ROJANE
Hemû Nûçe
-
Jendirmeyan dora gundê Çinar girt
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiya siyasî Medya Çinar çalakiyeke fedaî pêk anîbû. Heyeta ku ji bo veşartina cenaze çû gundê Çîmenlî yê Qoserê ji aliyê hêzên rejîmê ji gund hatin derxistin. -
Li ber Parlamenta Ewropayê greva birçîbûnê dest pê kir-NÛ BÛ
Li ber avahiya Parlamenta Ewrpayê, li dijî tecrîdê greva birçîbûnê û çalakiya rûniştinê dest pê kirin. -
Parlamenterê Elman Dolzer kete greva birçîbûnê
Parlamenterê Eyaleta Hamburgê yê ji Partiya Çep Martin Dolzer, ji bo piştgiriyê bide grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir. -
Parlementerê berê yê HDP’ê Kurkçu bi Serokwezîrê Swêdê re civiya
Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu bi Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven re civiya. -
NAV-DEM'ê ji bo merasîma cenazeyê Şakar bang kir
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ku wê roja Sêşemê pêk were banga tevlîbûnê kir. -
Aborî hildiweşe bêkarî zêde dibe!
Li milekî aboriya Tirkiyê her diçe hildiweşe, li aliyê din bê karî zde dibe. Li gorî îstatîstîkên dewletê rêjeya bêkariyê derkete 11 ji sedî. Bêkariya herî zêde jî li bajarên Kurdistanê heye. -
DAÎŞ'ê êrîşî qadeke petrolê ya li nêzî Kerkûkê kir
Çeteyên DAÎŞ'ê şeva Yekşemê êrîşî qada petrolê ya li herêma Elasê kirin ku nêzî Kerkûkê ye. -
DKP/Bîrlîkê nûnerê MLKP’ê Namaz bi bîr anî
DKP/Bîrlîk nûnerê MLKP’ê Bayram Namaz (Baran Serhat) bi bîr anî yê ku bi sûîkasta dewleta Tirk û çeteyê wan hatibû qetilkirin. -
Bayram Namaz ê MLKP'yî li Den Haagê hat bibîranîn
Endamê Komîteya Navendî Bayram Namaz ê li Serêkaniyê şehîd bûyî, li Den Haagê hate bibiranîn. -
Bîrdal: Tecrîdê civak dorpêç kiriye
Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Akin Bîrdal diyar kir ku bi tecrîda girankirî ya li ser Ocalan re civak hatiye dorpêçkirin û got: “Bi tecrîdê civak tê cezakirin. Mîlyonan kes rêzdar Ocalan weke rêberê xwe dibîne û ji bo vê yekê tecrîd nayê qebûlkirin.” -
Newroz li London û Bellisonayê hate pîrozkirin
Li paytexta Brîtanya Londonê û li bajarê Bellisona yê Swîsreyê Newroz bi rengekî girseyî hate pîrozkirin. -
FED-MED: Em bi girseyî tevlî merasîma cenazeyê Şakar bibin
FED-MED'ê ji bo merasîma cenazeyê Ûgûr Şakar ê li dijî tecrîdê bedena xwe da ber agir, banga tevlîbûneke girseyî kir. -
Girtiyên PKK'î: Em ê bi berxwedana hevgirtî azad bibin
Girtiyên PKK û PAJK'ê çalakgerên fedayî Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Ûgûr Şakar û Zehra Saglam bi bîr anîn û careke din diyar kirin, heta ku daxwazên wan bi cih werin anîn wê berxwedana xwe bidomînin. -
ROJEVA 25'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Adara 2019'an. -
Zehra Saglam li Berlînê bi meşeke bêdeng hate bîranîn
Zehra Saglam ku li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya fedayî kir û şehîd bû, li Berlînê bi meşeke bêdeng hate bîranîn. -
Newroz li Hamburg, Marsilya, Bordeaux û Milanoyê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, li bajarên Marsilya û Bordeaux ên Fransayê û li bajarê Milano yê Îtalyayê hate pîrozkirin. -
Xelîl rakirin nexweşxaneyê, lê tedawî qebûl nekir
Şiyar Xelîl ku 59 roj in di greva birçîbûnê de ye, doh êvarê nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Ji ber ku tedawî qebûl nekir, vegeriya Mala Gel a Medyayê û çalakiya xwe dewam kir. -
Gerîla Abdullah Salman li Halmstadê hate bîranîn
Gerîla Abdullah Salman (Dijwar Zerdeşt) ku par 21'ê Adarê di êrîşa artêşa Tirk de ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li bajarê Halmstad ê Swêdê hate bîranîn. -
Bayram Namaz li Serêkanî û Frankfûrtê hate bibîranîn
Endamê Biryargeha Navendî yê MLKP û Nûnerê MLKP’ê yê Rojava Bayram Namaz (Baran Serhat) ku 23’ê Adarê di encama êrîşekê de şehîd bûbû, li Serêkaniyê û Frankfûrtê hate bibîranîn û konê sersaxiyê hate danîn. -
Di Newroza Stenbolê de 32 kes hatin destgîrkirin
Di Newroza Stenbolê de polîsan 5 jê zarok herî kêm 38 kes destgîr kirin. -
Temellî: Divê dost û dijmin bizane ku em ê bi ser bikevin
HDP’ê li Dêrsimê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Seyîd Riza bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî mîtîngek li dar xist. Temellî got ku, “Divê dost û dijmin baş bizanibin ku em ê teqez bi ser bikevin.” -
Cenazeyê Saglam nedan malbatê
Girtiya bi navê Zehra Saglam ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedayî kir, şehîd bû. Cenazeyê Saglam radestî malbatê nehate kirin. -
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Kiran hate destgîrkirin
Endama Meclîsa Partiyê (MP) ya HDP’ê Berat Kiran hate destgîrkirin. -
HDP’ê li Meletî û Mêrsînê lez da xebatên hilbijartinê
Namzetên HDP’ê yên hevşaredariya Mêrsîn û Meletiyê lez da xebatên hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê. -
Nivîskara Filîstînî peyama piştgiriyê da Leyla Guven
Nivîskara Filîstînî Nayroûz Qarmoût peyameke piştgiriyê ji Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven re şand a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 137 roj in di greva birçîbûnê de ye.