ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Tecrîd bi berxwedanê wê were şikandin’
Malabatên ku li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê Çalakiya Nobedê hate astengkirin diyar kirin ku ger berxwedan nebe tecrîd nayê şikandin û banga “Li dijî mirîna zarokên me bêdeng nemînin” kirin. -
Têkildarî înfazkirina Hantaş polîsek hate girtin
Li Amedê ciwanê Kurd Recep Hantaş ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, têkildarî înfaza Hantaş 2 polîs hatibûn destgîrkirin. Polîsek hate girtin. -
HDP: Ciwanê ku sîxûrtî qebûl nekir polîsan ew qetil kir
Ayşe Acar Başaran a HDP’yî diyar kir ku Recep Hantaş ê ku sîxûrtî qebûl nekir ji aliyê polîsan ve hatiye qetilkirin. -
Profesorê hiqûqê Sassolî: Dewleta Tirk sûcên şer kir
Profesorê hiqûqê û şêwirmendê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Marco Sassolî diyar kir ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê sûcên şer kiriye dibe ku di dadgehên navneteweyî de were darizandin. -
Yekemîn Konferansa Ciwanên Şoreşger li Qamişloyê dest pê kir
Yekemîn Konferansa Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. -
Tevgera Gel a Sûdanê daxwaza hikumeteke sivîl dike
Tevgera Gel a Sûdanê, zexta xwe ya li ser artêşê zêde dike ku piştî têkçûna dîktatoriya Omer El Beşîr a 30 salan dest danî ser rêveberiyê. Tevgera Gel çalakiya rûniştinê didomîne û dixwaze hikumeteke sivîl tavilê ava bibe. -
Hiso: Helwesta me zelal e, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso nerazîbûn nîşanî gotinên Erdogan ên li ser Rojava da û got ku “Heke Tirkiye êrîşî Rojava bike, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.” -
Bêkariya li Tirkiyeyê gihîşt asta rekorê
Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên rejîma AKP'ê rêjeya bêkariyê di asta rekorê de zêde bû. Rêjeya bêkariyê gihîşt asta herî bilind a 10 salên dawî. -
EUTCC bang kir: Li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê
Seroka EUTCC Kariane Westrheim serdana çalakgerên greva birçîbûnê kir ku 120 roj in li Strasbourgê di greva birçîbûnê de ne. Westrheim bang li siyasetmedar û saziyên pêwendîdar ên Ewropayê kir ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. -
Ken Loach li dijî tecrîdê nameyek nivîsî
Derhênerê Îngilîz ê navdar Ken Loach, ji bo piştgiriyê bide berxwedana grevên birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Ocalan nameyek nivîsî. -
Nobedarên vê hefteyê koma Rojava ya ji Awûstûrya ye
Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ya li ber avahiya Konseya Ewropayê, di hefteya 356'an de ye. -
Şaredariya Berceto navê şervanê YPG'ê Orsetti li pirtûkxaneyê kir
Şervanê enternasyonalîst Lorenzo Orsetti ku di şerê dijî DAÎŞ'ê de li nava refên YPG'ê şehîd bû, navê wî li pirtûkxaneya li stasyona trenê ya li bajarê Berceto yê nêzî Parmayê hate kirin. -
Ciwanên Kurd li Parîsê li dijî tecrîdê daketin qadan
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li paytexta Fransa Parîsê li meydana Chatelet Les Hallesê li hev civiyan û ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, maske danîn ber devê xwe. -
Li gelek bajaran kongreyên NCDK'ê pêk hatin
Li paytexta Îngilîstan Londonê, li bajarên Bremen û Hamburgê yên Elmanyayê, li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsên Gel kongreyên xwe yên salane pêk anîn. -
Ciwanên enternasyonalîst serdana çalakgerê greva birçîbûnê kirin
Enternasyonalîst di çarçoveya projeya "Make Rojava Green Again" de li Cenevreyê li hev civiyan. Ciwanan serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Koçak kirin û gotin, tecrîd wê bi piştevaniyê ji holê bê rakirin. -
Li Edeneyê çalakiya ji bo berxwedana grevên birçîbûnê
Li navçeya Seyhan a Edeneyê, ciwanan ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan û xwedîderketina li berxwedana grevên birçîbûnê çalakî pêk anîn. -
ROJEVA 15'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Nîsana 2019'an. -
Bi meşaleyan bal kişandin ser grevên birçîbûnê
Li 39 navçeyan ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûnê meşên hemwext hate lidarxistin. -
Qedexe ye ku girtî di telefonê de qala grevên birçîbûnê bikin!
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1’ê Adarê û vir ve li girtîgehan greva birçîbûnê didomin. Li Girtîgeha Tîpa T ya Nimreya 2’an a Rihayê girtî di telefonê de dema ku qala grevên birçîbûnê dikin, axaftina wan tê qutkirin. -
Birayê Hantaş: Polîsan tim zext li ser dikir
Birayê Recep Hantaş ku polîsên Tirk îro ew qetil kirin got rayedaran agahiyeke zelal nedane wan lê polîsan tim ew dişopandin û zext li ser dikirin. -
Koçyîgît: Li dijî tecrîdê pêwîstî bi rê û rêbazên nû heye
Hevberdevk Gulîstan Kiliç Koçyîgît, li 2. Civîna Meclîsa Giştî ya HDK'ê axivî û got, ji bo bersiv ji daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê re bê dayin pêwîstî bi rê û rêbazên nû heye. -
Bîlançoya lehiya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê giran dibe
Li gorî hejmarên fermî, ji ber karesata lehiyê herî kêm 76 kes mirin. Çavkaniyên xwecihî dibêjin bi sedan kes ji ber lehiyê mirine. Tê gotin, karesata lehiyê ziyanek ji 2 milyar Euroyî li Îranê kiriye. -
Li Wanê greva birçîbûnê bi koma duyan didome
Li Wanê greva birçîbûnê ya dorveger, a bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û desteka li grevên birçîbûnê bi koma duyan didome. -
Li Kopenhagenê çalakiya bêdeng a li dijî tecrîdê
Mîna li gelek welatên Ewropayê, roja Şemiyê li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bêdeng hate lidarxistin. -
Yusuf Îba rakirin nexweşxaneyê
Berxwedêrê greva birçîbûnê Yusuf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê bi armanca protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, di roja 93'an de ji ber giranbûna tendirûstiya wî, rakirin nexweşxaneyê.