Li Gebzeyê dayik stranên berxwedanê distirin
Dayikên ku destekê didin girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de li Gebzeyê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û stranên berxwedanê distirin.
Dayikên ku destekê didin girtiyên ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de li Gebzeyê çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û stranên berxwedanê distirin.
Greva birçîbûnê ya 7 hezar girtiyên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji 1'ê Adarê ve didome.
7 hezar girtiyên siyasî dixwazin demildest dawî li tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were.
Çalakiya rûniştinê ya dayikan a li ber Girtîgeha Gebzeyê kete roja çaran.
Polîsên Tirk vê seibehê xwestin ku dayikên çalakger destgîr bikin. Dayikan bi stranên berxwedanê bersiv dane êrîşên polîsan. Piştî ku dayika aştiyê Guler Bugday got,''heke hûn nehêlin em rûnin em ê bimeşin'' polîsan gef xwarin ku bi TOMA'yan êrîşê bibin ser dayikan.