ROJEVA 15'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Nîsana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Nîsana 2019'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Profesorê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Cenevreyê Marco Sassoli ku li qada hiqûqa navneteweyî yek ji kesayetên navdar e, diyar kir ku li bajarên Bakurê Kurdistanê û Efrînê sûcê şer hatiye kirin. Sassoli got, eger Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî destûrê bide, lêpirsînek dikare dest pê bike.
- Nobeda "Azadî ji Ocalan re" ya li ber avahiya Konseya Ewropayê, di hefteya 356'an de ye.
- Naîme Çelîk ku ji bo bidawîbûna tecrîdê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê kete greva birçîbûnê û piştî hate berdan jî çalakiya xwe dewam kir, anî ziman ku Leyla Guven ji bo wan meşaleyek e.
- Enternasyonalîst di çarçoveya projeya "Make Rojava Green Again" de li Cenevreyê li hev civiyan. Ciwanan serdana berxwedêrê greva birçîbûnê Koçak kirin û gotin, tecrîd wê bi piştevaniyê ji holê bê rakirin.
- Dewleta Tirk DAÎŞ'ê hem li Tirkiyeyê, hem jî li Sûriyeyê jinûve bi rêxistin dike û DAÎŞ'ê weke hêzeke paramîlîter bi kar tîne.
- Mehmet Şîrîn Îşlak ku sala 2013'an tevlî nava refên PKK'ê bû, ji bo hilanîna tola êşên hatine kişandin, bi navê Firat Tolhildan di nava dîroka têkoşînê de deng veda.