ROJANE
Hemû Nûçe
-
Piştî 6 salan cihê ku Berkîn Elvan lê hate kuştin, hate lêkolîn!
Piştî 6 salan di derbarê kuştina Berkîn Elvan de ku ji hêla polîsên Tirk ve hate qetilkirin lêkolîna destpêkê hate kirin. -
HDP wê her roj biçe serdana malbatên di nobetê de
HDP jî piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li pêşiya Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê. Bi awayekî periyodîk wê HDP biçe serdana malbatên ku tevlî nobetê bûne. -
Koçak: Dem dema berxwedanê ye
Li Cenevreyê Mehmet Alî Koçak ji bo rakirina tecrîdê 50 roj in di greva birçîbûnê de ye. Koçak got ku “Dem hatiye ku em dîwarê bêdengiyê hilweşînin.” -
'Li dijî şer û mêtîngeriyê em ê 1’ê Gulanê dakevin qadan!'
Sendikayên DİSK, KESK, TMMOB û TTB’ê ragihandin ku ji bo welatekî bê şer û mêtîngerî wê bi milyonan li qadan bin. -
Xwediyê îmtîyazê yê Ozgur Gundemê Sancili dîsa hate girtin!
Derbarê xwediyê îmtîyazê yê rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Sancili ku hatibû berdan, piştre hate girtin û ew birin girtîgehê. -
'Bibin dengê berxwedêrên greva birçîbûnê'
Beşdarên çalakiya rûniştinê ya li ber Konseya Ewropayê gotin, "Em dixwazin bibin deng û çareya grevên birçîbûnê." -
Karasû: Greva birçîbûnê gihîştiye asta rojiya mirinê
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku koma destpêkê ya greva birçîbûnê gihîştiye asta rojiya mirinê û got, "Êdî berpirsyariyeke dîrokî ye ku her kes bêyî bikeve nava hesabên fikarên şexsî li her derê li ber xwe bide." -
Pekoz: Helwesta hikûmetê rewşê xirabtir dike
Parlamenterê HDP'ê têkilî greva birçîbûnê got, nedîtina greva birçîbûnê ya ji hêla hikûmet û raya giştî ve wê rewşê xirabtir bike. -
Çalakgerên greva birçîbûnê li ber Parlamenta Swêdê civiyan
Kurdistaniyên ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Stockholmê di greva birçîbûnê de ne, doh li ber Parlamenta Swêdê çalakî pêk anîn. -
Kipping bang kir: Pêkanînan li ser Erdogan bisepînin
Hevseroka Partiya Çep Katja Kipping bang li hikumeta Elman a federal kir û got, "Hevkariya xwe ya leşkerî ya bi rejîma Erdogan re rawestînin û ji bo girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê." -
'Bila êdî kes li girtîgehan nemire'
Ayşe Bahadir ku kurê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bang li Wezareta Edaletê kir ku nehêle darbest ji girtîgehan derkeve û got, ew aştî û edaletê dixwazin. -
Kartal: Li Ewropayê ji bo PKK'ê pêvajoyeke nû dest pê kir
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser biryarên li Belçîka û Luksembourgê yên li ser PKK'ê û got, "Mirov dikarin bêjin, ji bo tevgera Kurd, PKK'ê, sazî û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye." -
ROJEVA 10'Ê NÎSANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Nîsana 2019'an. -
Serlêdana hevdîtinê ya ji bo Ocalan hete redkirin
Serlêdana hevdîtinê ya 805’an a parêzeran a ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk bînin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hate redkirin. -
Senar Abî yê girtî: Her kes tevlî stran û qêrîna me bibin!
Senar Abî yê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye bi rêya nameyekê banga tevlîbûnê li her kesê kir ku tevlî stran û qêrîna wan bibin. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 805'an serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re cara 805’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Li Kocaeliyê polîsan êrîşî malbatên girtiyan kir
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya greve birçîbûnê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya nobedê dan destpê kirin. Polîsan êrîş kir û gelek kes destgîr kirin. -
Li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya greve birçîbûnê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya nobedê dan destpê kirin. -
DÎK: Di olê de tecrîd tune, divê were rakirin
Endamên Kongreya Îslama Demokratîk diyar kirin ku kesên tecrîdê dikin û li hemberî grevên birçîbûnê bêdeng in, li gorî pîvanên olê tevnagerin. -
Li Silopyayê cezayê hepsa mal û kelepçeya elektronîk dan 2 dayikan
Li navçeya Silopî ya Şirnexê derbarê Behiye Nayir a dayika Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Pakîze Nayir ku dema berxwedana xwerêveberiyê de ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin û Hanim Kaya (70) de cezayê hepsa malê û kelepçeya elektronîk hate dayîn. -
Ûca derbarê tecrîdê pirs ji Konseya Ewropayê re kir
Endama Konseya Ewropayê Feleknas Ûca derbarê tecrîd û girtîgehan pirs ji Komîsera Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê Dûnja Mîjatovîç re kir. -
Dayika ku kurê wê di grevê de ye: Hûn hînê çima bêdeng in?
Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê Omer Tolûk e. Dayika Tolûk got, "Bedena zarokên me roj bi roj dihele, hûn hîn çima bêdeng in?" -
Ji bo piştgiriya bi Kurdan re li Swêdê însiyatîfeke nû ava bû
Li navçeya Soderhamn a Swêdê, ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re rêxistinbûneke nû hate avakirin. -
'Em jî bi zarokên xwe re di greva birçîbûnê de ne'
Şahîn Tan ê 21 salî, 102 roj in li Girtîgeha Girtî ya Ceyhanê di greva birçîbûnê de ye. Dayika Tan Behya Tan got, "Em jî bi zarokên xwe re di greva birçîbûnê de ne. Di rewşekê de ku ew xwarinê naxwin, gelo em ê çawa karibin bixwin?" -
Sê partiyên Swîsreyî bi hev re bang kirin: Bikevin nava tevgerê!
3 partiyên siyasî yên Swîsreyî bang li Konseya Federal a Swîsreyê, hikumeta Kantona Cenevreyê û civaka navneteweyî kirin ku di mijara grevên birçîbûnê de bikevin nava liv û tevgerê.