KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Daristana qontara Çiyayê Cûdî dişewite
Qada daristan a qontara Çiyayê Cûdî dişewite. -
Li Pîranşarê û Banê rejîma Îranê kolberek qetil kir û 2 jî birîndar kir-NÛ BÛ
Hêzên Îranê li bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê gule li kolberan reşand ku di encamê de kolberek jiyana xwe ji dest da, li Banê jî 2 kolber birîndar kir. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Zaxo bombe kirin
Artêşa Tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê gundên Minnê û Bankê yên Zaxo bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê elektirîk li gundan qût bûne. -
KCK: Divê gel û raya giştî ya Kurd bi helwesteke eşkere li ber êrişên PDK'ê rabin!
KCK'ê diyar kir ku PDK bi êrişên li ser gerîla bûye hevparê konsepta dewleta Tirk a ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û bang li gel û raya giştî ya Kurd kir ku bi helwesteke vekirî li ber vê yekê rabin. -
Aktîvîstên li Hewlêrê girtî ne dest bi rojiya mirinê kirin
Aktîvîstên mafên mirovan ku zêdeyî saleke ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, di rûniştina duyemîn a dozê de ragihandin ku wan dest bi rojiya mirinê kirine. -
Polîsê ku Mîraç Mîroglû kuştibû, hate berdan
Polîsê ku bi wesayîta zirxî zarokê bi navê Mîraç Mîroglû (7) kuştibû, piştî ku îfadeya xwe da, hate berdan. -
MED-DER: Dest ji înkarê berdin, daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi cih bînin
Hevserokê MED-DER'e Rifat Ronî bi wesîleya sala nû ya perwerde û hîndekariyê daxuyaniyek da û bang li dewleta Tirk kir ku dest ji asîmîlasyon û înkarê berde û sîstema perwerdeyê ya bi pirzimanî bixe meriyetê. -
Hêzên Îranê zarokek 4 salî bi giranî birîndar kir
Hat ragihandin ku doh bi şev hêzên Îranê gule li wesayîtek sivîl barandine ku di encamê de zarokekî 4 salî bi giranî birîndar bûye. -
Dîmenên dema ku artêşa Tirk a dagirker gaza jehrî diavêje ser gerîlayan
Artêşa Tirk a dagirker dema ku gaza jehrî diavêt ser tunelên şer ên Werxelê, gerîlayan dîmenê vê êrişê qeyd kirin. -
Lehenga Tehtê Reş: Zîlan Roj
Gulê Esad bi nasnavê xwe Zîlan Roj ku ji Amûdê ye, piştî ku Şoreşa Rojava nas dike, sala 2015'an tevlî nav refên gerîla dibe û 24'ê Îlona 2020'an de li Kato Jîrka bi 5 rêhevalên xwe tevlî nava karwanên nemiran dibe. -
'Pêwîste jin xwedî li hev derkevin'
Gerîlaya HPJ'ê Zîlan Mako bi bîr xist ku jin hem ji aliyê sîstemê hem jî ji aliyê zîhniyeta mêr ve têne tepisandin û got, pêwîstî bi pêngavên mîna ya KJAR'ê heye. -
'Helwesta PDK'ê nayê qebûlkirin'
Siyasetmedar, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan ên tevlî 'Konferansa Neteweyî ya li dijî dagirkeriyê' bûne, qetilkirina 7 gerîlayên HPG'ê bi destê PDK'ê şermezar kirin. -
Dewleta Tirk 4 mehên dawî 7 jê zarok 30 sivîl qetil kir -NÛ BÛ
Dewleta Tirk ji bo dagirkeriyê êrişê dibe ser Rojava û Başûrê Kurdsitanê, bi qetilkirina sivîlan hewl dide ku qadên dagirkirî zêde bike. Mehên dawî herî kêm 30 sivîl hatin qetilkirin ku herî kêm 7 ji wan zarok in. -
Li Geliyê Mûnzûrê agir bi daristanê ket
Li qada daristanî ya Geliyê Salê ya Geliyê Mûnzûrê şewat derket. -
Tevgera balafiran li ser asîmanê Mexmûrê dîsa zêde bûye
Li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) tevgera balafirên keşfê yên bê mirov/bi çek (ÎHA/SÎHA), balafirên şer û helîkopteran zêde bûye. -
Şêniyên Mexmûrê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk û PDK’ê şermezar kirin
Welatiyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê yên li ser gelê Kurd û qadên gerîla bi meşeke girseyî şermezar kirin. -
HPG: Berxwedana li Avaşînê dewam dike
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di nava du rojên dawî de dewleta Tirk 17 caran li qada Werxelê ya Avaşînê gazên bi jehr bi kar tîne û destnîşan kir, ku bi destwerdana gerîla, dagirker neçar man xwe vekişînin. -
DAÎŞ'ê êriş bir ser herêma Mexmûrê: Leşkerek hate kuştin, sivîlek hate revandin
Çeteyên DAÎŞ'ê vê sibehê êriş bir ser herêma Mexmûrê. Hate ragihandin ku di encamê de leşkerekî Iraqê hatiye kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Çeteyan her wiha gundiyek jî revand. -
Hewldanên dorpêçkirina qadên gerîla: PDK'ê li Metînayê 3 baregehên nû çêkir
PDK ku ji meha Hezîranê ve li Metînayê di nava liv û tevgerê de ye, 3 baregehên nû li qadê ava kir. Li heman herêmê dest bi çêkirina rêyeke leşkerî jî kir. -
Malbata Şenyaşar 181 roj in ji bo edaletê nobedê digire
Malbata Şenyaşar ku li Rihayê ji bo edaletê nobedê digire, bang kir ku ne li gel hêzê, lê belê li gel maf û mafdaran cihê xwe bigirin. -
DAÎŞ'ê li Kerkûkê êriş kir: 13 polîs mirin
Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûkê êriş birin ser nuqteyekê. Di encamê de 13 polîsan jiyana xwe ji dest dan. -
Artêşa Tirk di rêbazên der mirovî de sînoran nas nake
Artêşa Tirk ku newêre bi gerîla re şer bike, 16'ê Hezîranê benzîn berda devê tûnelan û hewl da ku gerîlayan bişewitîne. -
Gerîla Berçem her dem xwe ji bo şertên herî zehmet amade dikir
Naskirina Berçem Armanc a rastiya azadiyê, dibe sedem ku fêm bike, ji bo azadiyê têkoşîneke mezin pêwîst dike. Ji ber wê xwe her tim ji bo ya herî zor û zehmet re amade dike. Her tim xwe ji bo qadên herî zehmet ê gerîla re pêşniyar dike. -
Li 10 cihên Bestayê agir bi daristanê ket
Li herêma Besta ya Şirnexê agir bi 10 qadên daristanî ket. Şewata ku nayê vemirandin li qadeke fireh belav dibe. -
Dewleta Tirk li Berwarî Bala çekên kîmyewî bi kar anî
Hate ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker di bombebarana li ser herêma Berwarî Bala ya Duhokê de çekên kîmyewî bi kar aniye.