KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Leşkerekî Tirk ku di şer de psîkolojiya wî têk çû, li Girê Tangê xwe kuşt
Tê diyarkirin leşkerekî Tirk di şerê Qadên Paratinê yên Medyayê de psîkolojiya wî ji ber berxwedana gerîla têk çûye û li Girê Tangê xwe kuştiye. -
Şervan: Wê gel pergala nû diyar bikin
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan diyar kir pergala nû wê ne bi destê hêzên kapîtalîst ve lê bi destê wan ku pêşengiya têkoşîna gelan dikin were diyarkirin. -
Li Çewlikê şewata daristanê
Li daristana herêma gundê Cafran, Qanyan û Ferxan a girêdayî navenda Çewlikê, ji ber sedemek nediyar di nava rojê de şewat li daristanê derket. -
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Şîlan Goyî bi bîr anî
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî di êrişeke esmanî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû, bi bîr anî. -
Li Avaşînê di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran heye
Li qada Girê Qertelê ya herêma Avaşînê di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk a dagirker de ku operasyon daye destpêkirin, şerekî giran didome. -
Xelkê Başûr ji bo şehîd Yasîn Bûlût bang kir
Malbatên şehîdan û xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo Yasîn Bûlût (Şukru Serhad) çalakiyan dewam dikin. -
‘Bêrîtan nîşan da ku bi şer em dikarin azad bibin’
Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan şehîdên meha Cotmehê bi bîr anî û bal kişand ser berxwedana xurt a gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê. Ferîde Alkan got, "Di vê mehê de serketinên giranbuha hatine bidestxistin." -
Rojhat Harûn: Bi vîna xwe ya azad tevlî nava refên têkoşînê bûm
Gerîla Rojhat Harûn, ku malbata wî yek ji wan malbatan e ku dewleta Tirk wan li ber avahiya HDP'ê kom dike, diyar kir ku ew bi îradeya xwe ya azad tevlî nava refên gerîla bû. -
Malbata Şenyaşar: Dayikên ku serî natewînin wê edaletê bînin
Malbata Şenyaşar a ku berxwedana xwe dewam dike, diyar kir ku "Dayikên li Tirkiyeyê serî li ber zilmê natewîne wê edaletê bînin." -
Ciwanekî li Şino xwe kuşt
Duh li bajarê Şino a girêdayî parêzgeha Ûrmiyê ciwanekê Kurd xwe kuşt. -
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir
HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Kato Marînos û Bestayê şehîd bûn eşkere kir û got, "Em soza xwe ya serketinê ya ji bo şehîdên xwe û Rêberê xwe dubare dikin." -
44 rewşenbîrên Ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin!
44 rewşenbîrên Ereb bang li OPCW'ê kirin ku têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, li cihê cih lêkolînê bike. -
Ciwanên Kerkûkî: Hevkariya bi dijmin re şirîkatiya li qirkirinê ye
Ciwanên Kerkûkî bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û got, "Bêdengî û hevkariya bi dijmin re, şirîkatiya bi qirkirina Kurdan re ye." -
'Her malek divê bibe mîna dibistaneke Kurdî'
Nivîskarê dîroknas Îhsan Colemêrgî destnîşan kir ku her Kukrdek bi taybetî jî welatparêz, ji bo Kurdî tune nebe mala xwe bikin hêlîneke perwerdeya Kurdî. -
Gerîlaya YJA Starê: Em ê dijmin ji Avaşînê derxînin
Ji endamên tîmên bi tevger ên gerîla yên li Avaşînê Hebûn Kato destnîşan kir ku jin pêşengiyê ji berxwedana Avaşînê re dikin û got, "Em ê Avaşînê ji dijmin re nehêlin. Jin wê dawî li vê operasyona dagirkeriyê bîne." -
'Divê NATO û Neteweyên Yekbûyî li sûcên şer ên Tirkiyeyê bikolin'
Çavdêrê siyasî û nivîskar Letîf Fatîh Ferac anî ziman ku divê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Iraqê bê dîtin û got, "Divê NATO û Neteweyên Yekbûyî bikaranîna gazên kîmyewî li dijî qadên gerîla û sûcên din ên Tirkiyeyê yên li dijî mirovahiyê lêkolîn bikin." -
Seferî Yilmaz: Yên Kurdan dikujin nayên cezakirin
Seferî Yilmaz nerazîbûn nîşan da, ku tê xwestin endamên dewletê yên ku pirtûkxaneya Ûmût bombe kirin werin beraatkirin û got, "Di encama lihevkirina AKP û Ergenekonê de gihîştin vê nuqteyê. Kî Kurdan bikuje wê neyê cezakirin." -
Li Rojhilat 3 welatî hatin destgîrkirin
Hate fêrbûn ku li bajarên Seqiz 1 û li bajarê Bane 2 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê hatin destgîrkirin. Derbarê aqubeta wan agahiyek tine ye. -
Nûnertiya HDP’ê bi KTP û MDKP’ê re li hev civiyan
Li ser vexwendina Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê (KTP) û Bizûtneweyî Demokratîk a Gelê Kurdistanê (MDKP) li avahiya HDP’ê ya Hewlêrê civiyan. -
Karayilan bang li dewletên rojavayî kir: Dawî neheqiya sed salî bînin!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bang li welatên rojavayî kir ku dawî li neheqiya ji sala 1923'an û vir ve dewam dike, bînin û têkoşîna rewa ya gelê Kurd nas bikin. -
Malbata Şenyaşar: Jiyana bê edalet nabe
Emîne Şenyaşar û kurê wê yên ku berxwedana xwe didomînin gotin “Jiyana bêyî têkoşîna edaletê nabe. Ev wekî nan û avê ye.” -
Doza Helîkoptêrê hate taloqkirin
Di Doza Helîkoptêrê de qedexeya derketina derveyî welêt a li ser rojnamevanan nehate rakirin. Amûrên dijîtal ên rojnamegeran jî li wan nehate vegerandin. -
'Nabe ku ol ji bo siyaseta qirêj bê bikaranîn'
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk (DÎK) Mele Yûsûf Andan destnîşan kir ku siyaseta qirêj bi olê pêşkêşî mirovan tê kirin û got, divê neyê qebûlkirin ku ol weke amûreke siyasetê bê bikaranîn. -
Ji bo gundê xwe ji nû ve ava bike ji Elmanyayê vegeriya Şengalê
Ednan Manî piştî 8 salan ji Elmanyayê vegeriya Şengalê. Manî got, "Nikarîbûm li wan deran bimam. Gelekî kêfxweşim ku vegeriyame. Ji ber ku ji bo welatê xwe kar dikim. Ez di wê baweriyê de me ku em ê di nava çend salên bê de Mamîsê ji nû ve ava bikin." -
Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî bi merasîmekê hate bibîranîn
Fermandara YJA Starê Şîlan Goyî bi merasîmeke heybet li Saziya Mablatên Şehîdan a Mexmûrê bi tevlîbûna sedan kesî hate bibîranîn.