KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dilvîn Can bi girseyî veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Dilvîn Can a di êrîşeke ya artêşa Tirk a dagirker a li Hewêl a Sêrtê de şehîd bûbû, li Êlihê bi merasîmeke girseyî veşartin. -
Rejîma Îranê 2 jîngehparêz destgîr kirin
Rejîma Îranê bê ku sedemek nîşan bide li Bane û Sine 2 jîngehparêz destgîrkirin û birin ciheke nediyar. -
HPG: Xiyanet wê ti carî bêceza nemîne!
HPG'ê ragihand ku wan kontrayê bi navê Abdulbakî Taşdemîr ceza kirin, ku sala 1996'an destê wî di şehadeta 3 gerîlayan de hebû. -
ESP çû serdana malbata Şenyaşar
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tumuklu got “Em ê berxwedana malbata Şenyaşar li her derê geş bikin.” -
Nasnameya 3 gerîlayên li Amedê şehîd bûbûn hate eşkerekirin
HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Amedê şehîd bûbûn, eşkere kir û got “Em soza xwe ya ji bo şehîdan a Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad careke din dubare dikin.” -
Berxwedêrên Werxelê peyam dan!
Gerîlayên li qada Werxelê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin gotin, "Em rê nadin ku neyar bi hesanî têkeve nav axa ku bi xwînê hatiye şuştin. Em soz didin, bi vî ruh û baweriyê heya bêhna xwe ya dawiyê em ê têbikoşin û bi ser bikevin!" -
Cenazeyên 2 gerîlayan piştî 114 rojan hatin veşartin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Vedat Oklu û Yucel Yildiz ên li Bestayê meha Nîsanê di şer de şehîd bûn û piştî 114 rojan radestî malbatên wan hatin kirin, li Wanê hatin veşartin. -
'Divê xelkê Başûr bi temamî li ber dagirkeriyê rabe'
Ji şêniyên herêma Pêncewînê Salih Rehîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi bombardûmana herêmê jiyan li wan herimandiye û destnîşan kir ku xelkê Başûrê Kurdistanê divê bi temamî li ber dagirkeriyê rabe û helwestê nîşan bide. -
Malbata Yazan li benda girtina cenazeyê zarokê xwe ye
Malbata gerîlayê HPG’ê Hamît Yilmaz ê di şerek li Elkê de şehîd bûbû, ji bo girtina cenazeyê zarokê xwe nimûneya xwînê ya DNA çû Şirnexê. -
Piştî 114 rojan malbatan karî cenzeyê du gerîlayên xwe bigirin
Piştî 114 rojan cenazeyê gerîlayên HPG/YJA Starê Vedat Oklu û Yucel Yildiz ên di şereke li Bestayê de şehîd bûbûn, radestî malbatê hate kirin. -
Namzetê PADÊ Şêx Derwêş bi gel re civiya
Namzetê Partiya Azadî û Demokratik ya Êzidiyan (PADÊ) Semîr Şêx Derwêş di berdewamiya bernameya xwe ya ji bo xebatên hilbijartinê de, li gundê Zorava ya girêdayî Şengalê bi gel re civiya. -
Li dijî bombardûmana kîmyewî ya dagirkeran, berxwedana gerîla dewam dike
HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî gerîla bêçare maye, bi çekên kîmyewî bombardûmaneke giran dike. HPG'ê diyar kir ku berxwedana gerîla ya li dijî vê êrişê bênavber dewam dike. -
Gerîlayê HPG'ê ku li Gabarê şehîd bûbû hate veşartin
Gerîlayê HPG'ê Kahraman Sunar (Egîd Timok) ku Gulanê li Gabarê ya Şirnexê di şer de şehîd bûyî, piştî bi mehan cenazeyê wî dane malbatê. Cenazeyê Sunar hate veşartin. -
Malbata Şenyaşar: Heta bicihhatina edaletê em ê li ber xwe bidin
Malbata Şenyaşar ragihand ku heta edalet bi cih bê ew ê berxwedana xwe dewam bike. -
NPG: Dewleta Tirk çekên nû yên kîmyewî bi kar tîne; tavilê bikevin nava liv û tevgerê
NPG'ê ragihand ku dewleta Tirk çekên nû yên kîmyewî bi kar tîne û got, "Rejîma Tirk qanûnên neteweyî û navneteweyî binpê dike. Em bang li saziyên demokratîk ên neteweyî û navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan dikin ku bi erka xwe rabin." -
Şêniyên Pêncewînê: Divê êdî sînorek ji dewleta Tirk re bê danîn
Gundiyên herêma Pêncewînê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li hikumetên Iraqê û herêmê kir ku xwedî helwest bin. Her wiha ji neteweya Kurd jî xwest ku êdî sînorekî ji dewleta Tirk re deyne. -
Nazmetê PADÊ Şêx Semîr: Em bi civaka xwe, civak jî bi me dilsoz e
Namzetê PADÊ yê parlementeriyê Şêx Semîr diyar kir ku ji bo serketinê ew bi biryar in û destnîşan kir ku ew bi civaka xwe, civak jî bi wan dilsoz e. -
Bayik: Me 'Plana têkbirinê' pûç kir, armanca me ya nû qedandina AKP'ê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, dewleta Tirk tevî ku mehekê 157 carî çeka kîmyewî bi kar anî û PDK xiste navberê nekarî encamê bigire û got, "Me 'Plana têkbirinê' ya AKP'ê pûç kir. Armanca me qedandina vê desthilatdariyê ye." -
Heyeta HDP'ê serdana YNK'ê kir
Heyeta HDP'ê ku dawiya hefteyê serdana Başûrê Kurdistanê kir, di çarçoveya danûstandinên xwe de bi Hevserokê YNK'ê Bafil Talabanî re rûnişt. Mijara hevdîtinê jî yekîtiya neteweyî bû. -
HPG: Operasyona dagirkeriyê ya li Gabarê têk çû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, artêşa Tirk a dagirker ku li herêma Gabarê dest bi operasyoneke ji bo dagirkeriyê kir, bi rengekî bêencammayî neçar ma ku xwe vekişîne. -
Malbata Şenyaşar: Nalet li zilimkaran bibare!
Malbata Şenyaşar ku berxwedana xwe didomîne got, ''Dema ku dad nebe mirovahî nabe! Nalet li zilimkaran bibare!'' -
HPG: Hevrêyên me Canfeda û Çiyager li Garê şehîd bûn
HPG'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de ya li ser herêma Garê, gerîla Canfeda û Çiyager şehîd bûne. -
'Berxwedana Zendûrayê ji bo me çavkaniya hêzê ye'
Gerîlayên di Pêngava Cenga Xabûrê de li xeta Qaşûra li çeperên berxwedanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a qirker-mêtinger şer dikin, wiha gotin: Zendûra ji bo me çavkaniya berxwedanê ye. -
Colemêrg bi qedexeyan hatiye dorpêçkirin
Qedexeyên ku di bin navê 'Herêma Ewlekariya Taybet' tên ferzkirin, bendên kontrolê û qedexeya çûyîna zozanan Colemêrg kirine mîna girtîgehekê. -
Rejîma Îranê 2 kolber birîndar kir
Îro li herêma Nûsûd ji ber gulebarana rejîma Îranê 2 kolber birîndar bûn.