ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çerkezoglû: Rejîma nû ji bo civakê gefeke mezin e
Rûniştina doza Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû hate kirin. Çerkezoglû got ku “Di rejîma nû de gefên mezin heye.” -
Girtiyên PJAK’ê li dijî tecrîdê greva birçîbûnê dan destpêkirin
16 girtiyên siyasî yên PJAK’ê yên di girtîgehên Îranê de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan kirin. -
Parêzerên Ocalan cara 803'an serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe cara 803'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Destûrê nadin ku xizmên girtiyan biçin Enqereyê
Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji bo hevdîtinan bikin berê xwe dan Enqereyê, lê li pêşiya Enqereyê hatin rawestandin. -
Serokê YSK'ê Guven li ser îtirazan daxuyanî da
Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Sadî Guven, li ser îtirazan daxuyanî da û diyar kir, dema îtirazê îro saet 15:00 bi dawî dibe. -
Li Hîldesheîmê çalakiya bi kon a 6 mehan hate destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li bajarê Hîldesheîmê çalakiya bi kon a 6 mehan hate destpêkirin. -
Tecrîd wê îro li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîdê tê kirin wê îro li Parlementoya Swêdê were nîqaşkirin. -
Li Londonê greva birçîbûnê ya bi dorvegerî dest pê kir
Li paytexta Îngilîstanê Londonê, greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a 3 kesan ji 14'ê Adarê ve didome. Komek ji 15 kesan jî ji bo piştgiriyê bide berxwedêrên greva birçîbûnê dest bi greva birçîbûnê ya bi dorvegerî kir. -
Berxwedêrên li Swêdê li ber Wezareta Karên Derve çalakî kirin
Kurdistaniyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh li paytexta Swêd Stockholmê dest bi greva birçîbûnê kirin, li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Swêdê çalakiyek pek anîn. -
'Têkoşîn bi berxwedaneke topyekûn dikare bi ser bikeve'
Eger em hêza xwe ya li Ewropayê bi rengekî rast bi kar bînin, em ê encamê bi dest bixin. -
Girtiyan bang li gel kirin: Dengê xwe tevlî dengê me bikin
Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê ragihandin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê ew amade ne her berdêlê bidin û gotin, "Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedanê derkevin û dengê xwe tevlî dengê me bikin." -
ROJEVA 2'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Nîsana 2019'an. -
malpera nuceciwan15.com cara 26'an hate girtin
Ajansa Nûçe Ciwan cara 26'an hate girtin. Ajansa Nûçe Ciwan ji ber nûçe û weşana xwe timî dibe hedefa êrîşên sansurê yên dewleta Tirk. -
Tecrîd li Luzernê hate şermezarkirin
Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Luzern ê Swîsreyê tecrîd hate şermezarkirin. -
Akici ya girtî ku tecrîd protesto kir şehîd bû
Yonca Akici ya li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Şakranê li dijî tecrîdê 29’ê Adarê çalakî pêk anî û bi giranî birîndar rakiribûn nexweşxaneyê şehîd bû. -
YSK: Li Stenbolê Îmamoglû li pêş e
YSK’ê li Stenbolê encamên ne fermî eşekre kir. Namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglû 48,79 ji sedî deng girt û li pêş e. -
Hevserokên HDP’ê: Ev qêrîna ‘Êdî Bes e’ ye!
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî piştî hilbijartina 31’ê Adarê û şûnde daxuyaniyek nivîskî da û got: “31’ê Adarê qîrîna ‘Êdî Bes e’ ya gelê me ya li dijî rejîma yek mêriyê ye.” -
Rewşa çalakgerê greva birçîbûnê Çinar ê girtî giran e
Rewşa tenduristiyê ya nivîskar Îlhamî Çinar ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, giran e. -
Çavdêrên KE'yê: Divê Tirkiye vê firsendê baş bi kar bîne!
Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (AKYBK) çavdêriyên xwe yên li ser hilbijartina herêmî ya Tirkiyeyê eşkere kir. Kongreyê diyar kir ku ev encam ji bo Tirkiyeyê firsendeke mezin e. -
Çalakgerên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ciwanên TCŞ'ê ne
Çalakiya nobedê ya bêdem ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê pêk tê, di hefteya 354'an de ji aliyê ciwanên endamên TCŞ'ê ve tê domandin. -
Li Îran û Iraqê gel ji ber lehiyê hate hişyarkirin
Li Îran û Iraqê ji ber barana zêde hişyariya lehiyê hate dayin. Rayedaran li 23 eyaletên Îranê û 7 bajarên mezin ên Iraqê alarm dan. -
Li Erdîşê gel serketina HDP’ê pîroz dike
Li Erdîşa Wanê ya ku HDP’ê bi ferqeke mezin şaredarî bi dest xist, gel ji sibehê ve daketin qadan û dest bi pîrozbahiyê kirin. -
OHD: Li Anatoliya Navîn 279 girtî di greva birçîbûnê de ne
OHD'ê ragihand, li girtîgehên li Herêma Anatoliya Navîn 279 girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne. -
Li Lohneyê kongreya avakirina ji nû ve ya NCDK’ê
Li bajarê Lohne yê Elmanyayê kongreya avakirina ji nû ve ya Navenda Civakî ya Demokratîk a Kurdan hate lidarxistin. -
YSK: Namzetê CHP'ê Îmamoglû li Stenbolê li pêş e
Serokê YSK'ê Sadî Guven diyar kir, Ekrem Îmamoglû 4 milyon 159 hezar 650, Bînalî Yildirim jî 4 milyon 131 hezar 761 deng wergirtine. Ekrem Îmamoglû jî ragihand, li Stenbolê ew li pêş e.