KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayê Ereb ê ji Dêrazorê: Bersiv li çiyê ye
Gerîla Artêş Dêrazor bang li ciwanên Kurd û Ereb kir, "Hûn ê bersiva herî baş a pirsên xwe li çiyê bibînin. Destûrê nedin ku faşîzm xaka me dagir bike." -
Mamosteyên Rojhilat û Îranê: Bila hiqûqa me wekhev bibe!
Li ser banga Însiyatîfa Pêkhateyên Esnaf yên Karmend ên Îranê, li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê mamosteyan xwepêşandan kir û daxwaza wekhevkirina hiqûqa mamoste û karmendan kirin. -
'Qedexe' ya li Colemêrgê ji bo 15 rojên din hate dirêjkirin
Walîtiya Colemêrgê dema 'qedexeya çalakiyan' a li bajêr ji bo 15 rojên din dirêj kir. -
Li Metîna û Avaşînê çalakiyên bi çekên giran
Gerîlayên HPG/YJA Starê li Metîna û Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakî kirin. -
Dozgeriya Tirk xwest 15 sal cezayê girtîgehê li Çamçi bê birîn
Dozgeriya dewleta Tirk xwest, Serokê Komeleya Sarmaşik a ku bi biryarnameyê hate girtin Mehmet Şerîf Çamçi bi 15 salan cezayê girtîgehê bê cezakirin. -
MED TÛHAD-FED: Li ser girtiyan êrişên mezin hene
MED TÛHAD-FED’ê diyar kir ku li girtîgehan zext û êriş zêde bûne û got “Bêdengî tê wateya hevkariya sûc.” -
Malbata Şenyaşar: Heta ku em encamê bistînin wê berxwedana me bidome
Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 220’an de didome. Malbatê diyar kir heta ku ew encamê bistînin wê berxwedana wan bidome. -
Leşkerên Tirk li Erzîromê avêtin ser taxekê
Li navçeya Qereyaziyê ya Erzîromê, leşkerên Tirk avêtin ser mal û axurên li taxekê. -
Li Avaşînê dîmenê têkçûna artêşa Tirk
Hêzên gerîla li qada berxwedanê, li devera Werxelê ya ser bi herêma Avaşînê gelek alavên leşkerî yên artêşa Tirk desteser kirin. -
'Rewşa Awarte bi rengekî fiîlî heye'
Rêveberê şûbeya ÎHD'ê ya Colemergê Parêzer Eren Baskin got li tevahiya bakurê Kurdistanê Rewşa Awarte ya nebinavkirî heye. -
Têkoşeriya ji Kopê heta Xakurkê: Helgûrt Siyabend
Helgûrt Siyabend ku têkoşîna xwe ya li Kopê dest pê kir li Xakurkê bi şehadetê tacîdar kir, digot; gerîlabûyîn şerê jinûve afirandina xwe ye, rêya jinûve avakirina jiyanê ya li Kurdistanê ye. -
Rêveberiya Goran giştî îstifa kirin
Hemû endamên Konseya Rêveber a Tevgera Goran, îstifa kirin. -
Piştî 24 rojan cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mazlûm Mat dan malbatê
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mezlûm Mat ê li Herekolê Şehîd bûbû, piştî 24 rojan û şûnde hate girtin. Cenazeyê Mat li Goristana Asir a li Cizîrê hate veşartin. -
Berxwedana malbata Şenyaşar di roja 219’an de didome
Malbata Şenyaşar a ku li Rihayê 219 roj in li ber xwe dide, diyar kir ku parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku malbata wan qetil kiribû, ji aliyê dewletê ve tê parastin. -
HPG: Li Avaşînê li dijî dagirkeran çalakiyên karîger hatine kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand li Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên karîger hatine kirin, bi kêmanî 3 dagirker hatine cezakirin. -
Rûniştina rojnamevenan taloq bû
Rûniştina doza 5 jê rojnamevan 8 kesên ku ji protestoya qeyûm tên darizandin, ji bo mutalayê hat taloqkirin. -
HPG'ê 4 gerîlayên li Botanê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê 4 gerîlayên ku meha Tebaxê li Şirnexê di encama bombardûmanê de şehîd bûn, bi bîr anî. -
MEBYA-DER: Di ser cenazeyan re êşkenceyê li malbatan dikin
MEBYA-DER'ê ragihand ku dewleta Tirk cenazeyên gerîla yên teşhîskirî jî nadin malbatên wan û bi vî rengî êşkenceyê li malbatan dike. -
Malazgîrt: Dewleta Tirk nikare bi gerîla, lewma gazên kîmyewî bi kar tîne
Ji Fermandarên Biryargeha NPG'ê Amed Malazgîrt anî ziman ku dewleta Tirk nikare bi berxwedana gerîla, lewma gaza kîmyewî bi kar tîne û got, "Hevalên ku di êrişên dewleta Tirk de şehîd bûn, ruhê berxwedanê yê PKK'ê nîşanî dost û dijmin dan." -
Li Hevşaredarê HDP'î 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn
Li Hevşaredarê Qelqeliyê yê HDP'î Yakûp Almaç 8 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn. -
Ji bo ku telvî bîranîna Mîraçoglu bûn doz vekirin
Doz li çalakiya bîranîna zarokê Kurd Mîraç Mîroglu vekirin, ku Mîroglu Îlonê ji hêla polîsên Tirk ve bi wesayita zirxî li Hezexê hatibû kuştin. -
Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan: Hovîtiya dewleta Tirk û ya DAÎŞ'ê weke hev e
Tîma Navbeynkaran a Xiristiyan diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hovîtiya DAÎŞ'ê weke hev e û bang li raya giştî ya navneteweyî kir. -
Berxwedana Malbata Şenyaşar di roja 218'an de didome
Malbata Şenyaşar ku ev 218 roj in li ber xwe dide got,''Rastî kengî jî be wê derkeve holê'' -
Cenazeyê gerîlaya HPG'ê 50 roj in nadin malbata wê
Gerîla Saniye Toprak meha Tebaxê li Çiyayê Gabarê di şer de şehîd bûbû. Cenazeyê Saniye Toprak nêzî du meh in nadin malbata wê. -
Qeyûm û hevsera wî li Elbakê kêf kirine!
Hevsera qeyûm Asim Solak, Esra Solak ji bo Midûriyeta Şaxê Perwerdeya ya Elbakê hate tayînkirin. Asim Solak li pey rant û qirkirinê ye, hevsera wî ya ku naçe Şûbeyê jî bi karê AKP'ê ve mijûl e.