KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Bahadir piştî 6 mehan hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Yildiz Bahadir a piştî 6 mehan û şûnde ji aliyê malbatê ve hate girtin, li Goristana Asri ya Ceyhanê hate veşartin. -
Hejmara kesên li Bedlîsê hatin desteserkirin gihişte 8’an
Hejmara kesên di serdegirtinên malan ên ji aliyê polîsan ve hatin girtin de, gihişte 8’an. -
Ji bo dîtina zarokên xwe yên girtî kete ser rê, di qezaya tirafîkê de rehmet kir
Dayika Rahîme Înal ji bo hevdîtina du kurên xwe yên li Saziya Înfazê ya Ceza a Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê ketibû ser rê, di qezaya trafîkê de rehemt kir. -
Gerîlayên YJA Starê mewziyek îmha kir, derb li kepçeyekê xist
Gerîlayên YJA Starê li Heftanîn û Werxelê çalakî li dar xistin. Di van çalakiyan de çeperek artêşa Tirk hate îmhakirin û derb li kepçeyekê hate xistin. -
Li dijî hevkariya sûc a PDK'ê li Sêmalka çalakiya kondanînê
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê li dijî hevkariya sûc a PDK'ê bi dewleta Tirk re ya li dijî gerîlayan, li ber deriyê sînor a Sêmalka çalakiya kondanînê da destpêkirin. -
Li Çiyayê Gabarê agir bi daristanê ket
Li Çiyayê Gabarê ya Şirnexê agir bi daristanê ket. -
Meclîsa Îştar a Mexmûrê êrişên PDK'ê şermezar kir
Meclîsa Îştar a Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî li dijî êrişên PDK'ê bang li her kesî kir ku dakeve qadan. -
Îlonê gelek doz li rojnamevanan hate vekirin û ceza li wan hate birîn
DFG'ê ragihand meha Îlonê lêpirsîn li ser 6 rojnamevan hatiye destpêkirin, li ser 7 rojnamevanan doz hatiye vekirin, 27 sal û 3 meh dane 6 rojnamevanan. -
KCK: Kurd pêşengên demokratîkbûnê ne
Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kirin ku li Rojhilata Navîn dewleta Tirk dijminê demokrasî û azadiyê ne, DYE û NATO û Ewropayê jî piştgiriyê didin Tirkiyeyê û PKK û Kurd jî pêşengên demokrasî û azadiyê ne. -
Gerîla Hakî Zîlan: Armanca PDK'ê tunekirin bû, bi namerdane êriş kir
Gerîlayê HPG'ê Hakî Zîlan qala êrişa PDK'ê ya li Xelîfanê kir û got, "Bi rastî jî bi rengekî namerdane kemîn danîn û êriş kirin. Armanca wan ne dîltgirt ne jî birîndarkirin bû. Armanc şehîdxistin bû û îmhakirina koma me bû." -
Dewleta Tirk li Werxelê bi gazên kîmyewî sûcê şer dike
Weke ku di dîmenan de xuya dike, leşkerên Tirk ên dagirker li hemberî tunelên şer ên li qada berxwedanê ya Werxelê destpêkê makîneyeke şewatê bi kar tînin. Piştre jî bi vê makîneyê gazên bi jehr diavêjin hundir. -
Li Bedlîsê terora dewletê: 2 kes hatin destgîrkirin
Li Bedlîsê polîsên Tirk avêtin ser malan, 2 kes destgîr kirin. -
Sercerdevan malbata mexdûr ji navçeyê derxistin
Malbata ku dest ji gilîkirina kesên ku li dibistaneke li Elbakê dest avêt zaroka wan a 8 salî berneda, ji aliyê sercerdevan Îskender Ertûş ve ji navçeyê hate derxistin. -
TEV-DEM'ê ji bo Şengalê bang kir: Nehêlin ku komkujiyên nû bê kirin
TEV-DEM’ê nerazîbûn nîşanî hewldanên PDK’ê yên destwerdana li Şengalê da û bang li raya giştî ya Kurdistanê kir ku bi berpirsiyartiya xwe rabin û li hemberî PDK’ê bisekinin ku fermanên nû li dijî Êzidiyan pêk neyne. -
Ferac: Dengê xwe bilind bikin
Piştî ku li gundê Seydanê Xwaru ya navçeya Çemçemal wesayîtek hate bombekirin û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn, gel berê xwe da cihê bûyerê. Li vir Nivîskar Letîf Fatîh Ferac li ser navê gel axivî û got divê her kes bibe xwedî helwest. -
Girtiyên ku sepandinan qebûl nakin, naşînin nexweşxaneyê
Girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Awanê sepandinên jixwekirina saet û kemaran qebûl nakin, naşînîn nexweşxaneyê. -
Li Çemçemalê wesayîtek hate bombekirin: Birîndar hene-NÛ BÛ
Li Çemçemalê hate ragihandin ku balafirên bêmirov û biçek bombe li wesayîtekê barandiye, du kes birînar bûn. -
Ji bo girtiyên Behdînanê banga ‘Dengê xwe bilind bikin’ hate kirin
Aktivîstên Kampanya Piştevaniya bi Girtiyên Behdînanê re got: “Ji bo girtiyên Behdînanê bang; divê her kes dengê xwe bilind bike.” -
Rewşenbîr û siyasetmedarên Başûr jî piştgirî dan kampanya ‘Ji Ocalan re Azadî’
Li Başûrê Kurdistanê kesayetên rewşenbîr û siyasetmedar jî piştevaniya xwe ya ji bo Hashtaga Meclîsa Dijîtal a Kurdistanê ku wê 8’ê Cotmehê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê destpêkirin, nîşan da. -
HPG'ê li Avaşînê bi xurtî li dagirkeran xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt hatine kirin. -
Rûniştina Roboskiyan hate taloqkirin
Rûniştina biryardanê ya doza li 16 kesên ku ji ber bîranîna xizmên xwe yên li Roboskî hatin qetilkirin tên darizandin, hate taloqkirin. -
Gelê Şengalê ji bo îradeya xwe li ber xwe dide
Li hemberî hewldana PDK’ê ya ku dixwaze têkeve Şengalê, Rêveberiya Xweser a Şengalê berxwedana gelê Şengalê silav kir. Rêveberiya Xweser diyar kir wê bibin kabûsa kesên ku îradeya gel nas nakin. -
Li dijî hewldanên destwerdanê yên PDK'ê xelkê Şengalê li ser piyan e
Hewldana hêzên çekdar ên PDK'ê ya ji bo destwerdana li Şengalê, bû sedem ku rewşeke awarte rû bide. Xelkê Şengalê ber bi nuqteyên Asayîşê û Meclîsên Gel ve diherike. -
Vanspor ji bo kana madenê pêşkêş kir
Seyîthan Îzsiz ê ji bo Serokatiya Vanspor FK hate hilbijartin, ji bo vê erkê bigire ser milê xwe, derket holê ku ji bo li Peyîzava destûra kana madenê bê dayîn erê kiriye. Şirîkê Îzsiz ê vî karî jî Çetîner Çetîn e. -
Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em ê bersivê bidin êrişan
Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku PDK duh ji Şengalê derketibû lê vê carê bi hêzeke mezin dixwaze têkeve Şengalê. Rêveberiya Xweser got heke êrişek pêk were, ew ê xwe biparêzin.