ya MLKP'ê Bayram Namaz hatin bîranîn. -
Azad Bedran serdana Guven kir
Muzîsyen Azad Bedran serdana Leyla Guven kir ku 142 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. -
Serketina QSD'ê li Freiburgê hate pîrozkirin
Serketina şervanên QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, li bajarê Freiburg ê Elmanyayê hate pîrozkirin. -
Tecrîd li 4 bajarên Swîsreyê hate şermezarkirin
Li bajarên Bern, Olten, Bellinzona û Locarno yên Swîsreyê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin. -
Malbatên berxwedêran name ji Steinmeier re şandin
Malbatên berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, nameyek ji Serokkomarê Elman Frank-Walter-Steinmeier re şandin. -
ROJEVA 29'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Adara 2019'an. -
Çalakiya li Strasbourgê 4 roj li pey xwe hişt
Çalakiya rûniştinê ya li ber Parlamenta Ewropayê 4 roj li pey xwe hişt. Pêkhateyên jinan li ber parlamentê li hev civiyan û çalakiya protestoyî kirin. -
Li Menderesê êrîşî wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê kirin
Li navçeya Menderes a Îzmîrê êrîşî wesayîta HDP’ê ya hilbijartinê hate kirin. Wesayîta dan ber kevinran, birin qereqola polîsan. -
Xizmên girtiyan: Heta ku deriyên Îmraliyê werin vekirin…
Xizmên girtiyan li pêşiya Wezareta Dadê çalakî li dar xistin û xwestin ku divê tecrîd were rakirin. -
Namzetên HDP’yî bang kirin: Xwedî li sindoqan derkevin
Xebatên HDP’ê yên hilbijartinê xwecihî didomin, li her qadê banga dengê xwe bikar bînin û xwedî li sindoqan derbikevin tên kirin. -
KESK: Em ê li dijî faşîzmê deng bikar bînin
Platforma Şaxa KESK’ê ya Amedê, ragihand ku wê li dijî faşîzmê dengê xwe bidin azadiyê. -
Girtiyê di greva birçîbûnê de zextên li girtîgehan vegot
Girtiyê siyasî Abdullah Oral, ev 93 roj in li Girtîgeha Kiriklar a Nimro 1'ê ya Izmîrê di greva birçîbûnê de ye, bi rêya telefonê ji malbatê re zextên rêveberiya girtîgehê vegot. -
Bêdengiya CPT û Ewropayê tê protestokirin
Greva birçîbûnê ya li pêşiya Parlementoya Ewropayê didome. Parlementera ji Îrlandayê Martîna Anderson û femînîsta ji Îtalyayê Eleonara Forenza hatin serdana çalakiyê û bêdengiya welatên Ewropayê şermezar kirin. -
ÎHD'ê rapora li ser binpêkirina mafê hilbijartinê eşkere kir
ÎHD'ê rapora heyeta xwe ya şopandina hilbijartinê ya serbixwe eşkere kir û bal kişand ser binpêkirina maf û karên hilbijartinên xwecihî. -
Malbatên girtiyan îro li pêşiya Wezareta Dadê bûn
Malbatên girtiyan li hemberî tecrîdê îro jî li pêşiya Wezareta Dadê bûn. -
Projeya F-35’an: DYE li alternatîfan digere
Ji ber ku Tirkiyeyê li Rûsyayê pergala parastina fuzeyên S-400’an kirî, aloziya di navbera Enqere û Washîngtonê kûrtir dibe. Washîngton di projeya jeta şer a F-35’an de ji Tirkiyeyêr e alternatîfan digere. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku karibin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin cara 802’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
DGH: 6 wesayit, depoyek û kargehek hatin şewitandin
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) ragihand, li metropolên Tirkiyeyê li dijî tecrîdê çalakî hatine kirin û di encamê de 6 wesayit, depoyek û kargehek hatine şewitandin. -
HBDH: Kizildere tê wateya tifaqa li dijî faşîzmê
Komîteya Rêvebir a HBDH’ê berxwedêrên Kizildereyê bi bîr anî û got ku “Kizildere li dijî faşîzmê banga yekîtî û tifaqê ye.” -
Başaran: Biryara 'anîna bi darê zorê' hewldana ji bo kuştinê ye!
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, biryara dadgeriyê ku xwest Leyla Guven 'bi darê zorê' tevlî rûniştina dadgehê bê kirin, hewldanek ji bo kuştinê. -
Hêlîna berxwedêran: Geliyê Bekaayê
Geliyê Bekaayê ku demekê weke biryargeha navneteweyî ya rêxistinên berxwedanê yên Filîstîn, Kurd, Turkiyeyî bû, niha hema bêje li her bihosta xaka wê mal, wargeh tên çêkirin, kon tên veda, bax û baxçe tên çêkirin. -
Heyeta PYD'ê serdana Koçak kir: Em berxwedanê geş bikin
Serdana ji bo Koçak ê li Cenevreyê di greva birçîbûnê de ye didome. Heyeta PYD'ê ku serdana Koçak kir ragihand, ji bo bidawîbûna tecrîdê divê piştevanî bê xurtkirin. -
Vîna berxwedanê wê bandorê li hilbijartinê bike
Wekîlê TÎP’ê Erkan Baş, baş kişand ser berxwedanên greva birçîbûnê û got, “Berxwedanên greva birçîbûnê, bû çavkanî û hêza berxwedan û têkoşîna li dijî faşîzmê.” -
Şoreşgerên Srî Lankayî serdana çalakgerên li Strasbourgê kirin
Sosyalîstên ji Srî Lankayê serdana Kurdistaniyên li Strasbourgê kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyê li ber Parlamenta Ewropayê pêk tînin.