Li Kopenhagenê çalakiya bêdeng a li dijî tecrîdê
Mîna li gelek welatên Ewropayê, roja Şemiyê li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bêdeng hate lidarxistin.
Mîna li gelek welatên Ewropayê, roja Şemiyê li bajarê Kopenhagen ê Danîmarkayê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya bêdeng hate lidarxistin.
Ji bo şermezarkirina bêdengiya hikumetên rojavayî û saziyên navneteweyî ya li pêşberî tecrîdê û grevên birçîbûnê, li Kopenhagenê çalakiyeke protestoyî ya bêdeng pêk hat.
Girseya gel li Nytorvê li hev civiya, devê xwe bi bantê girt û li ser mijarê belavok li derdorê belav kir.
Di çalakiyê de xwepêşandêran tîşortên bi nivîsa "Freedom for Ocalan" (Azadî ji Ocalan re) li xwe kirin.