ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dayikan ji Strasbourgê bang kirin: Sibe dibe ku dereng be!
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourgê yê Fransayê 119 roj in didome. Dayikên ku piştgiriyê didin berxwedêran bang li Kurdên li Ewropayê kirin û gotin, "Dibe ku sibe dereng be." -
Wekîla Fransayê henekê xwe bi nîjadperestiya Tirk kir
Wekîla Fransayê Sonia Krimi ku bi rojane bûye hedefa nûçeyên derewîn û gefên rayedarên dewleta Tirk, rexneyeke tund li AKP'ê kir û henekê xwe bi nîjadperestiya Tirk kir. -
Aborînas-nivîskar Mûstafa Sonmez hate destgîrkirin
Aborînas-nivîskar Mûstafa Sonmez ji ber peyamên wî yên li ser tevna civakê parve kirî, hate destgîrkirin. -
Ûysal: Armanca çalakiyan vekirina rêya aştiyê ye
Parêzer Newroz Ûysal diyar kir, armanca çalakgerên greva birçîbûnê vekirina rêya demokratîk a ber bi aştiya civakî ve ye û got, divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. -
Aktîvîstên Elman 3 roj in di greva birçîbûnê de ne
Greva birçîbûnê ya komek ji aktîvîstên Elman a li dijî tecrîdê didome, ku li paytext Berlînê pêk tînin. -
Awûstûryayê ji bo darizandina DAÎŞ'iyan serî li YE'yê da
Ji bo çeteyên DAÎŞ'ê yên di destê YPG'ê de ne li dadgeha sûcdarên şer a navneteweyî bên darizandin Awûstûrya kete nava liv û tevgerê. Wezîrê Karên Hundir ê Awûstûryayê Kickl ji bo vê yekê serî li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) da. -
Li Ewropayê çalakiyên li dijî bêdengiyê
Kurdistaniyên li Ewropayê, ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyên xwe didomînin. -
ROJEVA 14'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Nîsana 2019'an. -
Polîsan çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan asteng kir
Malbatên girtiyan ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Polîsan li nêzî Girtîgeha Gebzeyê êrîşî malbatan kir û çalakiya wan a nobetê asteng kirin. -
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yedîgol pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Nurettîn Yedîgol pirsîn, ku Yedîgol 10’ê nîsana 1981'ê hatibû windakirin û gotin: “Hûn bi qedexekirina Galatasarayê nikarin wan bi me bidin jibîrkirin.” -
Temellî: Divê her kes ji bo grevên birçîbûnê bikeve tevgerê!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî anî ziman ku grevên birçîbûnê asta krîtîk derbas kiriye, banga her kes bikevin tevgerê kir. Temellî da xuyakirin ku li dijî bê edaletiya AKP’ê ya hilbijartinê divê bi hev re tevgerê bike. -
'Bi hinceta hilbijêrên xeyalî gel çavtirsandî dikin'
Abdurrahman Oguz ku peywirdarên AKP'ê dest bi hinceta 'hilbijêrên xeyalî' 3 caran çûne mala wan, got, ''Dixwazin me çavtirsandî bikin. Gelek ewraqan bi me didin îmzekirin''. -
Li Girtîgeha Kirikkalayê zexta li ser girtiyan zêde dibe
Ayetullah Ay ku li Girtîgeha Kirikkaleyê ji bo ku tecrîd bi dawî bibe di greva birçîbûnê ye, di hevdîtinê ya bi malbatê re got, ji bo ku greva birçîbûnê bi dawî bikin îdare zexta li ser wan dike. -
ROJEVA 13'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Nîsanê.. -
Wê li Hozan û Keskînê hilbijartin ji nû ve bê kirin
Li ser îtirazên AKP’ê wê li navçeya Hozan a Denîzlî û navçeya Keskîn a Kirikkaleyê hilbijartin ji nû ve bê kirin. -
Ji rûviyên Çinar ê di grevê de ye xwîn tê
Xaleta Îlhamî Çinar ê di Girtîgeha Şakranê di grevê de ye Abîde Bayram anî ziman ku ji rûviyê xwarziyê wî xwîn tê. -
Serlêdana hevdîtinê ya malbatan dîsan hate redkirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên li Îmraliyê ji bo ku biçine Îmraliyê serlêdana hevdîtinê kiribûn. Serlêdan ji aliyê Serzodgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin. -
Li Gebzeyê dayik stranên berxwedanê distirin
Dayikên ku destekê didin girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de li Gebzeyê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û stranên berxwedanê distirin. -
Heyeta HDP'ê bi Sekreterê Giştî yê KE û Seroka MPKE'yê re rûnişt
Endamên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Hişyar Ozsoy û Feleknas Ûca û Nûnerê HDP'ê Fayîk Yagizay bi navê HDP'ê, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjorn Jagland re rûniştin. -
Aslan ê girtî: Bila her kes bibe parçeyek ji berxwedanê
Yaşar Aslan ê ku ev 27 sal in girtiye, got, ''7 hezar girtî li girtîgehan di grevê birçîbûnê de ne, ev bi serê xwe serkeftinek e'' û bang li gel kir ku bibe parçeyek ji berxwedanê. -
Malbat ji bo ku biçin Imraliyê serlêdan kirin
Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên li Imraliyê ji bo ku biçine Imraliyê serlêdana hevdîtinê kirin. -
Buldan: YSK ketiye bin nîrê AKP'ê, AKP partiya kemînê ye
Hevseroka Giştî ya HPD'ê Buldan têkilî biryara YSk'ê got, ''AKP partiya kemînan e'' û ji bo YSK'ê jî got, ''ketiye bin nîrê AKP'ê, ne saziyeke serbixwe ye''. -
Çalakgerên greva birçîbûnê serdana Parlamenta Swêdê kirin
Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne, serdana partiyên siyasî yên li parlamentê kirin û ji wan xwestin ku li dijî tecrîdê helwestê nîşan bidin. -
Yek ji parêzerê navdar ê Elman rexneya YPG'ê li hikûmetê kir
Parêzer Hartmût Wachtler ku di serî de Ulrîke Meînhof, parêzeriya lîderên tevgera 68'an a Elmanyayê dikir, bi gotinên tund Wezareta Karên Navxwe ku alayên YPG/YPJ'ê qedexe kiriye, şermezar kir. -
Ay: Zextan li berxwedêrên girtî dikin
Birayê Ayetûllah Ay ê di girtîgeha Kiriklarê de ye, di derbarê berxwedêran de agahî da û bal kişand ser rewşa berxwedêrên girtî, banga bihîstiyariyê kir.