KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Kolberekî din li Serdeştê hate kuştin
Li sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê doh bi şev kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin. -
HPG'ê şehîdên Heftanînê bi rêzdarî bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê sala 2015'an şehîd ket bi bîr anî û got, "Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe yên leheng teqez bi serketinê tacîdar bikin." -
ROJEVA 19'Ê ÎLONA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Artêşa Tirk herêma Bradostê bomberdûman kir
Artêşa Tirk a dagirker herêma Bradostê bomberdûman kir. -
Greva birçîbûnê ya aktivîstên Behdînanê destpêkiribûn kete roja 12’an
Gireva birçîbûnê ya aktivîstên Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin dabûn destpêkirin, di roja 12’an de didome.85 rojnamevan û aktivîstên Behdînanî li dijî bêhiqûqîyê dest bi greva birçîbûnê kirin. -
Xizmên Windayan ji bo Ozalp û Sancak hatin ba hev
Xizmên Windayan û endamên ÎHD’ê ji bo Cavît Ozalp û Hacî Sancak ên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin, hatin ba hev. -
Bi sedan kesî berê xwe da konê sersaxiyê yê ji bo Şukru Serhed hatî danîn
Li bajarê Silêmaniyê li cihê ku şehîd Şukru lê hatî şehîdxistin, konê sersaxiyê hatiye danîn û bi sedan kesî berê xwe daye konê sersaxiyê. -
Bi êşkenceyê destgîrkirin û piştre girtin
Ji Malbata Gurdegir Ahmed Gurdegir ê li Çewligê bi êşkenceyê hate destgîrkirin, girtin. -
HPG: 2 dagirker hatin cezakirin, helîkopterek hate derbkirin
Hêzên gerîla li Avaşîn û Metînayê li dijî leşkerên Tirk a dagirker di nava çalakiyan de ne. Di çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin, 2 dagirker hatine cezakiri, helîkopterkek jî hatiye derbkirin. -
Li Hewramanê kolberek din jiyana xwe ji dest da
Duh şev komek kolber li herêma Nodşe ya Hewramanê dikevin kemîna hêzên Îranê. Di encamê de kolberek dilê wî radiweste û li heman cihî jiyana xwe ji dest dide. -
Ji bo Şukru Serhed li Silêmanî konê sersaxiyê tê danîn
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku îro wê ji bo Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed ku duh di encama êrîşeke hovane ya MÎT’a Tirk de hat qetilkirin, li Silêmanî konsê sersaxiyê dane. -
Navenda Ragihandinê ya HPG: Dewleta Tirk bi derewan ser têkçûna xwe dinixumîne
Berdevkê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir dewleta Tirk ku ji balafirên şer, heta bi çekên kimyewî her cure rêbazan bi kar tîne, ji bo têkçûna xwe ya li bara gerîla bixumîne, her cure rêbaza şer sazkar kiriye. -
Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Şukru Serhet bi bîr anî
Komîteya Şehîdan a PJAK’ê şehîd Şukru Serhet (Yasîn Bûlût) bibîr anî û got: “Hevrê Şukru Serhet 40 salên têkoşînê kar kir û bû yek ji hevrêyên rasteqînî yê Rêber APO û di şopa Hakî Karar, Kemal Pîr û Akîf Yilmazan da heya deqeya şehadeta xwe meşiya.” -
Kujerên Yasîn Bulut nehatine girtin -NÛ BÛ
Hate diyarkirin kesên ku ji hêla dewleta Tirk ve suîkasst li Yasîn Bulut kirine nehatine girtin. -
Balafirên keşfê li Mexmûr difirin
Di van kêliyan de bê navber balafirên keşfê li esmanên Mexmûr digerin. -
‘Xwedî li destketiyên ku bi saya şehîdan hatiye avakirin derbikeve’
Gerîlayê YRK’ê Erdal Çilçeme bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê dike ku divê li dijî siyaseta şerê taybet a ku dagirkeriya Îranê li ser ciwanan birêve dibe bisekînin û ji bo valaderxistina wê, tevlî nava refên gerîla bibin. -
‘Derfet nebin vîn heye’
‘’Em ji pêvajoyeke giran derbas dibin, di vê pêvajoyêde windahiyên me çêbûn lê şer e, em ê dev jê neqerin. Li nav PKK’ê çandek e, dema ku derfet nebin şerêv vînê dest pê dike.’’ -
'Ji ber ku li ber qeyûm ranebû ser piyan bû 'endamê rêxistinê'
Agît Demîrkan, kedkarê tendiristiyê ji ber ku li ber qeyûmê Wanê ranebû ser piyan bi îdîaya 'endamê rêxistinê ye'' doz lê hate vekirin û ew sirgûnî Yozgatê kirin. -
Şanaz Îbrahîm qetilkirina Şehîd Şukru Serhed şermezar kir
Şanaz Îbrahîm Ehmed bi tundî qetilkirina Şukru Serhed şermezar kir û daxwaz kir ku demildest hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê êrişkaran bibînin û ji bo cezakirinê radestî dadgehê bikin. -
Cenazeyê Şehîd Şukru Serhet bi merasîmeke heybet spartin axê
Cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) ê ku di êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li Silêmanîşehîd bû, bi merasîmek bi heybet spartin axê. -
Xelkê Mexmûrê şehîdkirina Şukru Serhed şermezar kirin
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ku şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukru Serhed şermezar kirin û gotin: “Guleya ku li Şehîd Şukru hatiye dayîn, li tevahî Kurdan hatiye dayîn." -
Tevgera Goran banga eşkerekirina piştperdeya şehîdkirina Şukru Serhed kir
Tevgera Goran şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) şermezar kir û bang eşkrekirina piştperdeya bûyerê kir. -
Bi sedan kesî li Sengeserê pêşwazî li cenazeyê Şehîd Şukru Serhet kirin
Li Sengeserê bi sedan kesî bi dirûşman pêşwazî li cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) ku di êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li Silêmanî şehîd bû, pêşwazî kirin. -
Federasyona Girtiyên Siyasî ya Kurdistanê: Divê Silêmanî nebe malbenda qetilkirina dijberên Erdogan
Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê daxwaz ji saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê kir ku kujerê Şehîd Şukru Serhed werin cezakirin û got: “Divê rê neyê dayîn êdî Silêmaniyê bibe malbenda qetilrkirina dijberên rejîma Erdogan.” -
Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr şehîdxistina Şukru Serhed şermezar kir
Nûnertiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlêrê qetilkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) û êrişên li ser panaberên Kurd ên Başûrê Kurdistanê şermezar kir.