Bîlançoya lehiya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê giran dibe

Li gorî hejmarên fermî, ji ber karesata lehiyê herî kêm 76 kes mirin. Çavkaniyên xwecihî dibêjin bi sedan kes ji ber lehiyê mirine. Tê gotin, karesata lehiyê ziyanek ji 2 milyar Euroyî li Îranê kiriye.

Enstîtuya Tipa Edlî ya Neteweyî ragihand, herî dawî li Huzistana li başûrê rojava 5 kes, li herêma Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê kesekî jiyana xwe ji dest daye. Li gorî rayedaran 76 kes ji ber lehiyê mirine, lê belê çavkaniyên herêmî dibêjin, bi sedan kes mirine û bîlançoya rastî ji aliyê rejîmê ve tê veşartin.

Huzistan û Îlam du herêmên dawî ne ku lehiyê lê rû daye. Lehiya ku ji ber barana zêde 19'ê Adarê rabû, bi sê pêlan li Îranê xist. Ji ber lehiyê bi sed hezaran kes hatin veguhastin. Roja Şemiyê li herêmên rojhilat ku bi giranî çol e, baran bariya. Li heman herêman roja Yekşemê jî alarmê dewam kir.

BI 2 MILYAR EUROYÎ ZERAR LI ÎRANÊ BÛ

Li gorî ajansa nûçeyan a Îrnayê, Wezîrê Karên Hundir Abdulreza Rahmanî Fazlî roja Yekşemê li parlamentê daxuyanî da û diyar kir, lehiyê bandor li 25 ji 31 eyaletan kiriye.

Wezîr Fazlî diyar kir, lehiyê xisarek ji 1.93 heta 2.25 milyar Euroyî li Îranê kiriye.

Wezîrê Ragihandin û Pêşvebirina Bajarvaniyê Mûhammed Îslamî jî li heman civînê axivî û anî ziman, xisar li rêya zêdeyî 14 hezar kîlometreyî bûye û 725 pir bi temamî hilweşiyane.