Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li Saziya Malbatên Şehîdan şehîdkirina Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut bi nasnav Şukrî Serhed şermizar kirin.
Girseyê di şexsê Şehîd Yasîn Bulut de ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.
Piştre li ser navê xelkê Mexmûr Fadîle Tok axivî û diyar kir ku her roj şehîdan didin û gelê Kurd rû bi rû yê êrîşan tê û got: “Ew hemû hêzên ku xwe wek garantor bi nav dikin û li hemberî van êrîşan bêdeng dimînin, şermezar dikin. Li bajaran êrîş li ser lehengên gelê Kurdistanê hene. Em gelê penaber ji van êrîşan natirsin. Em bi şehîdên xwe serbilindin. Ti carî hêvî ji hêzên komploger nakin. Ji ber ku armanca wan hedefkirina pêşengên me ne. Her şehadeteke gerîlayên me ji bo me dibe hêz, em li dora şehîd û Rêbertiya xwe dibin xelekek a têkoşînê. Îro li bajarê Silêmaniyê hevalê me ji aliyê sîxûran ve bû hedef. Guleya ku li Şehîd Şukru hatiye dayîn li tevahî Kurdan hatiye dayîn.”
Tok herî dawî bang kir û got: “Bila xwe firoş û xayîn dest ji helwesta xwe ya bê bextane berdin. Bila li gel gelê xwe cih bigirin. “
Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘ Şehîd Namirin’ bi dawî bû.