KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Şerda Mazlûm Gabar: Bersiva pêngavî wê diyarker be
Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar destnîşan kir ku li dijî konsepta tunekirinê ya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên li pişt disekinin, bersiva bi rengê pêngavî wê diyarker be. -
Hozat: Êdî karakterê şer guherî
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir êdî karakterê şer guheriye û got “Serkeftine teqez di şerê gel a şoreşgerî de ye. Berxwedana gerîlayan parçeyekî şerê gel a şoreşgerî ye.” -
Sancar li dijî bûdçeya şer bûdçeya aştiyê pêşniyar kir
Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar li Mêrdînê li ''Rûniştina Bûdçeyê'' axivî û bang kir li dijî bûdçeya şer a AKP-MHP'ê bûdçeya aştiyê were danîn. -
Malbata Şenyaşar: Wê hesab bidin!
Malbata Şenyaşar ku 223 roj in ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin di nobedê de ye, diyar kir ku kujer "wê rojekê li pêşberî dadgeriyê hesab bidin." -
Gerîla Partîzan Gîvara: Bêguman em ê bi ser bikevin
Ji berxwedêrên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê gerîla Patrîzan Gîvara diyar kir ku gerîla bi hestên berxwedanê tevdigerin û got, "Bêguman em ê bi ser bikevin." -
Nasnamaya 3 gerîlayên li qada Girê Sor şehîd bûn hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku li Çeperên Berxwedanê yên Girê Sor di encama êrişa bi gaza kîmyewî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir. -
2 kolber birîndar bûn
Hat zanîn ku duh bi şev li ser sînorê Newsûd û Bane yên ROjhilatê Kurdistanê 2 kolber ji aliye hêzên Îranê ve hatine birîndarkirin. -
'Dewleta Tirk û PDK hewl didin li Ûrmiyeyê tevlîheviyê bikin; divê gel hişyar be'
Fermandar Şiyar Şevger anî ziman ku dewleta Tirk bi rêya MÎT û PDK'ê hewl dide li herêma Ûrmiyeyê tevlîheviyê bixe nava gel û xwest, xelkê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî van kiryaran hişyar be û rê nede kesên bêexlaq û cehş. -
Malbata Aslan 4 sal in li benda cenazeyê zarokê xwe ye
Malbata Aslan ku ji Adara 2017'an û vir ve li cenazeyê zarokê xwe digere, bersivê ji saziyên dewletê nagire. Nizanin ku zarokê wan sax e yan jî mirî ye. -
Emrê xwe da paşerojeke azad
Şoreş Mardîn gerîlayekî welê bû ku enerjî û wêrekiya xwe gihandibû seranserê Kurdistanê. Şoreş di salên destpêkê yên ciwantiya xwe de bi dilê xwe yê bedew berê xwe da qadên azadiyê. Emrê xwe da paşerojeke demokratîk û welatê azad. -
5 karkerên ji Mexmûrê hatin destgîrkirin
5 karkerên ji Mexmûrê ji aliyê hêzên rejîma Iraqê ve hatine destgîrkirin. -
YRK’ê li ser êrîşa Asosê daxuyaniyek da
Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) têkildarî êrîşa balafirên şer ên li ser Asosê çêbûyî daxuyaniyek da û diyar kir tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
HPG: Berxwedana li Werxelê bênavber didome
Li Qada Berxwedanê ya Werxelê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker berxwedana hêzên gerîla bênavber didome. -
Gerîlayên ku ji êrîşa gaza kimyewî sax filîtîn axivîn
Gerîlayên ku li Girê Sor ji êrîşa gaza kimyewî ya artêşa Tirk sax filîtîn tişta ku jiyan vegotin. -
Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk bê, em ê têbikoşin
Malbata Şenyaşar got: “Têkoşîna me bê bê navber û bi biryardarî dewam bike. Em ê bi hev re edaletê pêk bînin.” -
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya li Girê Azad a Metîna weşand
Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayan a 5’ê Cotmehê ya bi çekên giran a li dagirkerên li Girê Azad a Metîna bicih bûbûn dan, weşand. -
Gelo operasyona ‘Sîxurê Îranê’ ya MÎT’ê dekûdolab e?
Operasyona ku MÎT’ê bi şeklê “Li Wanê sîxurên Îranê hatin destgîrkirin” ji raya giştî re ragihandî, di rastiyê de derket holê ku operasyonek li hemberî gundiyên ku li herêmê dijîn e. -
Civîna Tifaqa Kurdistanî: Em ê paşerojê bi hev re ava bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar got, "Bila partî û saziyên Kurdan hemû bi me re bin. Em ê paşerojê bi hev re ava bikin. Divê em tavilê hevgirtineke berfireh a li dijî şer ava bikin." -
HPG: Li Colemêrg û Zapê 3 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê ragihandin ku ji bo hilanîna tola Fermandar Cûmalî Çorûm û gerîlayên li Werxelê bi êrişa kîmyewî şehîd bûn, li Çelê û Zapê çalakî kirine. HPG'ê got, di encama van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin. -
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê li 'belgeyan' pirsî
Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, li belgeyê di destê hêzên asayîşê de ne pirsî. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Qendîl, Asos û Pişderê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li herêmên Qendîl, Pişder û Asosê kirin. -
HPG: Hevrêyên me Rustem, Azad û Warger şehîd bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên ku meha Îlonê di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir. -
Karasû: Li Xelîfanê hêzên taybet ên PDK'ê gerîla şehîd kirine
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû diyar kir, li Xelîfanê hêzên ku gerîla şehîd kirine hêzên bi ser PDK'ê ve ne û got, ''Diyar e bê ka ev kirina PDK'ê wê çilo derbasî dîrokê bibe, lê bi gelê Kurd re wê xwe jî xilas bikin.'' -
'Heta ku tecrîd dewam bike wê pirsgirêk jî dewam bike'
Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Kûday got, eger li Tirkiyeyê wê qala aştî, demokrasî û biratiyê bê kirin divê destpêkê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û destnîşan kir, heta ku tecrîd dewam bike wê pirsgirêk jî dewam bike. -
Li Serdeştê kolberek din hat kuştin
Hat ragihandin ku duh bi şev li ser sînorê bajarê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.