KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
PDK xwe amade dike ku têkeve Şengalê
PDK a ku di demên dawîn de hevkarê dewleta Tirk a dagirker, duh xwestibû hinek hêzên xwe bişîne. Îro jî dixwaze bi hêzeke zêdetir têkeve Şengalê. -
KCK: Em ê xwedî li bîranîna Mam Celal derkevin
KCK’ê Serokê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî yê ku 4 sal berê jiyana xwe ji dest dabû, bi bîr anî. -
Rêveberiya Xweser: Şengal bêxwedî nîne
Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK'ê doh di bin navê 'hilbijartinê' de hewl da hêzên xwe yên çekdar li Şengalê bi cih bike û destnîşan kir, ku Şengal bêxwedî nîne. -
HPG: Li Werxelê 2 dagirker hatin cezakirin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin ku dixwestin êrişê bibin ser Werxelê. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn. -
Haci Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hate bîranîn
Haci Lokman Bîrlîk ku beriya şeş salan ji aliyê dewleta Tirk ve li Şirnexê hate qetilkirin û cenazeyê wî bi rengekî hovane li pey wesayita zirxî hate kaşkirin, li ser gora xwe hate bîranîn. -
Daxuyaniya têkildarî gerîlayên li Xelîfanê di kemîna PDK'ê de şehîd bûn
HPG'ê ragihand ku eşkere bûye, li Xelîfanê koma gerîla ya ji 7 kesî dema ku ji Çemê Zê derbas dibû, ketin kemîna PDK'ê. HPG'ê got, bêyî ku bêne hişyarkirin ji çar baskan ve yekser gule li komê hatiye reşandin. -
Cezayê girtîgehê dane siyasetmedarê ku jiyana xwe ji dest dayî
Li Colemergê di doza KCK'ê de dadgehê ceza li siyasetmedarê Kurd birî. Dadgehê her wiha 8 sal û 9 meh dan siyaetmedarê Kurd Ahmet Oner ku beriya 4 salan jiyana xwe ji dest daye. -
PDK ji Şengalê vekişiya
Hêzên PDK’ê ji ber berxwedana gel ji Şengalê vekişiya. -
‘Pergala înfazê ya nû hate avakirin’
Parêzer Cengîz Yureklî di panela girtîgehan de axivî û diyar kir piştî komploya navneteweyî pergala înfazê ya nû hatiye avakirin. -
Xizmên Windayan li Amed û Êlihê edalet xwestin
Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo Ceylan Onkol, Îskender û Huseyîn Sevîn ên bira hatin ba hev. -
Berxwedana Şengalê encam girt: PDK’ê çekdarên xwe vekişand
Di encama berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî ketina çekdarên PDK’ê ya Şengalê de, PDK neçar ma ku vegere. -
Li Werxelê li dijî dagirkeriyê berxwedan didome
Li gel êrîşên bi çekên kimyewî yên artêşa Tirk jî li Werxelê berxwedana gerîla didome. -
Xelkê Şengalê li ber xwe dide
Xelê Şengalê yên ku naxwazin çekdarên PDK’ê bikevin Şengalê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
KNK’ê li dijî êrîşên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
KNK: Bang li civaka navneteweyî, gelên herêmê û hemû kesên xwedî wijdan, exlaq ev e; li hember êrîşên li ser gelê Kurd, bikaranîna çekên kîmyewî, li dijî alîkariya hikûmetên walatên xwe ya ji bo Tirkiye rawestin. -
Malbata Şenyaşar: Yên bêdeng dimînin, li gel zaliman cih digirin
Malbata Şenyaşar got: “Eger ku li hember bêedaletiyê bê alî dimînin, tê wateya ku we alîgiriya zalimtiyê hilbijartiye.” -
Xelkê Şengalê li dijî hewldanên PDK’ê û artêşa Iraqê daket qadan
Hêzên PDK’ê di bin navê xebatên hilbijartinê de dixwazin bikevin Şengalê. Xelkê Şengalê li hember vê hewldanê daket derve û diyar kirin ku rê nadin ku ev hêz derbasê Şengalê bibin. -
HPG: Şehîdên Cîlo bi rêzdarî bibîr tînin
HPG’ê gerîlayên sala 2015’an li Cîlo şehîd bûbûn bîr anîn got: “Soz didin ku em ê girêdayî bîranînên şehîdan bin û li ser xeta wan têkoşînê bikin ku heta bigihêjin serketinê.” -
'Armanca dewleta Tirk tinekirina hemû Kurdan e'
Welatiyên gundê Qizilce yên Pêncewînê diyar kirin ku armanca Tirkiyê ya ji wan bombebaran û êrişan tinekirina hemû Kurdan e û bang li hemû Kurdan kirin ku bi yekîtiya xwe li hemberî wan êrîşan rawestin. -
Berxwedêrên Keleha Werxelê: Wê ev berxwedan bizivire pêngava êrîş û tolgirtinê
Berxwedêrên li Werxelê yê li Avaşîn li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk nêzî 5 meh in bê navber tevî her cûre teknîk û bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî li ber xwe didin peyam dan û got: “Pêngav wê vegere êrîş û tolhilgirtinê.” -
Rêveberiya Xweser a Şengal: PDK bi hêzên çekdar dixwaze bikeve Şengalê, em rê nadin!
Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand ku PDK’ê bi hêzên çekdarî dixwaze bikeve Şengalê û got: “Em ji raya giştî re îlan dikin, eger hêzên çekdarî yên PDK’ê werin Şengalê em ê qebûl nekin, li ber xwe bidin û xwe biparêzin.." -
Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Konferansa 11’an pêk tîne
Konferansa 11’an a Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi tevlîbûna bi 400 delegeyan destpê kir. -
Endamên Meclîsa HDP’ê ji civînê derketin
Endamên Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Midyadê civîna meclîsê terikandin. -
Ciwanê Kurd bi êşkenceyê hat qetilkirin
Hat zanîn ku ciwanekî Kurd yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyê girtî bû ji aliyê gardiyanên girtîgehê bi êşkence hatiye qetilkirin. -
Malbata Şenyaşar: Heta dawiyê em ê têbikoşin
Malbata Şenyaşar got ku li ber edliyeya Rihayê li ber xwe dide got, ''Em ê heta dawiyê têbikoşin'' -
Bêrîtan Dersim: 5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî têne bikaranîn
Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Bêrîtan Dersim diyar kir ku dewleta Tirk 5 meh in li çiyayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê cîhan bêdeng e. Dersim got, "Hêzên navneteweyî, dema ku mijar Kurd be, êrişên kîmyewî qebûl dikin."