ROJANE
Hemû Nûçe
-
YSK: Namzetê CHP'ê Îmamoglû li Stenbolê li pêş e
Serokê YSK'ê Sadî Guven diyar kir, Ekrem Îmamoglû 4 milyon 159 hezar 650, Bînalî Yildirim jî 4 milyon 131 hezar 761 deng wergirtine. Ekrem Îmamoglû jî ragihand, li Stenbolê ew li pêş e. -
Le Monde: Erdogan bi derbeke giran têk çû
Hilbijartinên xwecihî yên li Tirkiyeyê cihekî berfireh di medya navneteweyî de girt. Le Monde'yê ragihand, hilbijartinên xwecihî ji bo Erdogan têkçûn e. -
Erdogan bi awayekî fermî ragihand ku Stenbol ji dest dane
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya li ser şaneşînêd de ragihand ku AKP’ê Şaredariya Bajarê Mezin a AKP’ê ji dest daye. -
Temellî: Li dijî hişmendiya qeyûman me serketinek mezin bi dest xist
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê encamên hilbijartinê nirxand got: “Me li dijî hişmendiya qeyûman serketinek mezin bi dest xist. -
Îdirê got HDP
Li gorî encamên dawîn li Îdirê ya ku hemû partiyan piştgirî didan MHP’ê, HDP bi ser ket. -
Bîlgen: Em bi ser ketin, em ê diyarî Dayîka Berfo bikin
Hevşaredarê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku ew li Qersê bi ser ketine. -
Li Qoser û Nisêbînê serkeftina HDP’ê tê pîrozkirin
Li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê gel daket qadan û serkeftina HDP’ê pîroz dikin. -
Xelkê Cizîrê li kolanan serketina hilbijartinê pîroz dikin
Xelkê Cizîrê çûyîna qeyûman û encamên hilbijartinê bi coşeke mezin pîroz dike. -
HILBIJARTINÊN XWECIHÎ - BLOGA ZINDÎ
Nûçeyên li ser hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê hûn dikarin bi rêya bloga me ya zindî bişopînin. -
Olûç: Divê YSK sekinandina daneyan rave bike
YSK'ê bi saetekê dane û agahiyên hilbijartinê yên der barê HDP û CHP’ê de sekinand. Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç têkildarî mijarê axivî û got; “Divê YSK sekinandina daneyan rave bike.” -
Serdanên li çalakiya Strasboûrgê didome
Li Strasboûrgê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger û serdanên li çalakiyê jî didome. -
Partiya mûxalefetê ya li Îngîltereyê: Divê tecrîd were rakirin!
Serokê partiya mûxalefeta li Brîtanyayê Jeremy Corbyn diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. -
Newroz li rojavayê Fransayê hate pîrozkirin
Newroz li bajarê Rochefort ê li rojavayê Fransayê hate pîrozkirin. -
Prof. Dr. Monch: Ewropa gelek tiştan deyndarê Kurdan e
Hiqûqnasê navdar ê Elman profesor û rektorê berê Prof. Dr. Ronald Monch çû serdana berxwedêrên greva birçîbûnê yên Strasbourgê. Monch got, “Heke Kurd nebûna wê DAÎŞ’ê Ewropa bifetisanda.” -
Temellî: Ji sibe û pê ve em ê guhertinên girîng bibînin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî dema ku dengê xwe da diyar kir, "Ji sibe û pê ve ji bo demokrasî û aştiyê em ê guhertinên girîng bibînin. -
Demîrtaş bi wêneyê çûkekî ji bo hilbijartinê peyam da
Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê dîlgirtî ye, di hesabê xwe yê Twitterê de ji bo hilbijartinê peyamek da. -
Bûldan: Ez ê li Amedê çûyîna qeyûman temaşe bikim!
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Yeşîlkoy a Stenbolê dengê xwe da. Bûldan da xuyakirin, wê biçe Amedê û ji wê derê li çûyîna qeyûman temaşe bike. -
Bi unîformaya leşkerî çûne ser sendoqê, hişyarî dane wan
Li Êlkê ya Şirnexê, leşkerên ku bi wesayitên zirxî veguhaztin, li gel ku ne peywirdar jî bûn xwestin ku bi unîformayê deng bidin, peywirdarên sindoqê yên HDP'ê dengê xwe li wan kirin û bêgav man ku unîforma ji xwe kirin. -
Dengdana ji bo hilbijartinên xwecihî dest pê kir
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi tevahî 57 milyon û 58 hezar û 636 hilbijêr ji bo rêveberên xwe yên xwecih diyar bikin wê biçin ser sindoqê. Li bajarên Kurdistanê dengdanê saet 07.00'an des pê kir. -
Tecrîd li Stockholm, Helsingborg û Rennesê hate şermezarkirin
Li bajarên Stockholm û Helsingborg ên Swêdê û li bajarê Rennes ê Fransayê, ji bo bidawîbûna tecrîdê û piştgiriya ji berxwedana greva birçîbûnê re çalakî hatin lidarxistin. -
'Em xwedî li dengê xwe derkevin'
Hunermend û siyasetmedaran li dijî faşîzma bloka AKP-MHP'ê bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên xwecihî û bang li her kesî kirin ku xwedî li dengê xwe derkevin. -
ROJEVA 31'Ê ADARÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Adara 2019'an. -
Heyeta çavdêriyê ya ji 92 kesan pêk tê wê hilbijartinê bişopînin
Li ser vexwendina HDP’ê 92 kesên ji Ewropayê hatin wê li bajarên Kurdan hilbijartinê bişopînin. -
HDP: Piştî destgîrkirinê divê em hê zêdetir xwedî li sindoqan derbikevin
HDP’ê destgîrkirina erdarên sindoqan ên di operasyona qirkirina siyasî ya li Stebolê de protesto kirin, banga hê zêdetir divê xwedî li sindoqan derkevin kir. -
Gelê Dêrsimê ew ê qeyûman bişîne
Li Dêrsimê nerazîbûna li hemberî qeyûman nasekine û gel li dora HDP’ê dibe xeleq.