KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şevger: Em ê li ser şopa şehîd Rênas Roj û tevahî şehîdan bimeşin
Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger bal kişand ser têkoşîn û kesayeta Fermandarê YPG’ê Rênas Roj û destnîşan kir ku ew ê li ser şopa wî bimeşin. Şevger bang li ciwanan kir ku xwedî li şehîdan derkevin. -
HPG: Sê gerîla bi çekên kimyewî şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk li herêma Avaşînê çeka kimyewî avêtiye û sê gerîla şehîd bûne. -
Dewleta Îranê li Kelaşîn û Berbizina dide
Dewleta Îranê ji 13’ê Îlonê û vir ve bi hawanan li qadên Berbizina û Kelaşîn a herêma Bradostê dide. -
Ji malbata Çakmak re tiştek jî negotin
Têkildarî Rustem Çakmak ê 25 salî ku beriya mehekê li gundekî Şemzînanê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin, daxuyaniyek jî ji malbata wî re nehate dayin. Ev yek ne bûyereke destpêkê ya kuştinê li ser sînor bû. -
'Ji bo azadiya Rêber Apo divê her roj têkoşîn bê meşandin'
Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger: Ji bo azadiya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo divê her roj têkoşîn bê kirin. Dema me ev kir, dijmin wê têk biçe û serketin bibe ya me. -
Ji ber bomberdûmana dagirkeran li Gabar şewat derket
Artêşa Tirk dagirker bombe li lûtkeya Çiyayê Gabar barand. Ji ber bomberdûmanê şewat li qadê derket. -
HPG: Li Werxelê berxwedana gerîla dewam dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di encama berxwedana hêzên gerîla de dagirker nikarin li qada Werxelê bi pêş ve biçin. -
Maliyên Gurdegîr bi êşkenceyê hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk bi ser mala xizmên Sonuç Gurdegîr de girtin û 3 kes bi êşkenceyê destgîrkirin, ku Sonuç Gurdegîr jî dema destgîrkirinê êşkence lê hatibû kirin. -
Artêşa Tirk bombe li gundên Metîna û Heftanînê barand
Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran li gerîla dixwe, bombardûman li gundên herêmên Metîna û Heftanînê barand. Ji ber bombardûmanê xisareke mezin li gundan bû. -
Gerîla Firmesk Amed qala çalakiya Werxelê kir
Gerîlayê HPG'ê Şiyar Firmesk Amed qala çalakiyeke gerîla kir ku meha Hezîranê li qada Werxelê ya Avaşînê li dijî dagirkeran hate lidarxistin. -
Navenda Parastina Gel çalakiyên Gabar, Avaşîn û Metînayê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) çalakiyên ku gerîlayan di meha Îlonê de li Gabar, Avaşîn û Metînayê li dijî dagirkeran li dar xistine, pîroz kir. -
PKK'ê Îrfan Guler û Saît Uçlu bi bîr anî
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê gerîla Îrfan Guler (Adil Ûrfa) û Saît Uçlu (Ferat Pîr) bi bîr anî, ku ji bo nivîsandina romana şoreşê çûbûn Rojava, lê ji ber nexweşiyê şehîd ketin. -
Leyla Amed: Dijmin wê her tim bitirse
Ji fermandarên YJA Starê Leyla Amed destnîşan kir ku artêşa Tirk li gel teknîk û kelehên xwe ditirse û got, "Wê her tim bi vî rengî bitirsin. Ji ber ku dijmin jî zane; Kurdistan bêxwedî nîne." -
Li Şengalê coşa hilbijartinê: Piştgiriya ji bo namzetê PADÊ mezin dibe
Şêniyên gundê Borikê yê Şengalê diyar kirin, ku ji bo xweserî û wekheviyê dengê xwe bidin namzetê PADÊ. -
Kalkan: Berxwedan divê bi her rê û rêbazê be
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li dijî terora faşîst a AKP-MHP'ê bal kişand ser pêwîstiya bi tundiya şoreşgerî û got, "Bi berxwedana topyekûn em dikarin têk bibin. Divê her rêbaz bê bikaranîn. Dubare dikim; her rêbaz." -
Artêşa Tirk bombe li Pulurê barand, li daristanê şewat derket
Di encama bomberdûmana navbera du gundên Pulurê de şewat derket. -
Li Sêrtê dijî tecrîdê meşiyan
Li Sêrtê li ser rênedayîna çalakiya di çarçoveya ‘Dem dema azadiyê ye’ de ye, meşek hate kirin. -
Ciwan li Silêmaniyê li dijî xiyanetê meşiyan: Em hêzê ji gerîla û Îmralî digirin-NÛ BÛ
Ciwanên Silêmanî ji bo xwedî li berxwedana HPG’ê derbikevin, piştevanîkirina bi girtiyên Behdînan ên di greva birçîbûnê de ne û protestokirina êrîşên PDK’ê meşiyan. Ciwanan bang kir ku ew hêza xwe ji gerîla digirin. -
Şewata li Licê berbelav dibe
Şewata ku saetên danê nîvro li herêma Kelekê ya Licê derketibû, ji ber nemudaxeleyê berbelav dibe. -
Baroya Amedê nerazîbûn nîşanî serokê dadgehê da: Em ê gilî bikin
Baroya Amedê anî ziman ku di danîşîna doza Ayşe Gokkan de êrîşî parêzeran û heqaret lê hatin kirin û got: “Qet qebûl nakin, serî natewînin.” -
HPG'ê tol hilanî: 8 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke Kîrpî hate îmhakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo bîranîna ji fermandarên herêma Gabarê Diljîn Marya Dersim çalakiyên tolhildanê kirin. Di encamê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin. -
Di rûniştina Gokkan de êrişî parêzer û temaşevanan hate kirin
Di rûniştina Ayşe Gokkan a girtî de, polîsan li parêzeran dan. -
Leşkerên Tirk gule berdan, agir bi daristanê ket
Li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînanê, ji ber gulereşandina leşkerên Tirk ên dagirker agir bi daristanê ket. -
Li Bane kolberek hat qetilkirin û 3 jî birîndar bûn
Hêzên dewleta Îranê li bajarê Bane gule li komek ji kolberan reşand ku di encamê de kolberekî jiyana xwe ji dest da, 3 kolber jî birîndar bûn. -
Salvegera berxwedana Etrûşê: Em ê bi heman îradeyê li ber xwe bidin
Mexmûriyan bi wesîleya salvegera êrişa 1995'an a li ser Etrûşê axivîn û hişyarî dan ku êrişên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Mexmûrê dibe ku veguherin êrişên leşkerî. Mexmûriyan gotin, "Em ê teslîm nebin. Em ê jiyana xwe biparêzin."