Bi sedan kesî li Sengeserê pêşwazî li cenazeyê Şehîd Şukru Serhet kirin

Li Sengeserê bi sedan kesî bi dirûşman pêşwazî li cenazeyê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) ku di êrîşa çekdarî ya MÎT’a Tirk de li Silêmanî şehîd bû, pêşwazî kirin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukru Serhed) îro serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira ya Silêmaniyê ji aliyê endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker ve hat qetilkirin.

Cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ku bi 4 guleyan hat qetilkirin, piştî otopsiya li Saziya Tiba Edlî, bi ambulansê di bin dirûşmeya “Şehîd namirin” de birin Mizgefa Ehmedê Hacî Elî ya li taxa Serçinar.

Ji hemû bajarên Başûr bi hezaran kes Li gel belavbûna agahiya şehadeta Şehîd Şukru Serhed, ji Hewlêr heta Kelar, Ranya, Silêmanî, Helepçe û gelek navçeyên wan bi hezaran kes li mizgeftê kom bûn.

Bi hezaran kesan piştre cenazeyê Şehîd Şukru Serhed ku bi ala PKK’ê hatiye pêçan, li ser milan bi meşê heta Pirdê Çarêyanî Serçinar anî.

Girseya ku bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bimre xiyanet” berz dikin, li ber pirdê cenaze li ambulansê siwar kir û bi karwanek ku ji sedan wesayitan pêk tê ber bi Goristana Şehîdan ve derxistin rê.

Karwanê cenaze, li navçeya Sengeser, ji aliyê sedan kesên ku ji Ranya, Sengeser û Qeladizê hatine ve hat pêşwazîkirin. Di dema pêşwazîkirinê de bênavber dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, cenazeyê Şehîd Şukru ji bo definkirin ber bi Goristana Şehîd Mehmet Karasungur ve hate oxirkirin.