KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê sersaxî da malbata Bulût û gelê Kurd
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê ji malbata Endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê Yasîn Bûlût (Şukru Seret) ku li Silêmanî ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate şehîdkirin, sersaxî xwest. -
Bi hezaran cenazeyê şehîd Yasîn Bûlût oxir dikin
Cenazeyê endamê Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan a PKK’ê re Yasîn Bûlût ê ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, ji bo definkirinê ber bi Şehîdgehê ve oxir dikin. -
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê: Wê tola hevrê Şukru bê hildan!
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê, têkildarî qetilkirina Yasîn Bûlût a ji aliyê dewleta Tirk ve daxuyaniyek da û got: “Bila bê zanîn ku di şexsê hevrê Şukru de wê tola hemû şehîdên şoreşê bê hildan, xwîna wan li erdê namîne.” -
Qubad Talibanî şehîdkirina Şukru Serhed şermezar kir
Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talibanî bi daxuyaniyekê şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK Şukru Serhed (Yasîn Bûlût) şermezar kir. -
Berxwedana gerîla ya li Werxelê dewam dike: Dagirker nekarî bi pêş ve biçin
Tevî ku dewleta Tirk a dagirker 7 caran bi teqemeniyan û çekên giran bombe li qada berxwedanê ya Werxelê barandin, nekarîn li pêşberî berxwedana hêzên gerîla bi pêş ve biçin. -
Mêrdîn: Em ê berxwedanê mezin bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin
Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mêrdîn destnîşan kir ku wê berxwedana heyî mezin bikin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin. -
Biryara girtinê li ser Bilîcî hate standin
Doza li ser xirakirina 6 sal û 3 meh a cezayê girtîgehê ya derheqê Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Racî Bilîcî pêk hat, dîsa biryara girtinê dane Bîlîcî. -
Cenazeyê Bûlût ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, tê oxirkirin
Cenazeyê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bûlût, ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate qetilkirin, dibin mizgefta Ehmedê Hacî Elî. Xelkê berê xwe da Silêmaniyeyê. -
PKK: Dewleta Tirk bi rengekî hovane hevalê me Yasîn Bûlût qetil kir
Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK'ê got, "Dewleta Tirk, hevalê me Yasîn Bûlût (Şukru Serhat) li pêşiya mala ku lê dima bi rengekî hovane qetil kir. Ji bo xwedîderketina li Yasîn Bûlût helwestnîşandanê em bang dikin." -
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê li Silêmaniyeyê hate şehîdxistin
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bûlût bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, di encama êrişeke çekdarî de ya ku tê texmînkirin ji aliyê MÎT a Tirk ve pêk hatiye de şehîd bû. -
Gerîla piştî çalakiyê tevgera artêşa Tirk qeyd kir
Gerîlayên ku piştî ew qas çalakiyên li herêma Avaşînê bi silametî vegeriyan, tevgera artêşa Tirk a piştî çalakiyê jî qeyd dikin. -
Dadgeriya Tirk biryara girtina nivîskar Yavûzel da
Di rûniştina destpêkê ya darizandina endamê PEN'ê Gokhan Yavûzel de bi îdîaya 'heqareta li Serokkomar' biryara girtinê hate dayin. -
Berxwedana li Tepê Sor kete meha 4'an
Gerîlayên ku sê meh in li keleha Tepê Sor li ber xwe didin, diyar kirin ku artêşa Tirk li hemberî stratejiya parastin-êrişê ya gerîla nikare encamê bigire û ew dikarin hîn bi salan li ber xwe bidin. -
Namzeta Serbixwe ya Kerkûkê Şîrîn Abdulah projeya xwe ji bo Kerkûkiyan eşkere kir
Meclîsa Tevgera Azadî li Kerkûkê ofîsa xwe ya propagandakirina hilbijartinê vekir. Namzeta Serbixwe Şîrîn Abdulah bi hêjara 33 ya bazneya yekem, bi germî hate pêşwazîkirin. Abdulah projeya xwe eşkere kir. -
Daristanên Gabar 3 roj in dişewite
Şewta berî 3 rojan di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li Çiyayê Gabarê derketî de, hê jî didome. -
Li Silêmaniyê bi çekê êrîş bire ser Ferhat Bariş Kondu
Kesekî rûpoş li cihê kar êrîş bire ser Ferhat Bariş Kondu. Komeleya Kerkerên Mezopotamya diyar kir ku êrîşa li ser Kondu ne ji gef û şantajên dewleta Tirk serbixwene û got: “Serî natewînin.” -
Li Dîlokê kesek hate girtin
Vedat Aydin Altûg ê li navçeya Şehîdkamîl hate destgîrkirin, hate girtin. -
Li Banê kolberek din hate qetilkirin
Hêzên rejîma Îranê li sînorê Meran a ser bi bajarê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê gule li komeke kolber reşand û kolberê bi navê Mihemed Emîn Qadirî hate qetilkirin. -
YJA Starê heyf hilanî: 6 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG'ê ji bo 6 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şehîd hate xistin, çalakiya tolhildanê li dar xist. Li Şemzînanê di çalakiya sabotajê de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Reo hate îmhakirin û 6 dagirker hatin cezakirin. -
Endamên HDK’ê yên Balikesîrê çûn serdana malbata Şenyaşar
Meclîsa Bajêr a HDK’ê (Kongreya Demokratîk a Gelan) ya Balikesîrê çûn serdana malbata Şenyaşar. -
HPG: Em şehîdên Bazên Zagrosê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîd bûn eşkere kir û sersaxî ji malbatên Bawer, Agir, Atakan û Welat, gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest. -
Li dijî xiyanetê, sembola berxwedanê: Jiyan
Jiyan (Zeynep Erdem) ji aliyê PDK'ê ve li Etrûşê 12'ê Îlona 1995'an hate şehîdxistin. PDK hîn jî ewladên leheng ên gelê Kurd qetil dike; Jiyan jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî xiyanetê re dike. -
Leşkerê ku ji artêşa Tirk reviya kî ye û rastiya bûyerê çi ye?
Beriya niha bi hefteyekê li herêma Zapê di dema şer de leşkerekî xwest bireve lê ji aliyê artêşa Tirk ve hate kuştin. Navê wî Sezaî Gungor e û Kurdekî ji Wanê ye. Ji sala 2015'an ve leşkerekî ji bo pereyan şer dikir. Kurtasiya bûyerê: Têkçûn û hovîtî. -
Li Mîdyadê qeza trafîkê: Jinekê jiyana xwe ji dest da, 10 kes birîndar bû
Li ser rêya Mîdyad-Hezexê ji ber qezayeke trafîkê jinekê jiyana xwe ji dest da, 10 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan, kesên ku qeza kirin malbateke Êzidî bû ku ji Elmanyayê ji bo serdana gundê xwe hatibû Mêrdînê. -
Kujer hay ji polîtîkaya cezanekirinê hene
Serokê Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Emîn Gun got polîs-leşkerên Tirk hay ji polîtîkaya cezanekirinê hene û diyar kir heta niha ji kuştinên bi wesayitên zirxî heta niha ti polîs-leşker nehatine darizandin.