KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Girtiyekî Rojhilatî bi êşkence hat qetilkirin
Li girtîgeha Pîranşarê hêzên Îranê êşkence li welatiyekî Kurd kirin û ew qetil kirin. -
Li Girtîgeha Zarokan a Amedê tundî, zordarî li zarokan tê kirin
Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê aşkere kir li Girtîgeha Girtî ya Zarok û Ciwanan a Amedê tehde li zarokan tê kirin. -
Li bajarê Mehabadê zêdeyî 10 kes hatin destgîrkirin
Hat ragihandin ku hêzên dewleta Îranê duh li bajarê Mehabadê zêdetirê 10 welatiyên Kurd destgîr kirin û agahî ji wan nayê girtin. -
Şewata li Pîranê belav dibe
Şewata ku ji ber bombardûmana balafirên şer ên dewleta Tirk li bejahiya navçeya Pîranê ya Amedê rû da, çar roj in dewam dike. -
Şaredariya Qoserê ya desteserkirî, daran dibire
Tîmên Şaredariya Qoserê ya ku bi rêya qeyûm ji aliyê AKP-MHP'ê ve hatiye desteserkirin, nîvê şevê bi sedan dar rakir. -
‘Ji min re qala partiyê kirin, tevlî bûm’
Avaşîn ji bo Çiya Amed cihê tolê ji dijmin hilîne û berdêlê jê bixwaze bû. Bê rawestan şer kir û piştre navê xwe li Avaşîn da nivîsîn. -
Aktîvîstên ku PDK'ê ew girtine, ji roja Sêşemê ve di greva birçîbûnê de ne
Hin girtiyên siyasî yên ku ji aliyê PDK'ê ve li Behdînanê hatin girtin ji roja Sêşemê ve di greva birçîbûnê de ne û tê gotin ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş e. -
Doza Alokmen û Ceylan jê dihate darezandin hate taloqkirin
Rûniştina doza Hevserokên HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen û Zeyyat Ceylan jê dihate darezandin, pêk hat. -
HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, kepçeyek hate îmhakirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li qadên Metîna û Zapê li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin û kepçeyek jî hate îmhakirin. -
Leşkerên Tirk li Elkê 8 kes destgîr kirin
Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de leşkeran girtin ser 3 gundên Elkê û 8 kes destgîr kirin. -
Îranê bi balafirên bêmirov bombe li Başûrê Kurdistanê barand
Dewleta Îranê bombe li herêmên Bradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê barand. -
HPG: Em hevrêyê xwe Eyup Dîgor bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê Hasan Sûbaşi (Eyup Dîgor) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi fedakarî, kedkarî û moralê xwe yê bilind, bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan, gel û nirxên partiyê wê ji bo me hevrêyên wî timî bibe mînak." -
Dosyeya Ayla Akat Ata tevlî ya Doza Kobanê kirin
Dosyeya ku yek ji avakar Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata tê de dihat darizandin, tevlî Doza Kobanê kirin. -
'Serketina di hilbijartinê de wê ji bo naskirina xweseriyê gaveke girîng be'
Endama Saziya Mamosteyan a Şengalê Diya Şengalî derbarê hilbijartina perlementoya Iraqê de got, "Ji bo me civaka Êzidxan serketina namzetê me, wê hêviya azadiyê û parastina hebûna me xurt bike." -
Hêzên Îranê li Merîwanê kolberek qetil kir, li Nevsûdê jî yek birîndar bû
Li herêma sînorî ya Nevsûd a girêdayî Kirmaşanê kolberek birîndar bû û li Merîwanê jî kolberek ji aliyê hêzên Îranê ve tê qetilkirin. -
Artêşa Tirk Binarê Qendîl bombe kir: 4 gundî birîndar bû, 3 mal rûxandin
Artêşa Tirk a dagiker duh şev bi balafirên şer Binarê Qendîl bombe kir. Di bomberdûmanê de 4 gundî birîndar bûn, 3 mal jî hatin hilweşandin; gelek lawir jî telef bûn. -
HPG: Di êrişa kîmyewî de 2 gerîla şehîd bûn
Artêşa Tirk a dagirker ku derbên giran ji Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwe, sûcên şer dike û bi gazên kîmyewî û jehrî êriş dike. Di êrişa dagirkeran de roja 26'ê Tebaxê li Girê Sor 2 gerîla bi êrişa gaza kîmyewî şehîd bûn. -
Dayika Aştiyê Şahîde Ozer koça dawî kir
Dayika Aştiyê Şahîde Ozer ji ber şewba vîrûsa koronayê koça dawî kir. -
Tevgera Azadî bernameya xwe ya hilbijartina Iraqê eşkere kir
Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) bernameya xwe ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê eşkere kir û ragihand ku wê bi 4 namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibin. -
HPG: Gazên jehrî hate avêtin, berxwedana dirokî didome
HPG'ê ragihand dewleta Tirk li qada Werxelê ya herêma Avaşînê 18 caran bi teqemenî û gazên jehrîn bombe kiriye, dagirkerên ku xwestin ku bi pêş ve biçin hatiye şikandin. -
Emîne Şenyaşar: Ev zilmeke çawa ye?
Emîne Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn kuştin di nobeta edaletê de ye diyar kir ku heta kurê wê yê girtî neyê berdan ew ê neçe malê û got “Ev zilmeke çawa ye?” -
Rêveberiya Şengalê: Kurdistanê teslîmî dagirkeran nekin, zextê li PDK'ê bikin
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re ji bo tevahiya Kurdistanê felaketeke mezin e û bang li raya giştî ya Kurd kir ku ji PDK'ê re bêjin 'Êdî bes e'. -
HPG'ê sê gerîlayên li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê sê gerîlayên ku di êrişên hewayî de mehên Gulan û Tebaxê li Gabar û Herekolê şehîd bûn bi bîr anî. -
Îradeya berxwedanê ya li ser rojnivîskê
Gerîlayên ku li dijî her cûre êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk li ber xwe didin, tevî şer her wiha her tiştî dinivîsînin û vê berxwedanê li dîrokê qeyd dikin. -
Jiyana xwe mîna fîşekekê ajotin ber tivingê û berdan dijmin
Ji bo Pîr û hevalên wî navekî din ê berxwedanê êdî mirin bû. Nepêkan bû ku bi şêweyekî cuda li ber xwe bidin û encamê werbigirin. Berxwedêran jiyana xwe ajotin ber tivingê û berdan dijmin.